Ronahî Sadûn
Wargeha Mexmûr û taxên Kurdan ên li Helebê (Şêxmeqsûd û Eşrefiyê) her rastî siyaseta dorpêçê ya li ser bingehê têkbirina vîn û berxwedaniyê tên, lê gelên Wargeha Mexmûr û taxên Kurdan ên Helebê li hemberî hebûna bêrûmet jiyana birûmet a berxwedaniyê hilbijartine. Herwiha dorpêç wê nikaribe berxwedana gel têk bibe.
Gelê Kurd li ku bin, siyasetên desthilatdariyê yên qirêj li dijî wan hatiye meşandin, ji dîrokê bigre heya roja îro ev yek berdewam e. Lê ji ber ku gelên Kurd gelekî berxwedêre, her dem ev siyaset vala derxistine û bi serkeftinê re tacîdar bûne. Sedsal in Kurd rastî qirkirin, înkar û bêmafiyê tên, çima ev yek li ser wan domandiye? ji ber li hemû cîhanê gelên ku rastî qirkirin û înkar hatine, li ber xwe nedane. Lê gelê Kurd gelê ku teslîm nabe û ji bo maf, welat û azadiya xwe, ruhê xwe daye ber mirinê û gotiye; “Yan hebûna birûmet, yan nebûn li hemberî bê rûmetbûnê.”
Kurdan ji dîrokê ders girtin
Niha em bînin roja îro, Kurd êdî weke berê nîn in û ji dîrokê gelek wane girtin, li ser wê bingehê xwe ava kirin û bûne xwedî hêz, rêveberî, rêxistinbûyîn û hwd…. Lewra hêrsa desthilatdariyê hîn bêtir li hemberî Kurdan mezintir bûye, ji bo wê berê xwe dane planên cuda û li ser Kurdan didin meşandin. Yek ji wan planan jî, plana dorpêçê ye ku niha li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşerefiyên ên li Heleb ji aliyê hikumeta veguhêz ve tê meşandin, di heman demê de li wargeha Mexmûrê dorpêçek heye.
Bi salan e dorpêç li ser taxên Kurdan Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê heye, salên berê di dema Esed de bi destê rêjma Baasê dorpêç dihat kirin, di roja îro de jî ji aliyê hikumeta veguhêz ve dorpêç heye. Li Wargeha Mexmûr piştî dorpêça PDK’ê, vê carê bi dorpêçek hikumeta Iraqê re rû bi rûye ku rûpelên dîrokê xwe dûbare dikin bi heman zihniyetê, lê tenê kesên desthilatdar tên guhertin.
Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di salên ku krîza li Sûriyê destpê kir û heya niha di hedefa êrişên cuda cuda de ne. Destpêkê di hedefa çeteyên El Nusrayê de bûn, piştre di hedefa çeteyên DAIŞ’ê de, herwiha bi salan bûn hedefa rejîma Baasê jî, niha jî di hedefa çeteyên girêdayî hikumeta veguhêz de ne.
Nêzî 500 hezar mirov li taxên Kurdan dijîn
Heleb cihê bazirganî, aborî û cihekî stratejîk e. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê parçeyekî Helebê ye. Ev tax li cihên bilind in ku li ser bajêr dinêrin. Nêzî 400-500 hezar mirov li van taxan dijîn. Di van taxan de hemû pêkhateyên li Sûriyê, hene. Ev her du tax gelek caran rastî êriş û dorpêçan hatiye, ku ji 2013’an vir ve Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi hemû awayî di bin dorpêçê de bûn.
Niha jî ji aliyê hikumeta veguhêz ve bi armanca zext û kontrolkirinê, siyaseta dorpêç tê meşandin.
Rêyên çûna û hatinê hatine girtin, hem jî rê li ber sotemenî, alîkarî û pêdîviyan hatiye girtin. Di encamê de alozî û binpêkirin ji aliyê komên girêdayî hikumeta veguhêz ve tê kirin. Rewşa van taxan di nava nearamiya êrişên hikumeta veguhêz de ye. Li hemberî wê jî Hêzên Ewlekariya Hundirî gel ji êrişan diparêzin, gel jî bi erka xwe ya Şerê Gelê Şoreşgerî radibe.
Armaca êriş û dorpêça li ser taxên Kurdan ên li Helebê
Armanca êriş û dorpêça li ser taxên Kurdan ên li Helebê (Şêxmeqsûd û Eşrefiyê) ew e ku aramî û demokrasiya van taxan bê xerakirin. Ji ber ku li van taxan aramî, edalet, demokrasî û wekhevî heye. Ji bo wê hikumeta veguhêz bi destûr û destekdayîna dewleta Tirk, dixwazin vê aramiyê xera bikin û tevliheviyê çêkin.
