Can Yûsiv
Helbestvan Rûşen Yûsif
“Dengê jina kurd ya ku ji êşê hêviyê, û ji bêdengiyê awazan çêdike.”
Helbestvanên jin ên kurd di dewlemendkirina wêjeya kurdî ya nûjen de rolek girîng lîstin, gotin tenê ne ji bo nivîsê dinivîsandin, lê pênûs kirine çiraxek ku rêyên nasname û çandê ronî dike.
Helbestên wan ne tenê nivîsar in, lê henaseyên hestên mirovî yên pak in, ji evîna kûr û êşên veşartî , heta hêvî û hewesek nû ya azadî, dadwerî û wekheviyê.
Bi rêya van nivîsan
jina Kurd bûye vebêjerê serpêhatiya xwe û hilgirê mîrasa gelê xwe, ji tîpan piran di navbera paşerojê û îroyîn de, di navbera bîranîn û erdnîgariyê de, di navbera xwe û civakê de diafirîne.
Di vê çarçoveyê de helbestvana Kurd Rûşen Yûsif weke yek ji dengên jinan ên herî diyar ên di qada wêjeya Kurdî ya hemdem de derdikeve pêş, ku pênûsa xwe terxan kiriye ji bo xizmeta doza xwe û gelê xwe, helbestên wê ruhê xaka kurdistanê dihilmjîne û çîrokên dara zeytûnê, çiya û sirgûnê vedibêje, serpêhatiya jinên kurd dixemilîne û bi ronahiya xwemaliya kûr û hişmendiya çandî ronî dike.
Di hembêza çiyayê Kurmêncê de, ku keskiya çiyayan mîna şapikekî bêdawî ku ji xewn û xakê hatiye pêçan, dirêj dibe, û poz û qopên çiyayên Hawar û Lêlûnê ewran hemêz dikin , û ji zevîyên bênxweşiya zeytûnan û bêhna nêrgizan jê dibare û mîna awazên sira bayê Efrînê li asoyê belav dibe, û sîbera gundên bêdeng hembêz dike.
Li wir , li bin sîberên Efrîna keskîn de , bûka Rojava, ku bi bîranîna Hûrî û Mîtaniyan zindawer, li ser vê xaka pîroz helbestvan Rûşen Yûsif di sala 1972’an de ji dayîk û bavek Kurd (Hisên Ewnî Yûsif û Semîra Yûsif) li gundê Mosako yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê hatiye dinyayê, di nava malbateke Kurdperwer , neteweyî û kedkar de, ku ji sê bira û sê xwişkan pêk tê, ku li ser nirxên kurdewariya resen, hezkirina ji axê,
wefadariya bi wê re û
dilsoziya bi welat re mezin bûne.
Wê zarokatiya xwe li wî gundê çiyayî yê xweş û bêdeng derbas kir, di nav rezên zeytûn, hêjîr û hêranan de û vekirî li ber bayê azadiyê yê ku tê ji çiyayên Kurdaxê, ew mezin bû di maleke nefsbiçûk de, dewlemend bi jiyana gundewarî û ruhê civakbûnê , gundê ku bêhna nanê tenûrê sibehan jê dibare û êvaran jî bi dengê serûliyên kurdî şevq dide , wê guh dida çîvçîva çivîkan yên ku bi stranên dayikan re li zeviyan tevlihev dibûn, û temaşe dikir li dapîran dema ku çîrokên destanên kevnar ên li ser şêrgel û lehengên ku navên wan hatine xêzkirin li ser kevirên demê vedigotin.
Di wan kêliyên despêkê ên hişyarbûna wê de, tiştekî mîna helbestê di giyanê wê de şîn bû, û wê dest bi hûnandina nehêniyên cîhanên xwe yên ji hesret û xeyalê kir , ku dengên xwezayê bi rajena mirovan re tevdigeriyan, çiya di bûn perestgehên azadiyê, û kanî dibûn bilûrên jiyanê.
Li wir , di navbera xuşîna belgêt darên zeytûnan û ringeringa tevr û bêran de, taybetiyên wê yên yekemîn avabûn û têgihîştina wê bi awazên folklora kurdî ku zevî û xaniyan bi kêf û hem jî bi xemgînî tije dikin, geş bû.
Hewesa wê ya wêjeyî û çandî di temenek biçûk de, dema ku di dibistana navîn de dixwend, di bin bandora jîngeha hunerî û çandî ya derdora wê de dest pê kir, û ji dilê wê jîngeha gundewarî ya tijî bêhn û xwêdan, yekem hişmendiya wê ya edebî û çandî derket holê , ji zarokatiya xwe ve, di demsala dirûnê de li stranên jinan, li çîrokên dapîran ên li ser şehsiwar û lehengan û li nalîna bilûrê di dema roj di çû ava guhdarî dikir.
