Hemza Sêvo
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) îsal xebateke berbiçav di warê zimên de kir, 9 berhem derxistin, hem jî 102 xelekên bernameyên cuda qeyd kirin, herweha di vê salê da 3 hezar û 294 bawername li xwendekarên astên perwerdeya zimanê Kurdî yên SZK’ê bi sê astên xwe ve hatine belavkirin
9 berhem ji Komîteya Ziman û Folklorê ya SZK’ê
Kovara Hawarê ji nav weşanên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) derket. 57 hejmarên Hawara Mîr Celadet Bedirxanî, di du cildan da, ji nav weşanên SZK’ê derketin. Ji bo ku xweştir û hêsantir bê xwendin, Hawar li ber deqa orjînal hatiye venivîsîn û naveroka wê ji nû ve hatiye dîzaynkirin. Pirtûka ‟Çend Babet û Vekolînên Zimanî” ji nav weşanên SZK’ê derket. Ev berhem ku cara pêşîn bi tîpên erebî, binzaravayê behdînî, hatiye weşandin, ji heft babetên zimanî yên cihêreng pêk tê. Herwiha pirtûka ‟Dibistanên Modern ên Hizira Zimanî” ji nav weşanên SZK’ê derket. Ev berhem bi awayekê kronolojî; li gor rêza demê, wan dibistanên zimanî dide nasîn û cudahiyên di navbera wan da diyar dike. Di heman demê de mijarên girêdayî zimannasiyê yên mîna paradîgmên teorî, modelên rêzimanî, bikaranînên pratîkî û metodên teknîkî nîqaş dike. Piştre Cildê çarem ê “Avestayê” ji nav weşanên SZK’ê hat derxistin. Berhema “Avesta 4 – Destnivîsên Orîjîn: Yašt” ya avestolog Beyhanî Şahînî ye. Ev berhem destnivîsên Avestayê yên bi navê “Yašt”ê dihewîne û ji 758 rûpelan pêk tê. Piştre ‘Seta Wergerê’ ya zimannas Deham Ebdulfettah, ji nav weşanên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) derket. Ev set ji 3 berhemên wergerandî pêk tê. Hem jî DASTANA GILGAMÊŞ hat derxistin. Ew ji 12 depan pêk tê. Ji zimanê erebî, li ber berhema Fîras El-Sewahî hatiye wergerandin û bi gelek jêderên cîhanî ra hatiye hevrûkirin. (çapa 4’an) ÇARÎNEYÊN XEYYAM jî berhemeke ku di vê salê de hat derxistin. Ew ji 130 çarîneyan pêk tê. Ji zimanê erebî, li ber berhemên Ehmed Safî Elnecefî û Mistefa Wehbî Eltel hatiye wergerandin û bi deqa orjînal (zimanê Farisî) ra hatiye hevrûkirin û li berê hatiye sererastkirin. Bi çapa 2’yan hat derxistin. YARSAN YAN JÎ EHLÎ HEQ ji 5 gotaran pêk tê. Gotarek ji zimanê erebî û çar gotarên din bi alîkariya Islah Ebdulfettahî ji zimanên fransizî û îngilîzî hatine wergerandin. Bi çapa 2’yan hat derxistin. Berhema Gangulokên zivistanê ya çîrokên gelêrî ji nav weşanên SZK’ê derket, ev berhem
Amadekirin û wergera berheman tê domandin
Ferhenga Termên Rêveberî: Ev ferheng termên girêdayî biwarên rêveberî li gel şîroveyên wan dihewîne, ji bo çapê tê amadekirin. Destpêkek ji bo Dengsazî û Dengnasiyê: Ev berhem li ser mijar û babetên dengsazî û dengnasiyê ne tê amadekirin. Di heman demê de 13 berhemên têkildarî ziman û zimannasiyê tên wergerandin.
Komxebat
Komxebata yekem a zimanî hat lidarxistin û bi çar civînan temam bû. Komxebatê 12’ Nîsana 2025’an dest pê kir, di civînê de hem rêveber û şêwirmendên Meclisa Perwerdeyê (Saziya Zimanê Kurdî, Meclisa Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Perwerdeyê ya Herêmê, Peymangeh û Akademiyên Desteya Perwerdeyê yên Kantonan, Yekîtiya Mamostayan, Akademiya Lêkolînên Stratejîk û Saziya Minhacan) hem jî endamên beşa zimanî yên heman dezgehên navborî ku dê di komîteyê de nûneriya dezgehên xwe bikin, amade bûn. Komxebat ji bo yekkirina mijarên rastnivîsînê lidarxistin. Gelek qanûnên meclis û saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin wergerandin.
SZKmedya:
Her Carê Peyvek, bernameyeka ferhengî ya peyvên kêmnas e. Her carê, peyveke kêmnas li gel nimûneyan û pêvajoyên bikaranînê dihat şirovekirin. Bi dirêjahiya vê salê 60 xelek hatin weşandin.
Pirseka Kurdî, bernameyeka pirsan a li kolanê ye. Naveroka pirsan bêhtir ferhengî ye, pirs bi tevahî girêdayî zimanê Kurdî ne. Bi dirêjahiya sala 2025’sn 30 xelek hatine weşandin.
Hêlîna Zarokan, sê zarokan pêşkêş kiriye, bernameyeke perwerdeyê ya zarokan e ku bi şêwazê montessorî tê amadekirin. Bername herî pêşîn ji bo hînkirina zimanî ye û wekî din hînkirina hest û derbirînên cuda, sinc û exlaqên sereke, tevgera û reftarên ewle û durist ji bo zarokan e. Di vê bernameyê de jî 12 xelek hatin qeydkirin.
Komîteya perwerdeyê:
Li tevahî kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerdeya zimanê Kurdî ya her sê astên destpêkê berdewam e. Li navendên SZK’ê yên kantonan hem mamostayên zimanê Kurdî tên amadekirin, hem jî kesên ku bixwazin hînî xwendin û nivîsîna zimanê Kurdî bibin tên perwerdekirin.
Hejmara girûpên ku di vê salê de perwerdeya wan bi dawî bû:
-Asta fêrbûnê: 16 girûp bûn di nav de 322 xwendekar hebûn.
-Asta yekem: 177 girûp hezar û 975 xwendekar hebûn.
-Asta duyem: 105 girûp 982 xwendekar vehewandin.
-Asta sêyem: 68 girûp, di nav de 510 xwendekar hebûn.
-Herweha di vê salê da sê hezar û 294 bawername li xwendekaran hatine belavkirin.






