Lîloz Hisên/Kobanê
Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Firatê Ezîz Ebdê diyar kir ku armanc ji vekirina Kobanê Mol xizmeta civakê û avakirina hevsenngiyekê di nava bazarê deb ye.
Ji ber rewşa jiyanî ya zehmet ku herêm tê re derbas dibe bi taybet derketin û kêmbûna nirxê dolarê emerkî ya rojane ku bandorekê mezin li ser şêniyan û derbara wan a jiyanî dike, Li Kobanê ji bo hêsankirina kirîna kel û pelên xwerinê herwiha pêdiviyên sereke moleke mezin ji hêla komîteya Bazara Civakî ya girêdayî Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Firatê ve, hat vekirin. Projeya Kobanê Mol yek ji projeyên herî mezin e ji bo şikandina bihabûna kel û pelên sereke ye ku bazirgan bi miqdareke buha difroşin gel.

Kobanê Mol yek ji projeyên herî mezin e li ser asta kantona Firatê ye, komîteya Bazara Civakî ya girêdayî Meclisa Aborî mola bi navê “Kobanê Mol” ji bo pêdivî, kel û pelên gel vekir.
‘Armanca Kobanê Mol hevsengiyên bixe nava bazarê de’
Armanca sereke ya vekirina molê peydakirina pêdiviyan bi nirxekî kêmtir ji bazara derve ye, da ku li ser şêniyan hêsantir bike û bikeve xizmeta wan de. Bi taybet ji ber bilindbûn û kêmbûna nirxê dolarê emerîkî ku bandore bi awayekî berbiçav li ser gel dike nemaze kontrol û yekdestdariya bazirganan li ser frotina kel û pelan.
Derbarê vê mijarê de hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Firatê Ezîz Ebdê ji rojnameya me re wiha anî ziman: “Armanca vekirina Kobanê Mol ew e ku di bazarê de kel û pelên jiyanî bi nirxekî arzan bên firotin, di heman demê de dispilîn û hevsengiyekê di bazarê de çêbikin. Ev yek ne ku rê bigirin li pêşiya firoşgehên din e, lê aramî û hevsengiyê di bazarê de çêbibe.”
‘Kobanê Mol tecrûbeyek giring bû’
Ezîz Ebdê wiha berdewam kir: “Berî niha kampaniya Newroz hebû, me tenê madeyên sereke dianî weke zeyt, şekir û hwd, lê ev yek têrê nedkir lewma me pêwîstî dît ku molê vekin û hemû pêdiviyan lê peyda bikin, ji mûneta malê, lîstokên zarokan, medeyên paqijiyê, kel û pelên dibistanan û yên din.”
Hêjayî gotinê ku Mol Kobanê Ji seat 8’ê sibehê heya 10 êvarî dikeve xizmeta gel de.
Ezîz Ebdê diyar kir ku ev proje weke tecûbeyeke giring me xistibû nava îstratîjiya xwe û wiha got: “Heya 3 an 4 mehan wê kel û pel bi bihaya ku hatiye wê bê firotin, qezenc jê nayê girtin tenê xizmeta gel wê bike. Bê sûd e tenê wê mesrefa vê molê wê bê bidest xistin.
Meclisên me yên bajaran li Eyn Îsa, Qinê û Sirînê hene, em ê hewil bidin ku mîna vê modelê li van deveran jî pêş bixin.”
Rûbera molê bi giştî dighêje 1000 metrekûb û bi rengekî xweşik hatiye avakirin.
Projeyên Meclisa Aborî ya Kobanê
Ezîz Ebdê destnşan kir ku piştî meclisa aborî hat avakirin gelek proje dan pêşxistin, lê bi sedema şerê ku li bendavê rû dabû pêkanîna wan dereng ma.
Ji ber ku niha li Kobanê hemû aşên kevin tên bi kar anîn, Meclisa Aboriya Kobanê aşeke mezin ava dike ku rojane wê 2 ton ard bê derxistin.
Kargeheke Konsrwa li gundê Zêrik li rojavayî kantona Kobanê ye. Meqşera Fisteqên Helebî ji bo qişradin û hilîna wê, tê ava kirin. Ev her sê proje hatin lêkolînkirin û hîn di miriyetê de ne.
Projeya temwîla çewlikên mirîşkan, ev meheke ketiye pratîkê de, zêdetirî 40 çewilkên mirêşkan li kobanê hene, navenda sereke ya êm, derman û madeyên sereke yên girêdayî mirîşak lê tê peydakirin, ev sektoreke taybet di navbera meclisa aborî û veberhêneran de ye.
Di heman demê de ji bo piştgiriya warê çandiniyê û alîkariya cotkaran makîneyeke kolandina kortên daran hatiye peydakirin ku bi nirxekî arzan ji bo cotkaran dixebite, makîne bi 50 dolarê emerîkî her seatekê dixebite, lê makîneyên sektora taybet saetekê bi 100 doaran distînin.
Projeya ava Firatê ji bo 200 hektar erd bi av bikin û niha di amadekariyê de ye.
Di dawî de Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Firatê Ezîz Ebdê wiha gotina xwe qedand: “Niha em hemû projeyên xwe dikin kooperatîf û li ser vê yekê zêdetir em disekinin, bi rastî jî me ev yek destpê kiriye, çi projeyên me hene hemû derbasî kooperatîfan bûne, em hîn negihaştine ku ji 100% lê me destpêkirye.”