Li wir, di navbera zeytûn û xunavê de, di navbera ronahiya heyvê û stranên palevanan de, helbest di hundurê wê de afirî , mîna kulîlkek ku ji zikê zinaran şîn dibe, û ji çîrokên kevn ên ku dayikan di şevên sar ên zivistanê de di bin ronahiya çirayan de digotin, tovên pêşîn ên helbestê di wijdanê wê de şînbûn.
Ji wê jîngeha dewlemend bi sembol û hestan, hişmendiya wê ya mirovî û netewî hate afirandin û hezkirina kurdî û nirxên dilsoziya bi ax, welat û zimanê wê re di ruhê wê de hate çandin, wê gotinên xwe ji xuşîna çemê Efrînê û xumxuma sulavên Cemrûkê vehûnandin û ji nîşaneyên Kela Nebî Horî û Kela Sim’an, ruhê xwedîbûn û dilsoziya bi ax û dîrokê re îlham girt.
Helbestvan Rûşen xwendina xwe ya seretayî û amedeyî li bajarokê Meskene ya herêma Minbicê , girêdayî parêzgeha Helebê, dûrî gundê xwe yê bedew, gundê ku zarokatiya wê ya yekem himbêz kirî di nav keskayê zeytûnan û bênxweşiya çiyayên kurdan de , paşê xwendina xwe ya navîn li bajarê Helebê berdewam kir, li wir taybetmendiyên hişmendiya wê yên rewşenbîrî û helbestvaniyê dest pê kir, hişê wê vebû li ser cîhana peyv û helbestê .
Bi destpêkirina şerê li Sûriyê di sala 2011’an de, wê xwe li ber qonaxeke nû di jiyana xwe de dît, lewra wê riya ronahiyê di nava tariyê de hilbijart, û nivîsandin di dema wêraniyê de kir.
Di navbera salên 2013 û 2016’an de tevlî Peymangega Zimanê Kurdî li bajarê Efrînê bû, li wir zimanê xwe yê zikmakî xwend û li ser nehêniyên wê yên bedewîyê û hestyarî yê kûr bû, bawernameya zimanê Kurdî wergirt , ew ne tenê belgeyek zanistî bû,lê ew pasporeka derbasbûnê bû ji bo cewherê xwe û dergehek ji bo cîhanên afirîneriya rastî bû.
Rûşen di salên xwe yên destpêkê de dest bi nivîsandina helbestê bi zimanê erebî kiribû, lê hesta wê ya kûr a girêdana zimanî û çandî, bû sedem ku paşê vegere li zimanê xwe yê dayikê, lewra xwendina wê ya bi zimanê kurdî, bû destpêka rasteqîn a xebata wê ya helbestî.
Ji wê demê ve helbestên wê bi zimanê zeytûn û çiyan dijene, derbirîna xwe, nasname, hesret, jin û welatê xwe dike di hevsengiyek di nava xem û zehmetiyê de .
Rûşen di bin bandora helbestvanê mezin ê kurd Cegerxwîn de maye, nemaze bi helbestên wî yên stranbêjiyê ku di nav malan de û di helkeftên gelêrî de dihatin gotin, hişmendiya wê ya edebî û neteweyî ronî dikirin û wan alîkarî dane wê ku bi zimanê dayikê xwe binivîse, ku peyv li ba wê bibe kiryareke berxwedanê û bedewîyê di heman demê.
Rûşen helbesta nûjen û azad dinivîse, xwe dispêre hesta xwe ya mirovî ya kûr û bi îlhama nebeza rastiyê û dengê axê, ew di peyvê de pirekî di navbera çandan de dibîne, û dengeke ku derbirîna ruhê jina Kurd a berxwedêr û xewna wê ya sermedî ya azadî û rûmetê dike, ji ber vê yekê riste dike welatekî din, û helbestê dike malek ku bîranînê û wijdanê himbêz dike.
Piştî bi salan ji dayînê li herêma Efrînê, çenteyê xwe yê tije ji bîranîn û helbestan hildigire û ji bajarê xwe û darên zeytûnan ên ku bi dilpakî û hesret jê hez dikir, derdikeve, wiha rûpelek ji jiyana xwe di nav çiyayên welat û stranên wê de di digire.
Di sala 2016’an de neçar ma ku welatê xwe biterikîne, berê xwe bide Elmanyayê, malbata xwe, bîranînên zarokatiyê û xeyalên xwe yên yekem li dû xwe hişt,û di çavên wê de tijî rondik û di dilê wê de hezar êş û keser li ser welatê ku qet ji wijdanê wê dernebûn hebûn.
