Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îsraîl bi Qibris û Yûnanistanê re pilaneke hevkariya leşkerî îmze dike

04/01/2026
in CîHAN
A A
Îsraîl bi Qibris û Yûnanistanê re pilaneke hevkariya leşkerî îmze dike
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên

Hewildanên hevbeş di navbera Îsraîl, Yûnanistan û Qibrisê berdewam dikin. Di 28’ê Knaûnê de pilaneke hevbeş ya hevkariya leşkerî ya sêalî di navberan van welatan de hat îmzekirin.

Hewildana hevbeş a berdewam û berbiçav a ku ji hêla Îsraîl, Qibris û Yûnanistanê ve di gelek astan de, bi taybetî di asta leşkerî de, tê kirin. Bê guman peyamek zelal ji bo Tirkiyê nîşan dide, ku li aliyê dijberî van her sê welatan e. Ev hewldan, dibe ku di pêşerojek nêzîk an dûr de, bi hêzek hevbeş a leşkerî bigihêje lûtkeyê, mijarek ku jixwe tê nîqaşkirin û bi tevahî lêkolîn tê kirin.

Li gorî Rojnameya Jerusalem Post roja Yekşemê di 28’ê Kanûnê de ji Hêzên Parastinê yên Îsraîlê, ragihand ku Îsraîl, Yûnanistan û Qibrisê planeke çalakiyê ya hevkariya leşkerî ya sêalî ji bo sala 2026’an îmze kirine, ku armanca wê xurtkirina aramî û ewlehiyê li Rojhilatê Deryaya Spî ye. Ev însyatîf beşek ji hewldanên berfirehtir e ji bo astengkirina çalakiyên leşkerî û stratejîk ên Tirkiyê li Rojhilatê Deryaya Spî ye.

Hevkariya leşkerî

Rojnameya Jerusalem Post diyar kir ku şandeya Îsraîlê bi serokatiya serokê Beşa Hevkariya Derve ya Hêzên Parastinê yên Îsraîlê, Tuggeneral Amit Adler, li Nîkosya bi hevalbendê xwe yên Yûnanî û Qibrisî re civiya. Plan tetbîqatên perwerdehiyê yên hevbeş, komên xebatê di warên cûrbecûr de û diyaloga leşkerî ya stratejîk li ser mijarên berjewendiya hevpar vedihewîne.

Îmzekirin di hefteya dawî ya Kanûnê de li Qibrisê hat kirin, lê artêşa Îsraîlê ev pêşketin roja Yekşemê di 28’ê Kanûnê de eşkere kir û rave kir ku îmzekirin gaveke din di kûrkirina hevkariya leşkerî ya di navbera welatên herêma Rojhilatê Deryaya Spî de temsîl dike.

Hêzek ji bo bersiva bi lez

Di heman çarçoveyê de, malpera nûçeyan a Yewnanî “Tania” diyar kir ku konsepta ku ji hêla Îsraîl, Qibris û Yewnanistanê ve hatiye nîqaşkirin yekîneyeke ji nêzîkî 2500 leşkeran pêk tê, ku ji her yek ji Yûnanistanê û Îsraîlê 1000 leşker û ji Qibrisê jî 500 leşker hene.

Di 18’ê Kanûnê de, rojnameya Washington Post ragihand ku berpirsên payebilind ên Îsraîl, Yûnanistanê û Qibrisê li ser îhtîmala avakirina hêzeke bersiva bilez a ji yekîneyên ji artêşên her sê welatan pêk tê nîqaş dikin.

Sê çavkaniyan ji The Post re gotin ku ev înîsiyatîf beşek ji hewldanek berfirehtir e ji bo astengkirina çalakiyên leşkerî û stratejîk ên Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Spî û destnîşan kirin ku ew ê ne yekîneyeke daîmî û sabît be, lê belê yekîneyeke ku dikare di demên krîzê de li ser erdê, li deryayê an jî li hewayê bi lez were belavkirin.

Li gorî Reutersê Hin berpirsên leşkerî yên Yûnanî û çavkaniyeke peybilind gotine ku, Yûnanîstan, Îsraîl û Qibris wê perwerdeyên hewayî û deryayî yên hevbeş li rojhilatê deryaya Spî di sala 2026’an dê berfireh bikin, da ku hevkariya parastinê xurt bikin.

