Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di bin navê xwekuştinê de kuştina jinan rewa dikin

04/01/2026
in JIN
A A
Di bin navê xwekuştinê de kuştina jinan rewa dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Zihniyeta zayenperestî xwe didomîne, hişmendiya mêrê serdest di bin navê xwekuştinê de kuştin û hovîtiya li ser jinê rewa dikin. Di sala 2025’an ji ber tevliheviya ku li Sûriyê tê jiyankirin kuştin û destdirêjiya li ser jinê zêde bûye.

Di vê demê dawî de li tevahî cîhanê bi sedan jin hatin revandin, kuştin û bi tundiyên cûrbicûr re rû bi rû man. Herwiha li Sûriyê bi taybet komkujî û kiryarên dijmirovî di derheqê jinên Elewî û Durzî de hatin kirin, li herêmên di bin serweriya HTŞ’ê de kuştin û revandina jinan bû ye bûyereke ji rêzê. Di heman demê de li herêmên dagirkirî mîna; Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê ku di bin dagirkeriya Dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî de ne destdirêjî û bê mafiya li ser jinên Kurd didome. Herwiha ji bo komkujî û zihniyata xwe ya paşverû eşkere nekin xwekuştina jinan didin pêş.

Kuştina jinan hîn didome

Sala 2025’an bi sala kuştina jinan tê binavkirin, di vê salê de li seranserî cîhanê jin bi kuştin û tundiyê re rû bû rû mane. Zihniyeta serweriya mêr û bindestiya jin hîn xwe didomîne. Hişmendiya zayendperest ya ku xwe di nava hin civakan de kûr kiriye, kuştin û nedana mafê jinê rawa dibîne ji ber ku heya roja me ya îro ew kesên ku bi destê wan jinên Elewî û Durzî hatine qetilkirin, revandin û tecewîz kirin hesab ji wan nehatiye xwastin, ev yek jî dihêle ku xwe û wê zihniyetê bidomînin. Li herêmên di bin serweriya HTŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ve jin hertim di bin gefê û metirsiya revandinê de jiyan dikin. Herwiha bandoya zihniyeta DAIŞ’ê jî li hin kesan kiriye ku kuştin û tundiya li ser jinê ji rêzê dibînin.

Şêrîn bû qurbaniya zihniyeta zilamtiya paşverû

Jina ciwan a bi navê Şêrîn Nûrî Oso ya ji gundê Aşkan a bajarê Cindirêsê yê Efrînê di mala xwe de, piştî hat îşkencekirin, bi guleyan hat qetilkirin. Malbata ji ber nebûna ewlehiyê û belavbûna li herêmê metirs e ku bûyerê eşkera bike. Temenê Şêrîn 19 salî ye, beriya 3 salan zewciye. Ev kiryarên dijmirovî ku li herêmên di bin dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî didome. Zewaca temenbiçûk digel nebûna mafê parastina jinan de belav e. Herwiha ji bo li ser bûyerê were tepsandin û kiryarên li ser jinên Kurd li Efrînê tên kirin were veşartin dibêjin xwe bi xwekuştiye (intîhar kiriye) .

Ji dewletek dagirker hêvî nayê girtin ku mafê jinan biparêzin

Li Sûriyê bi taybet li herêmên di bin serweriya HTŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk de mafê jinan nayê dîtin û cûdahiya zayendê tê dîtin. Di 2018’an de bajarê Efrînê ji hêla Dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin. Li Efrînê komkujî li ser gel û xwezayê jî hate meşandin. Gelek kes hatin kuştin û revandin, di nava wan de gelek jin hene ku hatine revandin û heya roja me ya îro di zindanê de ne. Ji dema dagirkirinê û heya roja îro jin di bin gef û metirsiyan de jiyan dikin, ji ber ku rastî kuştin û revandinê tên. Dewletek ku bajarekî dagirdike û mafê wan weletiyan binpêdike, tu bawerî ji wan tune ye ku mafê jinan biparêzin. Di 2019’an de Serê Kaniyê û girê Spî ji aliyî dewleta Tirk ve hat dagirkirin, bi dagirkirina vê herêmê re ne tenê binpêkirin li ser bajar hat kirin, lê belê gelê wê herêmê bi kirkarên dewleta Tirk re rû bi rû man. Herwiha dîsa jî û ji ber hişmendiya zilamên ku hertin jinê bê hêz û kole dibîne jin bûn qurbaniya wê dagirkeriyê.