Li pinaberiyê , dest bi qonaxeke nû ya jiyana xwe ya afirîner û mirovahî kir, ku tê de bêhna zeytûnan û germahiya xakê di helbestê de hildigirt û di her tîpeka xwe de agirê welat zindî dikir.
Li wir, di sirgûniya dûr de, guriya hezkirina zeytûnê ya di dilê wê de nevemirî , ronîtir û geştir bû , û helbest ji bo wê bû welatek paralel, ku tê de bêhna erdê, dengê çiya û germahiya dayikê diparêze.
Rûşen bi Kurdî û Erebî dinivîse û di helbesta xwe de nûnertiya dengê jina Kurd a pêdar, çîrokbêja dîrokê û hilgira xetîreya nasname û çandê dike, da ku gotinên wê li ser rûpelên demê weke nebezek zindî bimîne, ku bi ax û mirovan re bi peyîve û hezkirina welat û xweparêziyê di dilan de biçîne.
Di nav berhemên wê yên wêjeyî yên çapkirî de, yekemîn dîwana xwe bi zimanê Kurdî, bi navê “Hestên Zeytûnî”, di sala 2020’an de çap kir, berhemeke ku tevlîheviya wijdanê Kurdî û semboliya zeytûnê ya Efrînê ku di peyvên wê de dijene, hildigire.
Rûşen dîwana xwe ya helbestan bi zimanê Kurdî nivîsand, da ku ji cîhanê re bêje ku zimanê Kurdî ne tenê navgîna vegotinê ye, lê welatek e ku di helbestê de dijî û jina Kurd dema ku pênûsê digre dest, bi xwînê dîrokê dinivîse, bi hêstirên dayikan û bi stranên çiyayan xêz dike.
Çend destnivîsên wê yên edebî bi zimanê kurdî û erebî hene, di nav wan de dîwaneke helbestan a bi şêweya helbesta nûjen bi zimanê kurdî, ku li ber çapê ye.
Helbestvan Rûşen gelek bawernameyên pesindayînê ji saziyên çandî wergirtin, rêzgirtin ji bo xebatên xwe yên wêjeyî û çandî , ji wan:
1- Spasname ji Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê di sala 2024’an de.
2- Spasname ji Akademiya Çandî ya Navneteweyî li Osnabrückê di sala 2024’an de.
3-Spasname ji Festîvala Helbesta Kurdî , ya ku di bin çavdêriya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê di sala 2024’an de hate lidarxistin.
Gelek hevpeyvîn jî bi wê re di rojname, kovar û kanalên kurdî yên navdar de hatin kirin, mîna: (Çira TV, Kurdistan TV, Stêrk TV, û yên din), ku tê de behsa serpêhatiya helbestî û dîtina xwe ya li ser rola wêjeyê di parastina nasnameya kurdî de dikir.
Piştî ku di sala 2016’an de koçberî Almanyayê bû, beşdarî çend şevbuhêrk û festîvalên helbestî bû û heta îro jî li wir dijî, bêhna zeytûnan û bîranîna Efrînê ya ku qet ji bîra wê nare di dilê xwe de hildigire.
Helbestvan Rûşen ne tenê dengekî femînîst e di qada helbesta kurdî de, lê yek ji awazên ruhê kurdî ye ku naxwaze were vemirandin.
Di helbestên wê de xweza bi sembolîzmê re têkel hev dibe , Çiya, zeytûn û baran ne tenê
wêneyên helbestî ne, lê sembolên pêdarî , hêvî û jiyanê ne.
Peyvên wê dibin mîna şitlên ku digihêjin esmanan li lêgerîneke azadîya berfirehtir digerin û rehên ku bi kûrahî xwe di axa dîroka Kurdî de berdidin.
Tîpên wê êşa sirgûnê û bêhna welat hilgirtibûn û helbest kiribûn welatekî berdêl ku giyanên li ronahiyê digerin lê bijîn.
Her helbesteke wê neynika jinekê ye ku bawer dike ku peyv dikare hêviyê di dilên bindest de biçîne û ziman wekî kaniyek qet zuha nabe zindî bimîne.
Bi vî awayî Rûşen dengek Kurdê azad dimîne ku şewqa welat û hêsirên sirgûniyê di destê xwe de hildigire, ew helbestê distrê wek ku elend soza xwe dide rojê û dinivîse da ku peyv bibe pirek di navbera bîr û sirgûnê, di navbera ax û xewnê de, di navbera jina kurd û azadiya ku namire de.
Di karê wê de serkeftin û afirîneriyek zêdetir dixwazim.






