Dîlan Milhim/Qamişlo
Serok wezîrê Îsraîlê Binyamîn Nîtinyaho 26’ê Kanûnê ragihandin ku ew Xaka Somalê weke dewleteke serbixwe nas dike. Di vê mijarê de gelek bertekên dewletan hatin nîşan dan.
Serokê xaka Somalê, Abdul Rehman Mihemed Abdullah, di rêya wêneyên ku pêwendiya vîdyoyê ya di navbera wî û serokwezîrê Îsraîlê Binjemîn Nitinyaho de belav biribû, ku tê de biryara Îsraîlê bi naskirina Xaka Somalê weke dewleteke serbixwe û serwer raghand.
Hinek agahî li ser vê herêmê
Xaka Somal û paytexta wê Hargeisa dikeve aliyê bakur-rojavayê Somal, rûbera wê dighêje 175 hezar k.m çar goşe ye, li ser sînorê başûr-rojava Etiyopyayê ye, Cîbotî jî ji hêla bakur-rojava, Kendava Edenê ji aliyê bakur û ji hêla rojhilat Wîlayeta Bontlanda Somalî ye. Hejimara niştecihê wê zêdetirî 6 milyonî ye. Ev herêm xwedî xetên peravê yên 740 k.m li kêleka Kendava Edenê ye û li cihê hevdîtina Okyanûsa Hindî û Deryaya Sor li Qerin Efrîqayê cihekî stratejîk digire. Bi salan e ku bendera stratejîk a Berberayê xaleke girîng a şerên desthilatdariyê yên herêmî û navneteweyî li Qerin Afrîqayê bûye.
Di sala 1991’an de, nêzîkî sê meh piştî hilweşîna hikûmeta navendî ya Somalê, piştî hilweşandina Serokkomarê berê yê Somalê Mohamed Siad Barre, bi awayekî yekalî serxwebûna xwe ji Somalê raghand. Lêbelê, ji aliyê civaka navneteweyî ve nehatiye naskirin.
Referandûma yekem: Di Tebaxa 2000’an de, hikûmeta herêmî pêşnûmeyên pêşniyara destûrê pêşkêş kir ku veqetandina dawî ji Somalê destnîşan dikir. Di 31’ê Gulana 2001’an de li ser vê yekê referandûmek hate lidarxistin û ji sedî 97.1’ê deng dan erê kirin. Di sala 2016’an de, derbasbûna 25 salan li ser wê gavê pîroz kir.
Danûstandinên giring: Rayedarên Meqdîşo û Hargeîsayê danûstandin di sala 2012’an dedest pê kirin û yên herî dawî di sala 2020 û 2023’an de bêyî rêkeftinekê berdewam kirin, lidar xistin.
Xaka Somalê xwediyê pereyê xwe taybet e, herwiha artêş û hêzên polîsê yên girêdayî wê. Xaka Solamê tevî cihê wê yê stratejîk li perava başûr a Kendava Edenê, ku yek ji rêyên bazirganiyê yên herî çalak ên cîhanê ye û li ber deriyê Tengava Bab El-Mendeb e ku ber bi Deryaya Sor û Kanala Siwês ve diçe, êşê ji tecrîd û xizaniyê dikişîne.
Nifûsa wê bi qasî 3.5 milyon e li gorî texmînkirinên sala 2017’an de, yên nû tê texmînkirin ku di navbera 5.7 û 6 milyon de ne. Pêkhateya civakî ji sê eşîrên sereke pêk tê: Eşîra Îshaq li herêma navendî, ku ya herî mezin e û piraniya hêza siyasî di destê wê de ye, eşîra Dêr li herêma rojava û eşîra Darod li herêma rojhilat. Şeş herêmên îdarî hene: Wokwe, Galbeed, Tajdir, Sool, Sanaag, Awdal û Sahil. Pereyê wê yê neteweyî Şiling e û zimanên wê Somalî, Erebî û Îngilîzî ne.
Sîstema wê ya siyasî komarî ye, xwedî serokkomar, hikûmet, Meclisa Nûneran (odeya yekem û Senato (odeya duyem) hene, her yek bi 82 endaman.
Aloziyên girîng: Di destpêka sala 2024’an de, Etiyopya û Xaka Somalê peymanek îmze kirin ku rê da Addis Ababa ya ku derya lê tune ye, li dora bendera Berbera, 20 kîlometre xeta peravê kirê bike û di berdêla naskirina Xaka Somalê de ji bo 50 salan gihîştina Deryaya Sor ji bo armancên deryayî û bazirganî peyda bike. Ev peyman ji aliyê Meqdîşo û Lîga Ereban ve hate redkirin. Di dawiya Tebaxê de, Etiyopya nûnerekî nû bi pileya balyoztiyê şand Xaka Somalê, ev yekem tayînkirina wiha ye ji dema avakirina têkiliyan di navbera Addis Ababa û herêmê de. Naskirina wê ji hêla Îsraîl Serokê dewleta Îsraîlê Binjemîn Nitinyaho di 26’ê Kanûnê de ragihandin ku ew xaka Somalê weke dewleteke serbixwe nas dike. Herwiha Serokê Îsraîlê diyar kir ku ew hevkariya xwe bi Xaka Somal re di aliyê aborî, teknolojî, çandinî û tenduristiyê de xurttir dikin.