Têkiliyên di navbera her sê welatên li rojhilatê Deryaya Spî de di deh salên borî de bi rêya perwerdeyên leşkerî yên hevbeş, kirîna çekên parastinê û hevkariya enerjiyê, xurt bûne. Ev pêşketin ji hêla Tirkiyê ve bi baldarî têne şopandin.

Nameyek zelal ji bo Tirkiyê

Avakirina vê hêzê û heta tenê nîqaşkirina avakirina wê, armanc ew e ku peyamek ji Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bişîne. Têkiliyên Enqerê bi Til Ebîb, Nîkosya û Atînayê re di demên dawî de aloz bûne, ji ber şerên desthilatdariyê li Sûriye û herêma Meşreq Erebî ji bo Îsraîlê, kontrola li ser bakurê Qibrisê ji bo Qibrisê û nakokiyên sînor û deryayî bi Yûnanistanê re.

Tirkiyê dixwaze beşdarî hêza pirneteweyî ya li Xezayê bibe û bi her du hikûmetên ku pêvçûn di navbera wan de ye li Lîbyayê re hevdîtinan dike da ku peymanek nû ya deryayî danûstandinan bike. Ev gav dikare bihêle ku ew di qada deryayî ya bakur û rojhilatê Deryaya Spî de bibe lîstikvanek serdest.

Di 22’ê vê mehê de, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku Îsraîl, Yûnanistanê û Qibris li hev kirine ku hevkariya leşkerî û ewlehiyê di navbera xwe de berfireh bikin, di peyamekê de ku ji aliyên herêmî, bi taybetî Tirkiyê re hatibû şandin, bêyî ku navê wê bi nav bike.

Gotinên Netanyahu wê rojê di konfranseke rojnamevanî de hatin, ku wî ligel Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis û Serokkomarê Qibrisê Nikos Christodoulides li dawiya lûtkeyeke hevbeş a li Qudisê li dar xist.

Serokwezîrê Îsraîlê peyamek hişyariyê ya rasterast, her çend nav lê nehatiye dayîn jî, ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re şand û got: “Ji bo kesên ku xeyal dikin împaratoriyan ava bikin û erdên me kontrol bikin, ez dibêjim: Ji bîr bikin. Ev ê çênebe. Li ser vê yekê qet nefikirin.”

Her wiha wî lê zêde kir û got: “Em pabend in û dikarin xwe biparêzin û ev hevkarî şiyanên me xurt dike. Bi hev re, wekî demokrasiyên li Rojhilatê Deryaya Spî, em ê ewlehî, serfirazî û azadiyê pêşve bibin.”

Hevkariyeke berdewam

Analîst balê dikişînin ser hevkariya nêzîk û berdewam a di navbera her sê welatan, Îsraîl, Qibris û Yûnanistanê de û têkiliya leşkerî ya di navbera Qibris û Îsraîlê de, ku ya paşîn dixwaze alavên leşkerî veguhezîne girava Rojhilata Navîn.

Di salên dawî de, Îsraîlê gelek perwerdeyên hevbeş bi hêzên deryayî û hewayî yên Yûnanistanê û Qibrisê re lidar xistine, di nav de perwerdeyên sêalî jî hene. Li gorî raporên Yûnanistanê, pergala mûşekên Spike ya Îsraîlê ji qonaxa kirînê ber bi bicihkirina operasyonel di nav artêşa Yûnanistanê de ve diçe.

Li gorî weşanên cuda nîşan didin ku armanc ew e ku heta havîna bê, bi balkişandina ser bicihkirina li giravên rojhilatê Egeyê û herêma Çemê Evros, bi tevahî amadebûna operasyonel pêk were.

Li gorî raporan zelal dikin ku ev ne tenê bidestxistina mûşekên dûrin, lê di heman demê de yekkirina toreke berfireh a tam herwiha pergalên fermandarî û kontrolê jî vedihewîne, ku qidreteke mezin û giring dide yekîneyên biçûk.

