Hemza Sêvo/ Qamişlo
Yemen ji sedsala 19’an ve bûye şahidê parçebûn û tevlîheviyê. Ew di sedsala 21’ê di çarçoveya nexşerêya Rojhilata Navîn ya hemdem de ji ber pilan û berjewendiyan dibe sê beş.
Yemen di serdemên dagirkerî û serweriya hêzên herêmî de:
Di sedsala 19’an de Yemena Başûr di nav de paytexta wê Eden di bin desthilatdariya Birîtaniya de bû, herwiha beşa din a Bakur di bin dagirkeriya Împeratoriya Osmanî de bû. Wê serdemê, Yemen di rewşeke wiha de bû ku parçekirî bû di navbera hêzên desthilatdar, ji aliyekî ve Birîtaniya û aliyê din ve dagirkeriya Osmanî. Ev rewş bi dehên sala dewam kir, heya şerê cîhanê yê yekemîn, bi têkçûna dewleta Osmanî re, di sala 1918’an de Osmaniyan xwe ji bakurê Yemenê vekişand. Piştre Yehiya Hemîddedîn, memlekeya Mitewekliye ya Yemenî ragihand. Lê serweriya Birîtanî li ser aliyê başûr hîna berdewam bû heya sala 1967’an, piştî ku şer rûda û Birîtaniya xwe ji Yemenê vekişand, di encamê de jî Komara Yemen a Demokratîk a Gelan hat ragihandin. Di wê demê de ew meyldar bû bi aliyê yekîtiya Soviyêtê, herwiha bû hevbenda wê. Tevî ku danûstandinên di navbera herdu aliyan de jî, dîsa di salên 70 û 80’î şer rû da.
Yekbûna Yemenê:
Di sala 1986’an de, Yemena Başûr bû şahidê şerekî navxweyî yê xwînî ku beşeke mezin a serokatiya wê ya siyasî ji holê têkçûn, ji ber ku Yekîtiya Sovyetê alîgirê sereke yê Başûr ket qonaxeke parçebûnê. Piştre, hewldanên ji bo yekitiyê bileztir bûn heta ku di 22’ê Gulana 1990’an de ala Komara Yemenê li Edenê hate bilindkirin, Elî Abdullah Salih bû serokê dewleta nû û Elî Salim Elbeyd bû cîgirê serokê wê. Herwiha destûreke nû ji bo Yemena yekbûyî hate ragihandin û di referandûmê de di sala 1991’ê de hate pejirandin. Lê belê, yekitiya Yemenê di demeke kurt de rastî ezmûneke dijwar hat, ji ber ku di 5’ê Gulana 1994’an de şerekî navxweyî di navbera her du aliyan de dest pê kir, sedem jî ew bû ku nakokî di navbera rêberên her du aliyan de li ser parvekirina desthilatê û entegrasyona artêşê derketin. Şer heta Tîrmeha heman salê berdewam kir û di encamê de 7 hezar heya 10 hezar kes hatin kuştin. Şer bi serketina hêzên Elî Abdullah Salih û têkçûna hêzên başûr û reva rêberê wan ê şoreşger Elî Selîm Elbeyd bi dawî bû.
Tevgera Başûr:
Serkeftina başûrê Yemenê dawî li pevçûnê neanî, lê belê ew kûrtir kir. Welatiyên başûrê Yemenê wê demê bawer dikirin ku yekîtiya aştiyane ya her du aliyan di wê rojê de bi dawî bû û li şûna wê dagirkerî cih hat guhertin û bû sedema derxistina bi hezaran kadroyên başûr ji karan û talankirina erd û milkan. Ev rewş di sala 2007’an de bû sedema ku wekî Tevgera Başûr derkeve holê û daxwazên parçebûnê were kirin. Lê zû veguherî tevgereke siyasî ya gelêrî ku banga serxwebûnê û vegerandina dewleta Başûr bike.
Di sala 2011’an de, bi destpêkirina xwepêşandanên gelan a ku ji Tûnisê dest pê kir, daxwaza veqetînê bi demkî di axaftina Tevgerê de paşve çûû başûrî tevlî xwepêşandanên gelêrî bûn ku li bajarên Yemenê belav bibin, daxwaza hilweşandina rejîma Elî Abdullah Salih kirin, da ku di sala 2017’an de hilweşe. Da ku Yemen ber bi sê herêmên parçebûyî ve here, aliyek jê di bin destê Hûsiyan de be, aliyê din yê başûr e û aliyê din yê bakur be.
