Solîn Mihemed/ Amûdê
Rêveberiya çand û hunera Hûrî ya Hîlala Zêrîn a bajarê Amûdê Bêrîvan Elî diyar kir ku Koma Şehîd Delîla ji sala 2022’an ve hatiye avakirin û wiha got: “Armanca Koma Şehîd Delîla xwedîderketina li çand û hunerê ye.”
Di navenda Çand û Huner a bajarê Amûdê de, gelek kom cihê xwe digirin, yek ji wan koman jî Koma Şehîd Delîla ye. Koma şehîd Delîla ji sala 2022’an de hat avakirin. Hejmara endamên vê komê di nav zêdebûnekê de ye, lê hejmara endamên bicihbûyî ji 12’ kesan pêk tê. Koma şehîd Delîla di warê hunerê de gelekî li pêşe.
Koma şehîd Delîla bi awaz û hestên xwe yên xweş, bi amûr û stiranên xwe pêşkêşî cîhanê dikin. Ev kom wek hemî koman her dem bi dengê xwe cihê xwe di her fistîvalekê de digire û herwiha bi wan awazên xwe yên xweş hestên mirovan kêfxweş dike.
Di derbarê kar û xebatên xwe de rêveberiya çand û hunera Hûrî ya Hîlala Zêrîn a bajarê Amûdê Bêrîvan Elî ji rojnameya me re axivî.

‘Koma Şehîd Delîla di sala 2022’an ve hatiye avakirin’
Rêveberiya çand û hunera Hûrî ya Hîlala Zêrîn a bajarê Amûdê Bêrîvan Elî diyar kir ku ew kom di sala 2022’ an de hatiye avakirin û wiha got: “Koma Şehîd Delîla ji zû ve hatiye avakirin, lê di despêkê de ev kom belavbûyî bû û tû kesî zêde cihê xwe tê de nedigirt. Koma Delîla beriya 3’ salan heya ku demek di ser re derbas bû ji nû ve ev kom hat vejînkirin û her kesî tê de cihê xwe girt. Ji xwe niha hejmara endaman di nav zêdebûnekê de ye, lê hejmara endamên bicihbûyî ji 12’ kesan pêk tê û endamên Koma Şehîd Delîla ciwanên pir hêjan e û her ciwanek li ser amûrekê li ritmekê dixin. Ciwanên Koma Şehîd Delîla di riya wan saz û ritman re her tim dixwazin dengên xwe bigihînin civakê ku ew ciwan in û armancên wan jî hene. Koma
Şehîd Delîla komek di warê hunerî de zû xwe bi pêş xist û dixwazin her nameyekê bigihînin derdorê û wek ciwanan di riya pêşketinê xwe de dengên xwe belav bikin û hêza xwe bidin xuyanîkirin.”
‘Koma Şehîd Delîla di warê hunerî de gelekî li pêş e’
Bêrîvan Elî anî ziman ku Koma Şehîd Delîla tevlî gelek çalakiyan bû û wiha bi dawî kir: “Hate gotin ku Koma Şehîd Delîla di warê hunerî de gelekî li pêş e û di heman demê de jî zû bi zû xwe ava kir û bi ser ket, ji ber vê yekê vexwendin ji gelek aliyan hat xwestin ku ev kom tevlî festîvalan bibe û li her şahiyan ev kom derkeve. Ji xwe niha bernameyên me ji bo dema pêş heye, em amadekariyên xwe ji bo Festîvala Orkêş dikin, hem jî li ser klîbên nû dixebitin û di heman demê de jî sitran tên amadekirin. Nameya Şehîd Delîla ji hemî ciwanê re ew e ku şerim nekin û li çand û hunera xwe û berhemên xwe xwedî derkevin, hem jî bila ciwan xwe li pêş bixin da ku bigihin asteke bilind.”






