Hemza Sêvo/ Qamişlo
Fewzî Şengalî da zanîn ku Kongreya Riya (Mesar) Demokratîk a Sûrî wê xebata niştîmanî li hundir û derveyî Sûriyê bimeşîne û got, “Şengalî da zanîn ku piştî rûxandina rêjîma Baas giranî ket xebata me. Di sala nû de wê civatên me bên lidarxistin, lê merca yekem divê kîndarî û kuştina li ser nasnamê bi dawî bibe.”
Kongreya Riya Demkratîk a Sûrî di 25 û 26’ê Cotmeha sala 2024’ de li paytexta Belçîkayê Brukselê hat lidarxistin. Herwiha 128 kes ji hundir û derveyî Sûriyeyê tevlî vê kongreyê bûn, ji wan kesên ku amade bûn, gelek siyasetmedar ji hemû pêkhateyên Sûriyê û kesên biyanî bûn. Bêtirî 100 kesî tevlî kongeyê bû, herwiha gelek kesên din bi riya zomê beşdar bûn. Di nav van delegeyan de Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Turkmen, Durzî, Ewlewî û hwd… hebûn. Piştî rûxandina rêjîma Baas, êdî reşa siyasî ya hundir û rewşa xebata diplomatîk derbatsî qonaxeke nû bû.
Têkildarî xebata Kongireya Riya Demokratîk a Sûrî, endamê Desteya Giştî ya Riya Demokratîk a Sûriyê Fewzî Şengalî ku yek ji endamên vê kongreyê ye ji rojnameya me re axivî.

‘Kongreya Riya Demokratîk li ser bingeha armancên xwe xebitî’
Fewzî Şengalî diyar kir ku Kongreya Riya Demokratîk a Sûriyê li ser nîqaş û armancên çar civînên Stokholmê dixebite û wiha got: “Ji sala 2021, 2022 û 2023’an ve bi taybet çar civînên Stokholmê li dar diketin, di encama guftûgoyên di wan civînan de bû bingeh ji bo avakirina Kongreya Riya Demokratîk. Vê kongreyê tekezî li ser nîqaş û xalên girîng kirin, yek ji van xalan ew e ku destûra Sûriyê were guhertin, axa Sûriyê yek be, çareseriya kirîza Sûriyê li gorî pîvana navnetewî ya 2254’an be ku wê qonaxa veguhêz a hikumetê bi çi rengî be û rewşa siyasî ya Sûriyê wê çawa be. Di heman demê de desthilatdara cîbicîkar ji desthilatdara hiqûqî, dadwerî û teşrîî ji hev cuda bibin, hem jî azadiya gotin, nivîsandin û ya siyasî çêbibe. Herwiha misogerî li ser mafê hemû pêkhateyan were kirin. Sûreyeke nenavendî_demokratîk_pirreng were avakirin. Kongreya Riya Demokratîk a Sûrî, serweriya Sûriyê tiştekî sereke dibîne. Ew nîqaş û guftûgoyên ku çêbûn êdî çawaniya guhertina ji warê diyalogê ber bi pêngava xebata rêxistinî û piratîkî ve, pêkhat. Piştî mehekê ji avakirina Riya Demokratîk a Sûriyê rêjîma Baas têkçû.”
‘Piştî rûxandina rêjîmê, giranî di xebata Riya Demokratîk de çêbû’
Şengalî da zanîn ku piştî rûxandina rêjîma Baas giranîn ket xebata Riya Demokratîk û wiha doman: “Bi ketina rêjîma Baas re hêviyên me hemûyan ew bû ku sîstema dîktator û serdest here û li şûna wê sîstemeke demokrat ku mafê hemû pêkhateyan biparêze, were. Lê bi hatina hikumeta nû re, ev hikumet ne li gorî hêviyên wesîqe, nîqaş û xalên Riya Demokratîk a Sûriyê bû. Me dît ku serokê vê hikumeta veguhêz ji aliyê HTŞ’ê ve hat bijartin, wan bi xwe ev yek pêkanî. Di heman demê de parlmanan û destûra Sûriyê bi rêbazekî yekalî hatin çêkirin. Diviyabû ku biryar û xalên kongreya me di ber çavan re bihata derbaskirin û li gorî wê Sûriyeke demokratîk bihatiba avakirin. Lê pêkanîna xalan giranbûn çêbû, giranbûna avakirina Sûriyeke pirreng, hevbeş û yeksînor, hem jî mafê hemû pêkhateyan misoger bibe, pêkdihat. Vê giranbûnê jî bandor li kar û xebata Riya Demokratîk a Sûriyê kir. Hîna Dektatorî û paşguhkirin li ser pêkhateyên Sûriyê berdewam e. Tirsa pêkhateyên Elewî, Durzî, hem jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji vê hikumeta nû heye. Rêjîmeke dîktator çû, sîstemeke olî hat, di heman demê de hegemonî û hîna ferdiyet ji hêla rêxistineke olî heye, pêkhateyên Sûriyê jî ji derve dimîne. Em weke Mesar Demokratîk a Sûriyê, vê yekê tiştekî xeternak dibînin, herwiha tevahiya aliyên Sûriyaya demokratîk û hêzên ku doza Sûriyeke ilmanî dikin, xwedî hêviyekê ne ku ew ê Sûriyeke pirreng û demokras ava bibe.”
‘Kongreya Riya Demokratîk wê civatan li dar bixe’
Endamê Desteya Giştî ya Riya Demokratîk a Sûriyê Fewzî Şengalî eşkere kir ku Kongreya Mesar a Demokratîk wê civatan li hundir û derveyî Sûriyê li dar bixe û wiha bi dawî kir: “Dema ku Mesar Demokratî ya Sûrî hat avakirin, rêjîma Baas li Sûriyê li ser piyan bû, xebata di hundirê Sûriyê de pir zehmet bû. Lê di dema heyî de derfeta xebatê ji berê bi heya astekê baştir bûye. Piştî salek li ser hatina hikumeta nû derbas bû du civatên me hatin lidarxistin, me nîqaşa vê yekê kir ku rêjîm guherî, lê tiştek di warê partîkê de pêknehat, berevajî vê yekê em îro nizanin ku wê rewşa Sûriyê ber bi ku ve diçe. Civateke me li Qamişlo li dar ket û civateke din bi riya onlynê çêbû, herwiha ji hundirê Sûriyê tevlî bûn. Di roja îro de hîna rewşa Sûriyê weke xwe ye, hîna tevlîhevî û bêaramî heye, eger hikumeta nû li ser hişmendiya xwe bimîne û guhertinekê ava neke ku mafê tevahiya gelên Sûriyê di destûreke hevbeş de di hundirê Sûriyeke demokratîk de misoger bike, wê demê em vê qonaxê xeter nak dibînin. Li ser asasê Sûriyeke nenavendî, sivîl, ilmanî em ê di sala nû de civatên xwe li dar bixin, pêwîste Kongreya Riya Demokratîk li hundirê Sûriyê bibe bilokeke siyasî xebatê bimeşîne, di dema pêş de derfeta xebatê li pêş me vekirî ye, em ê li herêmên hundir ên Sûriyê, hem jî li derveyî Sûriyê ji bo Sûriyeke niştîmanî ya nenavendî ku nasnameya hemû gelan biparêze. Lê divê di serî de ev şerê kîndariyê û kuştina li ser nasnamê were rawestandin da ku Mesar bikaribe projeya xwe ya Sûrî-niştîmanî û demokrasiyê pêkbîne.”






