Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo zêdekirina qadên kesk Desteya Jîngehê projeyên xwe firehtir dike

04/01/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Ji bo zêdekirina qadên kesk Desteya Jîngehê projeyên xwe firehtir dike
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Hevseroka Meclisa Jîngehê li kantona Cizîrê Rovend Rustem Ebdo da zanîn ku projeya darçandinê li perstgeha Çiyayê Kezwanê di salên bê de wê berfirehtir bibe û got, “Ev proje wekî qonaxa yekemîn e û di salên bê de wê sîstema ewlehiyê û zêdekirina qadên kesk berfirehtir be.”

Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê di çarçoveya hewildanên ji bo parastina qadên xwezayî û zêdekirina şînatiyê de, dest bi projeyeke nû ya darçandina li Herêma Parastî ya Çiyayê Kezwanan bi navê Daristana Şehîd Ehmed Mihemed, kir. Di projê de hezar dar di hundirê herêmê de hatin çandin.

Di çarçoveya planên Desteya Jîngehê de ku armanc dike qadên kesk berfireh bike, perestgehên xwezayê biparêze û pêkhateyên cûda yên civakê di hewldanên jîngehê yên domdar de beşdar bike, projeyeke çandina daran li Perestgeha Çiyayê Kezwan vekir.

Proje destekê dide jinûve vejandina rûberên şînatiyê

Giringiya vê projeyê di warê jîngehê de mezin e ji ber ew destekê dide jinûve vejandina rûberên şînatiyê yên ku zerar dîtine, hevsengiya jîngehê diparêze û pirrengiya jiyanî li herêmê, xurt dike.

Di vê derbarê de Hevseroka Meclisa Jîngehê li kantona Cizîrê Rovend Rustem Ebdo ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku ev proje ji projeyên desteyê li kantona Cizîrê ye û wiha berdewam kir: “Armanca projeyê ew e ku ji bo ku sîstema ewlehiyê ya perestgehê baştir bike di riya dabînkirina karavan. Herwiha zêdekirina qadên kesk û windabûna nebatan ji ber êrişên ku li ser hatin kirin, telafî bike, di heman demê de çareserkirina pirsgirêka guherîna avhewayê, germbûna gerdûnî û çolbûn li herêmê, di rêya çandina 1000 daran li perestgehê wekî gaveke yekemîn di sala 2025’an de.”

‘Sîstemeke avdanê hat dabînkirin’

Ev însiyatîf di çarçoveya stratejiya desteyê de ye ku armanca wê zêdekirina rûberên şînatiyê herêmên xwezayî ye herwiha xebatên ji bo avakirina bendên stratejîk ên ku bi av û enerjiya rojê ve hatine sazkirin li perestgehên cûda têne meşandin da ku domdariya wan were misoger kirin.

Rovend Rûstem Ebdo wiha anî ziman: “Di rêya kolandina bîrekê ku li ser enerjiya rojê dixebite, sîstemeke avdanê ji bo daran hat dabînkirin, wekî din peydakirina tankerekê ji bo gihiştina darên herî dûr ên hatin çandin, hatiye misogerkirin.”

1000 darên ji cureyên gunvac hatin çandin

Di projeyê de hezar darên ji cureyên guncaw hatin çandin, weke hewldanên têkoşîna li dijî çolbûnê, kêmkirina bandorên guherîna avhewayê û parastina hebûnên biyolojîk.

Hevseroka Meclisa Jîngehê li kantona Cizîrê Rovend Rustem Ebdo wiha anî ziman: “Darên ku hatin çandin Kezwan, darên marxê û fisteq Helebî ne. Ji nû ve darçandina perestgehên xwezayî û peydakirina xalên çavdêriyê ji îstratîjiyên deste û meclisa jîngehî ya kantona Cizîrê ye. Ev proje wekî qûnaxa yekemîn e û di salên bê de wê sîstema ewlehiyê û zêdekirina qadên kesk berfirehtir be, di heman demê de vegerandina hevsengiya biyolojîk û ekosîstemên vê parastgehê.”

Hevseroka Meclisa Jîngehê li kantona Cizîrê Rovend Rustem Ebdo wiha gotina xwe qedand: “Armanca me ya sereke ku êrişên li ser perestgehê bê sekinandin, weke qutkirina darên kesk, bazirganiya wan, zêdeçêrkirin û nêçîra sewalan di vê perestgehê de ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.