Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xebatên Meclîsa Sûriya Demokratîk a 2025’an

31/12/2025
in Serbest
A A
Xebatên Meclîsa Sûriya Demokratîk a 2025’an
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Sala 2025’an nîşan da ku Meclîsa Sûriya Demokartîk MSD’ê ji rêveberiya pevçûnan derbasî çalakiya siyasî ya rêxistinkirî û avakirina hevkariyên neteweyî bûye, ew jî bi rêya aktîvkirina xebatên xwe li ser erdê. MSD’ê hewl da ku xwe wekî stûneke siyasî ya sereke ya projeya Sûriya demokratîk a li ser bingehê nenavendî, pirrengî û hemwelatîbûna wekhev, ava bike.

Piştî hilweşîna rejîma Sûriyê

Sala 2025’an, sala yekem piştî hilweşîna rejîma Baas a Sûriyê bû. Vê yekê qonaxek girîng di dîroka Sûriyê ya nûjen de nîşan da ku bi aloziyên siyasî, ewlehî û civakî yên bêhempa û hewldanên cidî ji bo ji nû ve şekildana dewleta Sûriyê û siberoja wê ve, hate diyarkirin. Di vê çarçoveya veguhêz a hesas de, Meclîsa Sûriya Demokratîk wekî aktorek siyasî ya neteweyî derket holê, helwestên xwe yên zelal, çalakiyên xwe yên dîplomatîk û xebata xwe ya rêxistinî ya navxweyî nîşan da. Wê hewl da ku projeya xwe ya li ser bingeha demokrasî, nenavendî, hemwelatîbûna wekhev û pirrengiyê xurt bike.

Di vê salê de, Meclîsê li ser rêyên hevseng xebitî

Ji hêla siyasî ve, ji bo rêxistinkirina helwesta neteweyî.

Ji hêla dîplomatîk ve, ji bo zêdekirina rewatiya xwe wekî hevkar di her çareseriyek siberojê de.

Ji hêla rêxistinî ve, ji bo avakirina saziyên ku dikarin berdewam bikin û bi bandor bin.

Yekem: Helwest û daxuyaniyên fermî

Meclîsa Sûriya Demokratîk berdewam kir bi weşandina daxuyanî û helwestên siyasî yên ku prensîbên wê yên neteweyî diyar dikin, ji wan jî yên herî berbiçav ev bûn:

-Ewlehî û aramî

Meclîsê hemû kiryarên terorîstî yên ku ewlehî û aramiya Sûriyê hedef digirin, tevî êrişa terorîstî ya ku hêzên Amerîkî li Tedmûrê hedef girt, şermezar kir û tekez kir ku teror gefek rasterast li ser her pêvajoyeke siyasî ya Sûriyê çêdike.

-Bîrdanka niştîmanî û nasnameyê

Meclîsê girîngiyeke taybet da bîranîna kêliyên girîng ên di dîroka têkoşîna Sûriyê ya li dijî teror û zordariyê de. Wekî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê, berxwedana Koban û salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi bîr anî. Herwiha dagirkirina berdewam a Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kir û ev yek wekî binpêkirina serweriya Sûriyê û mafên niştecihên wê, bi nav kir.

– Pirrengiya olî û civakî

Meclîsa Sûriya Demokratîk pabendbûna xwe ya bi Sûriyeke piralî re piştrast kir. Herwiha beşdarî çalakiyên olî û civakî yên ji bo pêkhateyên cûda, bû. Herwiha ew dibîne rêzgirtina ji pirrengiyê re, kevirê bingehîn ê avakirina dewleteke hemwelatîbûnê ye.

– Mafên mirovan û jinan

Meclîsa Sûriya Demokratîk redkirina tundûtîjî û binpêkirinan, nemaze tundûtîjiya li dijî jinan dubare kir û tawanên li dijî sivîlan û cihên îbadetê şermezar kir. Di heman demê de tekez kir ku edaleta veguhêz û rêzgirtina mafan, şertên bingehîn ên ji bo aramiyê ne.

– Pêvajoya siyasî û qonaxa veguhestinê

Meclîsa Sûriya Demokratîk rexne li mekanîzmayên avakirina hikumeta nû kir û diyar kir ku ne li ser bingeha hevkariyeke rastîn a neteweyî ne. Herwiha daxwaza bidawîanîna cezayên berfireh ên ku gelê Sûriyê zirar jê dibînin, kir. Hem jî meclîsê daxwaza destpêkirina diyalogeke neteweyî ya berfireh bê cudahî kir.

Duyem: Çalakiyên hevserokatiyê û desteya hevserokatiyê

Hevserokatiya Meclîsa Sûriya Demokartîk di sala 2025’an de roleke girîng lîst, nemaze piştî guhertina siyasî ya ber bi Şamê ve. Ji ber ku hevdîtinên xwe bi hêz û kesayetên siyasî yên neteweyî, nûnerên tevgerên sivîl û civakî re, zêde kir.

Hevserokatiyê di xîtaba xwe de bal kişand li ser van mijaran:

– Pêwîstiya veguhestina nîqaşa siyasî bo qada neteweyî ya Sûriyê.

