Ayşa Silêman/ Dêrik
Hîlala Zêrîn hat avakirin bi armanca vejînkirina çand û hunera resen a ku bi destê dayîkan berî hezarê salan hatiye hunandin.
Armanca vekirina Hîlala Zêrîn
Hîlala Zêrîn hat avakirin bi armanca vejînkirina çanda resen a ku bi destê dayîkan hatiye hûnandin û heya roja îro li ser lêvên dayîkan maye. Di heman demê de armanca wan parastina çanda kevnare ku bikaribin xwe li ser piyan bigrin bi taybet jin, ji ber ku ew xebatkarên vê tevgerê ne. Her wiha heya ku çand winda nebe Hîlala Zêrîn bar girt ser milê xwe ku li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel fêrî vê çandê bike û nifşên nû li ser vê bingehê mezin bibin. Hîlala Zêrîn çanda kevnar bi rê û resmên nûjen belav dike.
Xebatên sala 2025’an a Hîlala Zêrîn
30 komên şano, stran û govendê cihê xwe di Hîlala Zêrîn de digrin, hijmara zarokan nêzî 2000 zarokî ye, hijmara hevalên jin 550’î ye. Hîlala Zêrîn sala 2025‘an perwerdeyên xwe bi du şêwazan dan him meslekî him jî bîrdozî, perwerdeya meslekî li gelek cihan wek şano û sînema hatin pêşkêş kirin. Di heman demê de di milê felsefe, dîroka hunerê, dîroka jinê û rola çandê di dîrokê de perwerde hatin dayîn. Li kêlek wê Hîlala Zêrîn 8 stran hatin çêkirin; Strana Cangoriyên welat, Tol, Bazên zagrosê, Şehîd, Şervanên aştiyê, Mehrosê, Berxwdana şêx meqsûd û jina Sûrî. Di heman demê Hîlala Zêrîn cihê xwe di gelek şahî û festîvalan de git; Festîvala zarokan, Cejna 8 Adarê, cejna Newrozê, Konsertên hunerî û çalakiyên hunerî li hin ciha hat li darxistin. Di heman demê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Hîlala Zêrîn birûşûr belav kirin. Girêdayî Hîlala Zêrîn Paymangeha Bilinda A hunerê hat vekirin û 60 endamê wê cihê xwe têe girtin û salekî perwerde birin. Li kantona Qamişlo Dibistana niwêla a hunerê hat vekirin, ev dibistan ji 6 beşan pêk tê û biştî bi dawî bûna perwerdeyê di vê dibistanê de endam cihê xwe di koman de digrin, pêwîstî heya ku wek vê dibistanê li her cihî vebe lê hîn ew derfet çênebûne.
Astengiyên sala 2025’an
Tevî hemû kar û xebatên ku Hîlala Zêrîn dide meşandin jî lê ew rastî astengiyan tê di milê kêmbûna mamosteyan de, Paymangeha Bilind a hunerê a jinê heye Hîlal Zêrîn hêviyên xwe pêve girêdaye ku kesên pispor ji wir derbiçin û berê xwe bidin Hîlal Zêrîn da ku kar hîn xurtir bidin meşandin û astengiyên fêrkirinê ji holê rakin. Di heman demê de ji ber ku derfet nîne ku Hîlala Zêrîn cil û bergan bînin û bidrûn lewma hinek zehmetiyan dikşînin di milê peyda kirina cilan de. Li kêlek wê ji ber ku ew di milê abûrî de derfetên wan kêmin ji bo kirîne amûran ew rastî astengiyan tên, di heman demê de peyda kirina amûran li vê herêmê gelekî kême lewma ew berê xwe didin derdorê heya ku amûran peyda dikin.
Di heman demê de civak ne di wê astê de ye ku qebûl bike jin derkeve li ser dikê û stranan bêje û şanoyan pêşkêş bike, li kêlek wê gelek hevalên jin hene ku bi salan cihê xwe di Hîlal zêrîn de digirtin û bûne pispor lê dema nîşan dibin dev ji kar berdidin ev yek valehileykî çêdike û astengiyan derdixe li pêşiya Hîlala Zêrîn. Xebata hunerê xebateke zehmete lewma pêwîstiya wê bi demê heye ku kesê vî karî bike pêwîste ji bo wê vala bê û bi tu tiştên din re mijûl nebe. Di heman demê de li alanên netewên ereb jî gelek jin hezkirina hunerî li cem wan heye, lê ji ber zextên ku civak li wan dike û ne qebûlkirina civakê ji derketina jinê li ser dikê re dihêle ew hezkirina hunerî di dilê jinan de pûç bibe. Lê Hîlala Zêrîn hemû hewildanên xwe dike ku destek bide van kesan û heya roja îro karîn gav bavêjin û komên xwe li Reqa û Tebqa bidin avakirin. Her wiha Hîlala Zêrîn bi riya nîqaş û perwerdeyê dixwaze di milê bîrdozî de astengiyên ku derdikevin ji holê rake, ji ber ku qada hunerê qadeke berfirehe û xwedî girîngiye bi taybet ji bo demên bêş bingeheke xurt di milê bîrdozî de pêwîste da ku bikaribin vê hunerê li pêş bixin.
Pirojeyên sala 2026‘an
Hîlala Zêrîn hertim di nav kar û xebatan de ye û ji bo sala nû gelek piroje li pêşiya wê hene wek; Amadekarî ji bo Festîvala Şehîd Berçem, 8’ê Adarê, 21’ê Adarê, di heman demê de ji bo pêşxistina xebata Hîlala Zêrîn wê li hin alanan navendên xwe bidin avakirin. Her wiha ji bo xurtkirina bingehê Hîlala Zêrîn wê gelek perwerdeyên cûr bi cûr jî werin dayîn. Ji bo pêşxistina zarokan Hîlala Zêrîn her sal festîvala zarokan li dar dixe, sala 2026’an de jî wê li darxistina festîvalê di nav pirojeyên wê de be.