Di 8’ê Kanûnê de Rêjîma Esed hat rûxandin, di dema rêjîma baas de sîstemeke zayendî dihat meşandin ku hertin jin biçûk didîtin, lê piştî hilweşîna Rêjîma Baas HTŞ’ê bi seroketiya Ehmed Elşeri (Colanî) hate ser desthilatdariya Sûriyê. Tu guhertin di milê jinê de nehat çêkirin, lê belê hîn zêdetir binpêkirin li ser mafê jinan hate kirin. Li Berevê Sûriyê di bin navê ku bermahiyên Rêjîma Baasin, komkujî hate kirin, bi hezaran gelê Elewî hatin kuştin û revandin. Gelek jin hatin kuştin û hejmareke mezin jî hatin revandin û heya niha çarenosa wan jinan ne diyare. Dîsa jî heman kiriyarên HTŞ’ê li Siwêdayê hate jiyankirin, jinên Durzî hatin revandin, êşkencekirin û kuştin.

Di nava dewleta Sûriyê de qaşo ku tê gotin ku hukimete û dewlete jin cihê xwe têde nagirin û ne xwedî biryarin û eger hin jin niha şeklî hebin jî di bin zexta dewletan ku ew anîne ser desthilatdariyê ne. Niha jî hikumeta Sûriyê biryardaye ku mafê dayîkê di darîngeha zarokan de tune ye ango mafê wê di biryardayînê de tune ye. Ev sîstema ku niha tê meşandin sîstemeke radîkale.

Jinan dikujin û radighînên ku wan xwe bi xwekuştî ye

Ji bo ku zihniyeta xwe ya paşverû li beranberî jinê bitepsînin û ji raya gîştî re neyê eşkerekirin, dibêjin ku wan jinan xwe bi xwekuştine. Ev bûyer li herêmên dagirkirî û yên di bin serweriya HTŞ’ê de rû didin. Gelek jin ji ber êşkenceya hevjîn, biya û bav tên kuştin, lê ji bo ev neyê eşkerekirin û hesab ji wan neyê xwastin dibêjin ku xwekuştiye. Dixwazin bi vê rengî kuştina jinan ji xwe rewa bikin. Zihniyeta zilamtî ku xwe mafdar dibîne ku jinê bikuje û êşkenceyê lê bike xwe didomîne. Herwiha dema ku hesab xwastin ji van kesan neyê kirin ev hişmendî hîn zêde belav dibe û kûrtir dibe.

Zewaca bi temê biçûk kuştin ji jinê re ye

Zewaca temen biçûk tundiya herî giran li ser jinê ye. Jinê ciwan ya bi navê Şêrîn Osê ku li Efrînê hatiye kuştin di temenê 16 salê de zewicî bû, li gorî çavkaniyên xwecihî ev bi êşkenceyê re rû bi rû dima. Zewaca temênê biçûk badoreke mezin li ser jiyana jinên ciwan dihêle, ji hestên zarokbûnê bê par dimîne, ji xwendina xwe dûrdikeve, bandor li ser derûnî û fîzîka wê jî dike. Gelek bûyerên mîna ya Şêrîn li Sûriyê qewimîne, lê ji ber tirsê nehatine raghandin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin bingeha civakê ye

Li Sûriyê û li gorî geşedanên ku tên jiyan kirin li herêmên Rêveberiya Xweser parasrina mafê jinê ji bingehîn destkeftiyên herêmê ne. Di asta fermandariyê de jin cihê xwe digirin û xwedî biryarin. Herwiha jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê ji bo azadiya jinên Kurd têkoşînê didin meşandin, lê belê ji bo tevahî jinên cîhanê têkoşîn û xebatên cûr bi cûr didin meşandin. Herwiha cihê xwe di warê siyasî, civakî, diplomasî, leşkerî û reveberiyê de jî digirin.        

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.