– Redkirina çareseriyên dûrxistinê yan jî yên ji derve hatine ferzkirin.

– Tekezkirina li ser nenavendîbûnê, destûreke demokratîk û edaleta veguhêz.

Di heman demê de hevserokatiyê kar û xebatê ofîsan şopand, herwiha temsîlkirina meclîsê di hevdîtin neteweyî û navneteweyî de û kontrolkirina gotûbêjên siyasî yên giştî de, roleke sereke lîst.

Sêyem: Tevlîbûna hevpeymaniya hemwelatîbûna Wekhev “Hevgirtî”

Wekî beşek ji berfirehkirina hevpeymaniyên neteweyî, Meclîsa Sûriya Demokratîk piştî hilweşîna rejîmê Baasê, li ser bingeha baweriya xwe ya bi pêwîstiya yekkirina hewildanên hêzên demokratîk li ser bernameyek neteweyî ya berfireh, tevlîbûna xwe ya di Hevpeymaniya Hemwelatîbûna Wekhev “Hevgirtî” de, ragihand.

Meclîsê bi awayekî çalak beşdarî civîn û nîqaşên Hevpeymaniyê li ser van mijaran bû:

– Qonaxa veguhêz.

– Awayê dewleta Sûriyê.

– Destûr û hemwelatîbûna wekhev.

Bi berdewamî tekezî li ser zelaliya prensîban û rêzgirtina ji bo xweseriya her alî, kir.

Çaremîn: Xebata dîplomatîk û têkiliyên derve

Meclîsê, ji bilî beşdarbûna di civînên herêmî û navneteweyî de, bi rêya nûnerên xwe yên li Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Brîtanya û welatên Ereb çalakiyên xwe yên derve domand. Di nav de, hevdîtinên bi rayedarên hikumet û parlementoyê re, beşdarbûna di konferansên li ser mafên mirovan, demokrasiyê û veguheztina siyasî de. Diyalogên bi civakên Sûrî û Kurd ên li derveyî welêt re. Ev yek jî bi armanca ravekirina vîzyona meclîsê û komkirina piştgiriya navneteweyî ji bo çareseriyek demokratîk li Sûriyê.

Pêncemîn: Karê nivîsgehan

Avakirina saziyan û veguherîna bo çalakiya siyasî ya rêxistinkirî

Sala 2025’an di kar û xebatên ofîsên Meclîsa Sûriya Demokratîk de guhertineke berbiçav a kalîteyî, hat dîtin.

– Ofîsa Têkilî û Hevpeymanan: Tora xwe ya ragihandinê bi partî, hêz û rêxistinan re berfireh kir.

– Civaka sivîl, semînerên siyasî yên hevbeş lidar xistin.

– Ofîsên lêkolîn û siyasetê, kaxezên analîzî li ser nenavendîkirin, destûr û peymanê amade kirin.

10’ê Adarê bû xalek lêvegerê ji bo nîqaşên siyasî.

– Ofîsa Jin: Forum û komxebat lidar xistin û di qonaxa veguhêz de ji bo pirsgirêkên jinan parêzvanî kirin.

– Ofîsa Ciwanan: Meclîsa Giştî ya Ciwanên Sûriya Demokratîk damezrand û beşdariya siyasî xurt kir.

Ji bo ciwanan, Ofîsa Ragihandinê, gotûbêjên ragihandinê û çalakî birêxistin kirin, herwiha komxebat derbarê xebatên ragihandinê de lidar xist.

Şeşem: Çalakiyên navxweyî û raporên ji kanton û parêzgehan

Meclîs xwe dispêre raporên asayî yên kantona Cizîrê, Reqa, Dêrezor, Kobanî, Hesekê, parzgeha Şam û Helebê, Berav, Deraa, Siwêda, Hums û Hemayê ku rastiyên siyasî û civakî yên li ser erdê nîşan didin.

Hevdîtinên giştî hatin organîzekirin, herwiha civîn bi serok eşîran, kesayetên olî û rewşenbîran re hatin lidarxistin. Di heman demê serdan ji bo kesên koçber ên ji Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî re, hatin kirin. Van raporan alîkarî kirin ku helwestên meclîsê li gorî hewcedariyên civakê werin destnîşankirin.

MSD’ê sala 2025’an derbasî çalakiya siyasî ya rêxistinkirî bûye

Sala 2025’an nîşan da ku Meclîsa Sûriya Demokartîk MSD’ê ji rêveberiya pevçûnan derbasî çalakiya siyasî ya rêxistinkirî û avakirina hevkariyên neteweyî bûye. Bi rêya aktîvkirina ofîsên xwe, hebûna hevserokatiya xwe, tevlîbûna wê di hevpeymaniya hevgirtî, hewldanên dîplomatîk û xebatên li ser erdê. MSD’ê hewl da ku xwe wekî stûnek siyasî ya sereke ya projeya Sûriya demokratîk a li ser bingehê nenavendî, pirrengî û hemwelatîbûna wekhev, ava bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.