Konseya (Meclisa) Veguhêz:
Piştî desthilata Hûsiyan li paytext Senayê û deverên din di sala 2014’an de, hevsengiya hêzê û serseriyê li ser erdê hat guhertin. Di sala 2017’an de, Konseya Veguhêz ya Başûr bi serokatiya Idarûs Elzubeydîhate ragihandin. Ev meclis Eden û deverên berfireh ên li başûr kontrol kir. Di Gulana 2023’an de, Meclisa Veguhêz a Başûr li Edenê serokatiya xwe ji nû ve saz kir, 25 endam pêkdihatin, ji bilî destnîşankirina serokên desteyên girêdayî wê. Herweha meclisa şêwirmendiyê ya ku ji 392 endaman pêktê hat avakirin, li gel Meclisa Neteweyî wekî odeya duyemîn a zagonsaziyê ya meclisê kar kir. Di heman salê de, Meclisa Veguhêz ya Başûr konferansek li dar xist da ku serok û nûnerên pêkhateyên siyasî yên başûr beşdar bibin û “Peymana Neteweyî” ya ji bo parçebûnê bi dawî îmze bikin. Ev yek jî bi sedama paşguhkirin û dûrxistina parêzgehên başûr ji rêvebirina siyasî û aborî. Di destpêka sala 2026’an de, Konseya Veguhêz ya Yemenê ragihandina destûrî weşand, tê de jî ji bo avakirina dewleta Erebistana Başûr heyama du salan eşkere kir. Di ragihandina destûra bingehîn de tê gotin ku dewleta Erebistana Başûr dewleteke serbixwe ye û sînorên wê yên Komara Demokratîk a Gel a Yemenê ya berê ku paytexta wê Edenê ye. Herwiha di qada navneteweyî de tê naskirin. Ew beşek ji cîhana Erebî û Îslamî ye, zimanê wê Erebî ye, ola wê Îslam e, hem jî Îslam çavkaniya sereke ya zagonsaziyê ye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sîstema siyasî li dewleta Erebistana Başûr li ser prensîba cudakirina di navbera desteyên cîbcîkar û desteyên din, pergaleke demokratîk a sivîl a li ser îradeya gel, serweriya dadweriyê, pirrengî û rêveberiyeke baş wê were avakirin. Bi vî rengî gel dê piştî qonaxa veguhestinê bi referandûma giştî cewherê sîstema siyasî diyar bike. Ragihandina destûrî, qonaxeke veguhestinê ya du salan diyar kir, hem jî dikare ji bo demeke ku ji dema bingehî derbas nebe. Armanc jê ew e ku peywirên pêwîst pêkwerin ji bo avakirina dewleteke demokartîk bi vîna gel li ser bingeha dadwerî û wekheviyê.
Hedremewt û piştperdeya parçebûnê:
Bê guman parçebûna Yemenê di hemdemiya ragihandina xweseriya dewleta Xaka Somal û qebûlkirina Israîl jê re, tê wateya ku pilanên nexşerêya Rojhilata Navîn dest pê dike û bi pratîkî ev yek tê pêkanîn. Di heman demê de li ser bingeha rewşa siyasî û berjewendiyên aborî yên kapîtalîzma nûjen wê ev nexşerê bê pêkanîn. Mijara Hedremewtê û parçebûnê ji ber mijareke aborî, desthilatdarî û berjewendiyan e, bi destwerdana Siwûdiyê û Îmaratê. Parêzgeha Hadhramaut bi tena xwe ji sedî 75 rûbera Yemenê ye, ji ber ku rûbera wê nêzîkî 193,000 kîlometreyan e. Li ser Deryaya Erebî 360 kîlometre dirêj e û li bakur bi Erebistana Siûdî û li rojhilatê wê Uman e. Ew di navbera Deryaya Erebî û hundirê Erebistana Siûdî de pireke bejahî pêktîne, di heman demê de benderên mezin ên wekî Mukla û Elddeba ji bo hinardekirina petrolê hene. Li parêzgeha Hedremewtê 80 ji sedî petrola Yemenê bi giştî tê derxistin. Ji ber vê sedemê ji aliyekî ve Îmarat piştgiriya serxwebûna beşa Başûrê Yemen dike, da ku wê bixe bin serweriya xwe û ji aliyê din ve Sûdiya Erebistan dixwaze vê beşa zengîn ji çengên Îmarat bikişîne. Ev yek jî wê bihêle ku şerê ji bo serweriyê di navbera her du aliyan de gurtir bibe û Yemena Başûr ber bi kirîzeke mezin ve here.






