Esma Mistefa/Qamişlo
Jinên Ciwan bi pêvajoya Aştî û Ciwaka Demokratîk re xebat û rêxistinbûyîna xwe li gor erk û berpirsyartiya ku Rêber Abdullah Ocalan daye ser milê wan, nû kirin. Bi vê yekê re Jinên Ciwan tekez kirin ku wê navenda xebat û tevgerînên wan ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be.
Rêxistinbûyîna jin û vegera jinê ya li cewherê xwe di sedsala 21’emîn de bi felsefe û bîrdozya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêş ket û wetedar bû. Di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi avabûna rêxistin, tevger û saziyên jin re jinan xwe bi her awayî di nava lêgerîna heqîqet û guhertina hişmendiya hezar salan de dît û têkoşîn kir. Yekîtiya Jinên Ciwan jî perçeya herî girîng di rêxistinkirina ciwanan de rol lîst û vê yekê zêdetirî deh sala ye dike. Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re Rêber Apo ji bo xebatê ciwan û jinên ciwan bi taybet re name û perspektîvên demê şand. Ev name her wiha manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo vê kategoriyê bû rêya xwenûkirin, xweperwerdekirin û perspektîvên demê. Jinên Ciwan di van deman bi taybet de xwendina Rêber Apo û li gor pêvajoyê xwerêxistinkirin û avakirina komînan xebatên xwe wetedarkir dikin. Her wiha ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî xebat dikin.
Têkildarî van xalan û bi taybet girêdanbûna jin û Rêbertî, berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Bêrîtan Roj û berdefka Jinên Ciwan ya Hesekê Şam El-Zên ji Rojnameya me re axivîn.
‘Banga dîrokî, Manîfestoya Civaka Demokratîk û nameya Rêbertî; Perspektîfên demê ne’

Bêrîtan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jin di vê pêvajoyê de û wiha nirxand: “Di sala 2025’an de gelek guhertin û veguhertinên giran hatin çêkirin. Ev guhertin him di asta cîhanê de û him jî di asta Kurdistanê bi taybet de hatin dîtin. Ji van guhertinan gava dîrokî ya ku Rêber Apo avêtiye bû. Ev yek muhra guhertina dengeyan li tevahî cîhanê xist. Bi taybet ji bo doza Kurd gav û huhertinên dîrokî rûdan, bê guman ev jî di encama têkoşîn û berxwedana bi dehê salan de hate kirin. Helbet vê yekê bandora xwe li ser hemû Kurdistanê kir. Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re ne tenê Tirkiyê lê belê cîhan hemû lerizî.
Bi derketina manîfestoya serdemî ya Aştî û Civaka Demokratîk re, guhertin û bandoreke kur li hemû xebatan kir, ev guhertin ber bi pêvajoya aştiya mayînde ve bûn. Ji bo xebatê Tevgera Ciwanan û Yekîtiya Jinên Ciwan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû ciwanên Kurdistanê yên welatparêz, banga Rêber Apo, parêznameya Civaka Demokratîk û nameya ku ji ciwanan re rêkiriye, bûn perspektîfên dema nû. Jinên Ciwan jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi van perensîban re kir yek û xwebatên xwe yên rêxistinbûyîn û perwerdehiyê li gor vê pêvajoyê aktîv kir.”
‘Divê em girêdanbûyîna jin bi Rêbertî re baş fem bikin û bixwînin’
Bêrîtan di dirêjahiya axaftina xwe de ev bilêv kir: “Me bi felsefeya Rêber Apo re jiyan û xebatê xwe birêxistin kir, her tim em li ser van pîvanan têkoşîna ber bi guhertina zihniyeta pênc hezar sal û têkoşîna li hemner polîtîkayên dijmin, kar meşandiye. Bi taybet bi rêkirina nameyên Rêber Apo re, asoyên nû yên tevgerandin û nêzîkbûna ji pêvajoyê re vebû. Em têgihştin ku ji bo em hîn zêdetir ji pêvajoya heyî re bibin bersiv divê em xebatê xwe hîn zêdetir û berfirehtir bikin. Rêbertî balê dikşîne ser ku ger ciwan xwe li gor pêvajoyê rêxistin nekin, wê hişk bên rexnekirin. Ji ber vê yekê jî divê em girêdanbûyîna jin bi Rêbertî re baş fem bikin û bixwînin. Rêberiya ku her ji bo rizgarkirina jinê ji fikir û qeydên nexweş yên pergalê rizgar bike, xebitiye û zanist pêşxistiye, wê demê divê em jî di vê pêvajoyê bi taybet de vê girêdanbûyîn û nêzîkbûna ji Rêbertî re xurtir û watedartir bikin.
Helbet ev yek bi xwendina Rêbertî û têgihiştina wate û cewherên ku Rêber Apo dixwaze raxîne ber me re pêkan dibe. Her wiha me dît ku divê di serî de komînên ciwan û jinên ciwan bên avakirin, em ji wir dest bi rêxistinbûyîneke layiqî vê pêvajoyê û erkên ku Rêbertî dane ser milê me, bikin. Em bi perwerdekirin, nûkirin û rêxistinbûyîneke bi heybet, em ancax dikarin layiqî perspektîfên Rêber Apo derkevin.”
‘Rêbertî mezinbûn û bilindûna cewhera jin derxist holê’

Her wiha Şam ku jinek ciwan ji pêkhateya Ereb e bal kişand ser rabûna jin bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan re û wiha pê de çû: “Dibe ku me ji zû de Rêber Apo nasnekiribe û derfeta ku em ji nêz ve pê re bimînin nebû para me, lê di heybetbûn, rêxistinbûn û şoreşa ku hemû cîhan guhertiye em mêze dikin, ji me re her tişt zelal dibe. Rêber Abdullah Ocalan jina ku dihat naskirin a ku ne bê maf lê mafê wê jê hatibû standin, ji wan dest û zihniyetên desthilatdar rizgar kir. Em li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinêrin di hemû beşên xebat û civakê de em têdighêjin ku têkoşîneke çawa ji hemû jinan tê xwestin da ku bighînin misogeriya azadiya xwe.”
‘Jinên Bakur û Rojhilatê Sûryê bûn dengê hemû jinan’
Şam axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ger em di vê pêvajoyê de xwe di felsefeya Rêber Apo de kur nekin, wê xilasiya me ji polîtîkayên pergalê yên li ser jin tune be. Ji xwe hin sîstemên dewletê û him jî pergala giştî bi hemû hewildanên xwe paşdexistina jin dike. Em bûn şahid ku çawa komkujî li ser jin di Sûriyê de hatin kirin, tu rêxistinek mirovî ne herêmî ne jî cîhanî yên ku qaşo xwe dikin parêzvanên mafê jin in, tu bertek nîşan nedan. Tenê Jinên bi xeta Rêber Apo ve girêdayî û xwe rêxistinkirine, li hember hemû cîhanê bûn dengê wan jinan.”