Enerjî û Aborî

Sektora enerjiyê kevirê bingehîn ê avahiya hevpeymaniya sêalî temsîl dike, ji ber ku ew berjewendiyên erdnîgarî û aborî yên her sê welatan yek dike. Îsraîl û Qibris xwedî keşfên giring ên gazê yên deryayî ne, di heman demê de Yûnanistanê rola deriyê bejahî yê bazarên Ewropî dilîze.

Her sê welatan siyasetên xwe yên enerjiyê hevrêze kirine, di çarçoveya Foruma Gazê ya Rojhilata Deryaya Spî de, ji destpêka damezirandina wê sala 2019’an de. Ev yek çarçoveyeke herêmî ye ku welatên Ereb û Ewropî di nebûna Tirkiyê de beşdar bûne, ku ev yek aliyek siyasî daye forumê ku ji platformek teknîkî wêdetir diçe.

Di vê çarçoveyê de, projeya boriyên petrolê yên Rojhilata Deryaya Spî ya pêşniyarkirî ji bo veguhestina gazê ji zeviyên Îsraîl û Qibrisê ji bo Yûnanistanê û dûv re jî bo parzemîna Ewropayê, ji bilî projeya kabloya elektrîkê ya binavî ku torên elektrîkê yên di navbera her sê welatan de bi hev ve girêdide, di hewldaneke ji bo zêdekirina ewlehiya enerjiya herêmî û cûrbecûrkirina çavkaniyên dabînkirina Ewropayê de, balkêş e.

Di heman demê de, Yûnanistan û Qibris hevkariya xwe ya bi Misirê re di warê hinardekirina gaza xwezayî ya şilekirî de kûrtir dikin, bi sûdwergirtina ji binesaziya heyî ya Misirê, ku hewcedariya bi rêyên transîtê di nav Tirkiyê re kêm dike.

Hevpeymaniya berjewendiyan

Nêzîkbûna Îsraîl, Yûnanistan û Qibrisê nêzîkî 15 salan e ku piştî têkçûna têkiliyên di navbera Îsraîl û Tirkiyê de pêş dikeve, dema ku Til Ebîb hem di Yûnanistan û hem jî di Qibrisê de hevkarên alternatîf dît ku dikarin valahiyek siyasî û ewlehiyê ya berfireh tijî bikin. Wê dest bi çêkirina hevkariyê bi zimanek nerm li ser bingeha projeyên enerjiyê û dîplomasiya herêmî kir, berî ku paşê aliyên xurttir bi dest bixe.

Her ku di deh salên dawî de keşfên gazê li Rojhilatê Deryaya Spî zêde bûn, sedemên vê hevpeymaniyê zêde bûn, ji ber ku Îsraîlê di hevalbendên Atîna û Nîkosyayê de dît ku fikarên xwe yên li ser polîtîkayên herêmî yên Tirkiyê parve dikirin, çi di derbarê nakokiyên deryayî de be an jî helwestên siyasî yên têkildarî pirsgirêka Filistînê be.

Ji sala 2016’an vir ve, serokên her sê welatan nêzîkî 10 civîn li dar xistine ji bo vê rêyê, dê rêgezek stratejîk a aram nîşan dide ku li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û vîzyonek hevpar ji bo entegrasyona herêmî ye.

Di salên borî de, Îsraîlê hebûna xwe wekî dabînkerê sereke yê alavên leşkerî ji bo Yûnanistan û Qibrisê xurt kiriye, bi dabînkirina wan bi sîstemên mûşekên pêşkeftî, dron û teknolojiyên şerê elektronîkî.

Hêzên Îsraîlî her wiha li ax û qada hewayî ya Yûnanistan û Qibrisê perwerdehiya xwe zêde kirine, bi sûdwergirtina ji erdnîgarî û erdê cihêreng, di nav de perwerdeyên hewayî yên simulasyona mijûlbûna bi pergalên parastina hewayî yên pêşkeftî yên wekî pergala S-300-ê yên li girava Girîtê bicîhkirî, pêk tînin.

Tevî israra Netanyahu ku ev hevkarî ne li dijî Tirkiyê ye, raporên medyayê yên ji Atînayê behsa lûtkeyê kirin ku avakirina hêzek hevbeş a bilez a nêzîkî 2,500 leşkeran nîqaş dike, ku wekî amûrek astengkirinê li rojhilatê Deryaya Spî hate pêşkêş kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.