Esma Mistefa
Hunermend û dengbêja kurd Meryem Xan, xatûn û şaha dengbêjiya kurdî ye, xwediya dengê zîz û zelal e, stûna dengbêjiya resen e. Meryem Xanê, di sala 1904’an de li gundê Dêrgolê yê girêdayî bajarê Şernaxa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Bi fermana sultanê Tirkan re , sala 1915’an, malbata Meryem xan koçber dibe, destpêkê li Qamişlo, piştire li Şamê bi cih dibe.
Li Şamê, Meryem xan mîrek Bedirxanî nas dike, û evînek kûr di navbera wan de çêdibe.
Hin jêder dibêjin ku ew zewicîne, û ji ber ku hevserê wê destûra karê huner û dengbêjiyê nedayê, wê dev ji wî berdaye, lê hin jêder jî dibêjin ku wan demekê ji hevûdu hezkirine paşî dev ji hev bedane bêyî ku şûkirin di navbera wan de bibe, ji ber veqetîna ji yarê xwe û êşa evînê, Meryam Xan ji wir koç dike û berê xwe dide Îraqê, demekê li Mûsilê dimîne, piştre diçe Bexdayê, û li mala keça apê xwe Elmas Xan Mihemd bi cî dibe, piştre Meryem xan ji mala keça apê xwe jî cihê dibe û malekê ji xwe re kirê dike.
Meryem xan li Bexdayê di weşaneke radyoyê ya li Bexdayê di beşa Kurdî de dest bi kar û xebata xwe ya hunerî dike. Wê demê destpêka weşana wê radyo ya Bexdayê bûye ji ber zîrekî û jêhatî bûna Meryem xanê rêvebiriya beşa Kurdî didine wê.
Di wê dema ku civaka Kurdî hunermendî û dengbêjiya jinê weke şerm û qephetek mezin didît, Meryem Xanê bi tenha xwe têkoşîneke bê hempa li hemberî vê hişmendiya teng û paşverû dikir, bi vîna xwe ya pûlatî û hezkirina xwe ji hunerê re gelek astengî derbas kir û dikarîbû navê xwe di cîhana hunera Kurdî de kûr bikole, û bighêje asta hunermendên serdema xwe yên navdar û bejinbilind wek nemir Mihemed Arifê Cizrawî.
Meyrem Xan yek ji jinên kurd yên pêşeng bû ku riya hunerê û dengbêjiyê girtin, tevî ku ev rê ji jinê re qedexe bû, û pir pirsgirêk, arîşe, qerwelk û serêşî ji dû wê digihanê, lê hunermenda me ranewestiya û gavên xwe bi bawerî di vê riya qeşeng de tavêtin.
Meyrem Xanê yekemîn jina kurd e, a ku bi wêrekî stranên xwe tomar kir û bi riya kasêtan stiranên wê hatin belavkirin, bi vê yekê tê hejmartin yek ji nav hunermendên kurd yên ku stranên foloklorê kurdî parastin û bi dengê xwe ji bo nifşên li dû xwe veguhestin .
Herwiha Meryem xan vedana dengê netewa xwe bû , ji ber ku di ezmanê dengbêjiya kurdî de dengbêjên wê demê serkêşê strana netewî ya kurd bûn, ku Meryem xanê jî yek ji wan e , û ew di vî warî de aleke berz û bilinde
Di stranên Meryem xanê de, evîn û hezkirina welêt diyar û xwiyanî ye.
Di wan stranan de gellek serpêhatiyên kurdan derbas dibin ; mîna strana “karwanê mala bavê sêvê, Mehemd Selîm zavakî taz e , wa axawo”
Meryem xan di koşk û dîwanxaneya malbatê de helbestvan , nivîskar û kilambêj dicivandin, deriyê mala wê ji hemû hunermendên kurd re herdem vekirî bû.
Hunermenda kurd Meryem Xan ji bo hunera kurdî gelek rexneyên tûj ji civaka girtî dîtin û pir zehmetî di jiyana xwe de kişand.
lê viyan û hezkirina wê ji hunerê re ji van astengiyan tevan xurtir bû ,lewre karîbû bibe stûnek ji stûnên hunera kurdî.
Dengbêja hêja Meryem Xan temenê xwe di nava xizanî û rebeniyê de buhirand, dawiyê ji ber nexweşiya gurçikan ve jiyana xwe ji dest da.
Hin jêder dibêjin ku ew di sala 1949 an de li Bexdê çû ser dilovaniya
xwedê .
Xatûn û şaha dengbêjiya kurd Meyrem xan ta di dema nexweşiya xwe de jî distra.
Bêhtir ji 200 stran û gelek sêlikên wê hene,
Meyrem xanê oxira xwe ji feleka xwe ya bêbext xwest , lê bi kilam û stranên xwe, kaniyeke zengîn û zelal ji guhdarvan û hunera kurdî re hişt.
- LAWIKÊN NASKIRÎ YÊN MERYEM XANÊ STRAYE :
1 – Wele Domam
2 – Bavê Koroxlî
3 – Mehmed Selîm zavekî taze
4 – Li xelkê tehlê, lê li min şêrînê (Helîm)
5 – Gewra min tu nîn e
6 – Sîwrê me sîwar bûne
7 – Mihemedo ronî
8 – Sêvê û Hecî Elî
9 – Lê Lê Yadê Rebenê
10 – Hesenê Pisman
11 – Elî Delal - BESTEYÊN GELÊRÎ KU MERYEM XAN STRAYE:
1 – Qûmrîkê sêva tucara
2 – Girê Sîra bi sîr e
3 – Hey berde berde
4 – Lê lê Wesê
5 – Hey la li min xerîbê
6 – Gulşenî
7 – Lê dînê lê dînê
8 – Gulê hey nar
9 – Emo (Du qolî bi dengê Seîd Axa û Meyrem Xanê)
10 – Mêremê






