Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Îranê di xwepêşandanan de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan

04/01/2026
in POLÎTÎKA
A A
Li Îranê di xwepêşandanan de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Share on FacebookShare on Twitter

Di protestoyên gel yên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ber krîza aborî ji heft rojan ve hatiye destpêkirin, ji aliyê rêjîmê ve zarokek û 7 kesan jiyanan xwe ji dest dan.

Li Îranê protestoyên ku ji aliyê esnafên Sûka Tehranê ve yên li hemberî kêmbûna nirxê riyalê ya li hemberî dowîzê û zêdebûna buhayê tiştan hate destpêkirin, li seranserê welêt belav bûn. Protestoyan li bazara telefonên bêrîka dest pê kir, piştre belav bû bajarên weke Karac, Şîraz, Îsfehan, Meşhed, Kirman û Keşmê û di rojên dawîn de li zanîngehan jî protesto tên lidarxistin.

Piştî ku li zanîngehan jî protesto hatin lidarxistin Serkkomarê Îranê Mesut Pezeşkiyan duh daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku zanîngeh û saziyên dewletê bi hinceta ‘’teserûfa enerjiyê’’ demkî hatine girtin.

Li Îranê ku enflasyon gihîştiye ji sedî 52’yan û riyal li hemberî dolarî daketiye asta 1 milyon 400 hezarî, navên kesên ku di protestoyên ku ev şeş roj in berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin. Li gorî vê yekê; Li bajarê Fuladşehir ê Îsfahanê Daryuş Ansarî Bahtiyarvend (37), li bajarê Kuhdeşt ê Lorestanê Emir Hesam Hudayariferd (22), li bajarê Eznayê Şayan Esedullahi (28) û Mustafa Fallahi (15), li Çarmahal û Lordegana girêdayî Bextiyariyê Ahmed Celil (21) û Seccad Valameneş Zilayi (28) û li bajarê Mervdeşt ê girêdayî eyaleta Fars jî Xodadad Şirvani jiyana xwe ji dest dane.

Fikar hene ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibin û hate ragihandin ku di çarçoveya protestoyan de heta niha 29 welatî hatine binçavirin.

Di protestoyan de li gel daxwazên aborî li dijî zexta polîtîk a li welêt zêde dibe jî nerazîbûn hatin nîşandan. Hate ragihandin ku dirûşmeyên di pêvajoya ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî hatin destpêkirin de yên weke ‘’Ji dîktatorî re mirin’’, ‘’Netirsin em hemû bi hev re ne’’ û ‘’Ne Xeze ne Libnan ez ê xwe ji bo Îranê feda bikim’’ di protestoyan de hatine berzkirin.

TRUMP: EM AMADE NE MUDAXELEYÊ BIKIN

Her wiha Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump hişyarî da ku ege li dijî protestoyên li Îranê  tundî were bikaranîn ew amade ne ku mudaxeleyê bikin.

Serokê DYA’YÊ Donald Trump li ser medyaya dijîtal Truth Socialê daxuyaniyek da û got: “Eger Îran guleyan berde ser xwepêşanderên aştîxwaz û wan bi tundiyê bikuje wê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê were alîkariya wan. Em amade ne, çekên me hene û em amade ne mudaxeleyê bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.