Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îlham û manîfestoya azadiyê

07/01/2026
in JIN
A A
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Share on FacebookShare on Twitter

Xecê ŞEN

Sakîne Cansiz, Sara) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şeylamez (Ronahî) bi felsefeyên xwe ya di israrkirina jiyana azad , her tim rêya me ronî kirin, bûn Îlham û manîfestoya jiyana azadiyê me.

Pêşengên têkoşîna rizgariya azadiya jinan Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan 12 sal berê di 9’ê çeleyê ya 2013’yan de li navenda medeniyet û demokrasiye Parîsê hatin qetilkirin. Parîs qaşo navenda şaristanî, medeniyet û demokrasiyê ye. Lê çi ecebê ev demokrasi her tim bûne sedema kuştina jinên şoreşger û berxwedêr. Jinên wek Sakîne Cansiz gotibû “Jiyana min timî şer bû”bibûn  îlhama têkoşîna hemû jinan.

Sakîne Cansiz cara yekemîn li dijî mêtîngeriya kedê serî radike û ji Dêrsimê heta Enqereyê diçe û tevlî koma yekemîn a Apoyî dibe. Di nava tevgera azadiyê de dibe jina duyemîn ku di Kongreya Tevgera Azadiyê ya di 1978an de li gundê Fîsê yê Licê ya Amedê ku hat lidarxistin de cîh digire. Sakîne Cansiz ji wê rojê heta şehadeta xwe di hemû kêliya jiyanê de li berxweda û bû sembola azadiya me.

Sakîne Cansiz bi vê têkoşîn û berxwedana xwe ya bêhempa, bi felsefeya xwe ya di israrkirina jiyana azad her tim rêya me ronî kir û bû îlhama têkoşîna me. Ji ber vê yekê ku ew bû hedefa hêzên hegemonîk. Ji ber israra wê ya aştiyeke bi rûmet, azadî û wekheviyê bû ku hêzên dagirker ew qetilkirin û ev 12 salin ku me ji îlhama wê bêparhiştin. Her çi qas ev 12 sal in hevala Sakînê bi awayeke fîzîkî ne bi me re jî be, lê ew di her kêliya jiyana me de dijî û dê her tim bijî.

Herwiha yekê jî jina ciwan a ku hêza xwe ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan girtibû û rêya heqîqeta ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan afirandibû de meşiya. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di Kongreya Tevgera Azadiyê ya yekemîn de ku di 1978’yan de li dar xistin, ji bo ciwanan wiha gotibû: “Me bi ciwanî destpêkir û em bi ciwanî bi ser jî bikevin”. Bi ruh û ilmê vê felsefeyê bi hezaran ciwan li pey ronahiya azadiyê çûn. Leyla Şeylamez ku navê xwe ji ronahiyê felsefeyê girtiye, di rêya heqîqet û azadiyê de meşiya. Wê bi vîn ruhê xwe yê ciwanî bû dengê bi hezaran jinên ciwan. Îro ji Bakur, Rojava, Başur û heta raperîna Jin Jîyan Azadî ya Rojhilat bi hezaran jinên ciwan li ber şewqa ronahiya dîlana azadiyê digirin.

Fîdan Dogan Rojbîn jiyana xwe bi çîrokên koçberiyê tijîkirî, bi fikrên xwe yên kûr û hûr ku çîrokên surgunê hûnandî û hêza xwe ya ku ji bîranînê Mereşê girtî, veguhert hêza têkoşîna azadiya jinan û ya hemû gelê binbindest. Ew bû îfadeya herî xurt a manîfestoya azadiya jinan.

Fîdan Dogan, ji bo ku dengê berxwedan, têkoşîna jinên kurd û gelê Kurdistanî li cîhanê belav bike û hebûna wan bide kabul kirin, wê li welatê Avrupayê bi salan di qada dîplomasiyê de pêş xebata dameşandin. Wê 2011an de berpirsyariya Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Parîsê kiriye. Ew ji forumên civakî heta senatoyan, parlamento û heta Konseya Ewropayê dibe fîgur û sembola dîplomatîk a delegasyona Kurd. Heta roja ku hat qetilkirin jî xebatên xwe bê navber meşand. Herwiha Fîdan Dogan Rojbîn, di 2007’an de berdevkiya çalakiya greva birçîbûnê li dijî jehrîbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxwaza ku CPT heyetekê bişîne Îmraliyê ya 39 rojan pêkhatibû kir.

Em, hişmendiya hêzên hegemonîk ên kujerên kastîk ku stêrkên me kuştin, xwestin jiyana me tarî bikin şermezar dikim. Di kesayeta jinên berxwedêr ên wek Sakîne Cansiz, Sara) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şeylamez (Ronahî de ku bûne îlham û manifestoya jiyana me hemû nemirên rêya heqîqet û azadiyê bi hezkirin û bi rêzdarî bi bîrtînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.