Hikumeta veguhêz rêya şer li şûna rêya aştiyê hildibijêre
Hikumeta veguhêz ku şûna Esed cih girtiye, heman siyaseta Esed dide meşandin. Di heman demê de ew li aliyekî peymanan îmze dike, li aliyê din jî binpê dike. Bi vê yekê ew ji bo gelên Sûriyê aştiyê naxwaze, şer dixwaze.
Di çarçoveya Peymana 10’ê Adarê de ya ku di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Serokê hikumeta veguhêz Ehmed El-Şara de hatibû îmzekirin, di 1’ê Nîsanê de di navbera Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê û hikumeta veguhêz de jî peymana ji 14 xalan pêk dihat, hatibû îmzekirin. Lê ji aliyê hikumeta veguhêz ve wekî çawa peymana 10’ê Adarê bicih neanî, peymana 1’ê Nîsanê jî binpê kir. Ji ber ku di hişmendiya wê hikumetê de serdestî heye. Dibêjin em ê hir tiştî li gorî xwe bikin, ji derveyî xwe gel an neteweyek din di nav xwe de qebûl nakin. Hişmendiya şovenîst, înkar, kuştin û qirkirina gelan bi wan re heye. Ev li gelek deverên Sûriyê jî hate dîtin.
Li kêlek dorpêça taxên Kurdan, li Wargeha Mexmûrê jî dorpêç heye
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke Penaberên siyasî hatî pejirandin, bi salên dûr û dirêj in ku rastî zilm û zordariya dewleta Tirk, PDK tên û niha jî bi ya Iraqê rû bi rû ne. Li wargeha Mexmûrê nêzî 12 hezar welatiyên ji Bakurê Kurdistanê hene, şêniyên wargehê piştî rêyek gelek dirêj a tije êriş, zehmetî û êşên jiyanê, li Mexmûrê bicih bûne. Ji dema bicihkirina wan li wargehê û heya niha êriş û dorpêç li ser wan heye. Lê her ew li ber xwe didin û Wargehê teslîm nakin.
Hikumeta Iraqê ji 10’ê Nîsana 2025’an ve dorpêç danîye ser Mexmûrê. Ev dorpêç didome. Di sala 2019’an de jî hikumeta Herêma Federe ya Kurdistanê dorpêç danîbû ser Mexmûrê. Hem hikumeta Federe ya Kurdistanê û hem jî hikumeta Iraqê bi polîtîkayên dorpêç, tepisandin û zextan hewl dide ku şêniyên Mexmûrê wargehê vala bikin. Lê li dijî êrişan û dorpêçê şêniyên Mexmûrê têdikoşin û Mexmûrê diparêzin.
Çiqasî berxwedanî li hemberî dorpêçê hebe, pêwîstiya pêdiviyan jî heye
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, herwiha li Wargeha Mexmûrê jî her çiqasî ku berxwedaniya gel li hemberî dorpêçê bilind be, lê nederbaskirina pêdiviyên bingehîn û girtina rêyan, zordariyeke mezin derdixîne holê. Zivistan bi sermayê mirinê li ser wan derbas dibe, havîn jî bi germahiya tîna rojê jiyan dikin. Ev gelê leheng dibêje em ê her tiştî li ser xwe qebûl bikin, lê jiyana ku li ser me bê ferzkirin û xwe ji rastiyê re bêdeng bikin, qebûl nakin.
Em di demên şoreşa azadiyê de jiyan dikin
Di encamê de em vê tînin ziman ku em ne di çaxê Osmaniyan de ne ku dewleta Tirkiyê hemû devran ji xwe re dagir bike û bike ya xwe. Û em ne di demê rejîma Baas de ne ku hikumeta veguhêz li ser gelên Sûriyê, bi taybet Kurdan desthilatdariya xwe bimeşîne. Hikumeta Iraqê jî wê nikaribe vîna gelên Wargeha Mexmûrê bi dorpêçê têk bibe. Îro em di demên şoreşa azadiyê de jiyan dikin. Ji bo wê lêvgera bingehîn a van desthilatdaran gel e, ger ku gel wan qebûl neke û ji bo gel nexebitin, wê dawîbûna wan bê, ji ber tekez şoreşa azadiyê ya gelan wê bi ser bikeve.






