Ayşa Silêman/ Dêrik
Rêvebera Aboriya Jin li bajarê Dêrikê Axîn Abdullah diyar kir ku dema ew behsa Aboriya Jin dikin tê wateya hêz, îrade û fikira ku çawa jin bi xweseriya xwe bikaribe karê çandiniyê di nava civakê de bimeşîne
Aboriya jin di sala 2015’an de li ser bingehê fikir û felsefeya Rêber Apo li bajarê Dêrikê hat avakirin û heya roja îro jinê karî vê yekê bigre ser milê xwe û karê çandiniyê careke din bike û birêve bibe, tevî hemû zor û zehmetiyên ku civakê jê re çêdikirin jî lê ew bû pêşenga civakê.
Di derbarî kar û xebatên aboriya jinê li bajarê Dêrikê Rêveberiya Aboriya jin li bajarê Dêrikê Axîn Abdullah ji Rojnameya me re axiv.

‘Vejînkirina rihê çandiniyê’
Axîn Abdullah da zanîn ku Kompiratîfên çandiniyê hatin avakirin bi armanca komkirin û bi rêxistin kirina jinan, ji ber ku çandinî bi destê jinan hatibû avakirin û wiha got: “Aboriya jin dest bi xebatê kir da ku jin careke din tevlî civakê bibe û bi xweseriya xwe çandiniyê bike dako berhemeke baş derxîne holê. Di destpêkê de jinê gelek zehmetî dîtin ji ber ku dûrî keda xwe ketibû, a ku bi hezarê sala bi saya wê hatibû avakirin. Lê bi demê re jinê bi sekin û îradeya xwe karî vê yekê derbas bike. Aboriya jin her sal çandiniyê dike, ji bilî zeviyên kompiratîfê, zeviyên komîteya aboriya jin bi xwe jî hene piştî çandinî diqede pereyên ku qezenc dikin pêdiviyên xwe û alavên nû pê dikirin da ku sala din bi awayekî hêsantir kar bikin. Aboriya jin bixwe karê xwe bidestê xwe dike di milê çandiniyê de çi li mîrayê çi jî di nav zeviyan de. Dema em kompiratîvan jî çêdikin em bi wan kesan re dibin alîkar da ku astengî li mîrayê bi wan re dernekeve, ji ber ku armanca me ya bingehîn vejîn kirina rihê çandiniyê li cem jinê ye. Her du salan kesên ku cihê xwe di kompiratîvê de digrin tên guhertin da ku hamû malbat sûdê bigrin û mafê tu kesî neyê xwarin.”
Pirojeyên Aboriya Jin
Rêvebera Aboriya jin li bajarê Dêrikê Axîn Abdullah axaftinên xwe bidawî kir û wiha got: “Kompiratîv tê wateya kombûna jinan ji gund û bajaran da ku bi yek destî kar bi rêve bibin. Aboriya jinê gelek pirojeyan birêve dibe û destekê dide malbatan ku cihê xwe di nav pirojeyên wê de bigre. Yek ji pirojeyên wê xwaringeha Hêvî li deriyê fîşxabore 4 jin cihê xwe tê de digrin, firingeha Adar jî heye 5 jin têde kar dikin nanê stûr û yê sêlê çêdikin. Di heman demê ofîsa Hîzil li deriyê Fîşxabûr heye ji bo serifkirina dolar ew jî girêdayî aboriya jinê ye. Îsal jî 4 kompratîv di nav destê me de hene, kompiratîva Teqil Beqil 50 malbat cihê xwe têde digrin, kompiratîva Zihêriyê 17 malbat cihê xwe têde digrin, kompiratîva Girkendal 3 malbat cihê xwe têde digrin û kompiratîva Pilêsiyê 13 malbat cihê xwe têde digrin. Di heman demê de aboriya jinê hertim di nav tevger û pirojeyan deye, yek ji pirojeyê wê ku li gundê Melemerzê 3 hezar darên meyweyan çandine, dema ev dar bibin xwedî berhem êdî wê aboriya jinê van daran bike kompiratîv. Di dema pêş de em dixwazin hemû pirojeyên xwe bikin kompiratîv da ku herkes ji van pirojeyan sûd bigre û li wan xwedî derkeve.”






