Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pirsgirêkên me ne ferdî, civakî ne

04/01/2026
in Serbest
A A
Pirsgirêkên me ne ferdî, civakî ne

Screenshot

Share on FacebookShare on Twitter

 Asya Waşûkanî

Gelo wê heya kengî tundî berdewam bike? Tundî her diçe xwe weke dêwekî mezin dibe û dibe ku hemû mirovahiyê jî daqurtîne. Dema mirov li ser mijara tundiyê dihizire gelekî li zora mirov diçe. Mirov tê rewşa dînbûnê. Manîfestoya Rêber Apo ji girtîgeha îmraliyê şand me xwend û em li ser lêhûrbûnê dikin. Me fêm kir ku hişmendiya qetlê û tundiya mêrperwer 30 hezar sal berî zayînê ye. Hîn jî ew hişmendî berdewam dike. Rojane bi dehan jin di nav malan de têne qetil kirin. Dîsa di sengerên şer de bi sedan ciwan têne qetilkirin û li holê rewşeke pir sosret heye.

Lê hîn jî ez wê berteka jin û civakê ya li hemberî tundî û qetlê nabînim. Ez pirs dikim, gelo ji bo jin û civak xwe nas bikin, li hemberî tundûtûjiya hişmendiya mêrê desthilatdar derkevin qadan çi pêwîst e. Ya rastî divê di serî de jin dengê xwe bilind bikin û bêjin, “Em zilm, tundî, kuştin, talan û destdirêjiya li ser jinê qebûl nakin.”  Hewce ye helwesta xwe ya li hemberî her cure qatilên kastîk deynin holê. Mixabin hîn jî ferdperestî heye û qatil têne parastin. Heya ew hişmendî hebe wê zilmên nû û qetilkirin jî hebe. Heya mirov wiha tevbigerin wê neyar jî fersendê li civakê bibîne û wê weke qatilên kastîk serê wan jêke.

Eger civak bi biryar in li pey bîrdozî û siyaseta Rêber Apo bimeşin, teqez wê serkeftî bin.  Lê eger xwe virde û wirde bidin, wê koledarî û dagirkerî li ser me serwer be. Wê rewşa heyî xerabtir bibe. Pêwîst e bi zelalî biryar were dayîn û her kes hişê xwe bîne serê xwe. Pirsgirêkên me ne ferdî, civakî ne. Lewma divê em jî biryara xwe bi komî bidin.

Rêber Apo bi dehan salan e di nav şert û mercên herî zehmet de hewl dide ji bo me jiyana azad a bêtundî û bêzext ava bike. Bi fikir û felsefeya xwe rêya me ronahî bike. Rêbertî hewl dide pirsgirêka Kurd a li her çar parçeyan çareser bike. Hê jî bi kelecan û coşa ciwantiyê  ji bo şoreşa azadiyê dixebite. Bang li her kesî dike ku destê xwe têxin bin kevir de û ji bo jiyaneke komînal, wekhev û azad têkoşîn bikin.

Me weke gelê Kurd gelekî derdê xiyanetê kişandiye. Eger em bêjin, “Xiyanet sedema sereke ye ya  heya niha gelê Kurd bindest e”, wê şaş nebe. Xiyaneta reş her weke xencerekê bû di pişta serhildanên gelê Kurd de. Lê Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe yên dewlemend û têkoşîna xwe ya bîrdozî dawî li xiyanetê anî,  roj bi roj gelê Kurd hemû kir yekpare. Rêbertiya me îro jî li ser wê têkoşînê banga pêvajoya aştî û civaka demokratîk dike. Ji derveyî serkeftinê ti şansekî me yê din tineye. Divê her kes xwe ji têkoşîna serkeftinê re amade bike. Hemû civak û nexasim jî jin divê haj ji vê rastiyê hebin, xwe bikin yek û çalak bibin. Pêwîst e ti kes barê xwe navêje ser kesekî din. Divê em hemû bi kar û xebatên pêvajoyê rabin. Li ser esasê ji bo serkeftinê yekîtî û hevgirtin pêwîst e, divê ji her demê bêhtir em bixebitin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.