Redkirina Ereban Piştî biryara serowezêrê Îsraîlê ya naskirina Xaka Somalê, ji aliyê dewletên ereb û Îslamî mîna Erebistana Siûdî û Sûdan daxuyaniyê şermezarkirinê hatin dayîn û di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku ew naskirina Xaka Somalê ji aliyê dewleta Îsraîl ve red dikin. Di heman demê de dewleta Qeterê jî naskirina hevbeş a di navbera Îsraîl û Xaka Somal de redkir. Wezareta karên derve ya Qeterê di daxuyaniya xwe de piştrastkir ku ev biryara ku ji aliyê Îsraîl ve hatiye xeternake û tê wateya ji hev parçekirina axa Somal e. Ji hêla xwe ve Serokê Xaka Somaliyê raghandin ku piştî zêdetirî 30 salan ji xwe xwerêveberiyê, herêmê yekem naskirina fermî wekî dewletek serbixwe û serwer wergirtiye
Tedbîrên hikumeta Federal ya Somalê
Li gorî daxuyaniyek ji ofîsa Serokwezîrê Somalê, Hikûmeta Federal a Somaliyê şiyanên xwe yên dîplomatîk seferber kiriyeda ku piştgiriya navneteweyî û herêmî kom bike û vê gavê ku prensîbên hiqûqa navneteweyî, Peymana Neteweyên Yekbûyî û Statuya Yekîtiya Efrîqayê binpê dike, red bike. Serokkomarê Somaliyê Hesen Şêx Mihemed ji bo yekgirtina rêzên welêt dixebite, li hember naskirina hin beşên Somalê wekî serbixwe ji aliyê Îsraîlê ve.
Di hevpeyvîneke taybet de, wezîrê Dewlemendî û Aboriya Şîn Ehmed Hesen ev gav wekî destwerdaneke dijminatî ya eşkere di karûbarên navxweyî yên dewletek serwer de ji hêla hebûnek ku bi tunebûnê re rû bi rû ye, di heman demê de hewldanek ji bo ferzkirina rastiyek siyasî ya nepejirandî ye, ku ji hêla hebûnek ve tê rêvebirin ku rewatiya wê ya exlaqî û qanûnî tune ye û bi parçekirina welatan ji hundir ve li Qern Efrîqayê li cihekî digere û ev yek dê çênebe, nirxand.
Bandora naskirinê
Wezîr îdia dike ku ev naskirin bandorên xwe li ser ewlehiya neteweyî ya Somalê dike, ji ber ku ew derî li ber binpêkirinek cidî ya ewlehî û îstîxbaratê vedike, ewlehiya Deryaya Sor û Kendava Edenê tehdît dike û hewldanên dijî-terorê tevlihev dike. Destnîşan kir ku ev yek wekî bûyerek sembolîk nabînin, lê belê wekî gefek stratejîk li ser ewlehiya Ereb û Efrîqayê dibînin. Analîstên herêmî bawer dikin ku nêzîkbûna bi Somalê re dikare rê bide Îsraîlê ku gihîştina xwe ya Deryaya Sor misoger bike. Xaka Somal nêzîkî 10 salan e ku li dijî rêxistina ciwanan ku girêdayî El Qaîdeyê ne, şer dike. Tevî başbûneke berbiçav ku di rewşa ewlehiyê ya li paytextê de, lê belê şer tenê 60 k.m dûrî wê berdewam e.
Berjewendiyên Îsraîlê bi naskirina Xaka Somalê
Hineke analîz destnîşan dikin ku gava Îsraîlê bi stratejiyeke kevin ve girêdayî ye, ji ber ku Îsraîl ji salên 1950 û 1960’an vir ve bi herêma Qerin Afrîqayê re eleqedar e. Nivîskar û analîstê siyasî yê pispor di karûbarên Efrîqayê de Ebdul Qadir Mihemed Elî, rave dike ku Îsraîlê ev stratejî di salên dawî de, bi taybetî di navbera 2010 û 2011’an de, ji nû ve vejandiye. Li gorî Mihemed Elî, piştî zêdebûna tevgerên berxwedanê li Xezayê, başûrê Lubnanê û ji ber bandorên Bihara Ereban, her wiha derketina holê ya rola Tirkiyê li herêmê, Îsraîl dîsa bala xwe daye Qerin Efrîqayê. Sedemeke din a ku Îsraîlê Xaka Somalê nas kir ji ber cihê stratejîk ê vê herêmê ye, ji ber ku ew li ser Kendava Edenê û Tengava Bab el-Mendebê ye, ku ev yek dê bihêle Til Ebîb li ser koma Hûsîyan ya li Yemenê sîxurî bike û çavdêriya navîgasyonê li wê herêmê bike, li gorî Nivîskar û analîstê siyasî yê pispor di karûbarên Efrîqayê de Ebdul Qadir Mihemed Elî. Di daxuyaniyeke Îsraîlê di Sibata borî de, cara yekem îhtîmala naskirina herêma Xaka Somaliyê ji aliyê Emerîkayê ve bi qebûlkirina koçberkirina Filistîniyan ji bo wê herêmê ve girêda û hişyariyeke fermî ji Meqdîşûyê li ser encamên wê naskirinê û nebûna îhtîmala qewimîna wê da. Bargeheke Emerîkî li derdora Berberayê Derketina holê ya medyaya Emerîkî ya derbarê danûstandinên di navbera Washington û Xaka Somalê de di meha Adarê de, li ser pêşniyara avakirina baregeheke leşkerî ya Emerîkî li nêzîkî bajarê peravê Berbera yê giring ê stratejîk, di medyaya Somalî de deng veda.
Rojnameya Brîtanî Financial Times ji rayedarekî payebilind ê Emerîkî vegot ku rêveberiya Trump bi rêveberiya Xaka Somalê re derbarê naskirina fermî de dest bi danûstandinan kiriye.






