Dîlan Mulhim\Qamişlo
Parastina jîngehê yek ji mijarên her girîng e ku mirov li ser bisekine, ji ber ekolojî bi tendirustî û derûniya mirovan ve girêdayî ye. Pêwîst e civak bi taybetî sazî û dezgehên girêdayî civakê parastina jîngehê bikin, da ku bi hev re herêmeke paqij û saxlem ava bikin.
Paqijî çand û şêwazeke jiyanê ye ku em bi rêya komek kevneşopiyên saxlem ên ku em rojane pêktînin digirin, da ku tenduristiya xwe wekî takekesan û ewlehiya jîngeha li derdora misoger bikin.
Girîngiya paqijiyê
Paqijî yek ji wan hêmanên herî girîng û bingeha jiyanê ye ku ji bo mirovan pir pêwîst e. Ew tê wateya parastina tenduristiya laş, giyan û jîngehê ji ax, mîkrob û nexweşiyan. Paqijî kesayetî, tevger û cihê mirov di civakê de nîşan dide. Her kes rêzê ji mirovê paqij re nîşan dide, cihê bawerî û rûmetê ye. Xwe rihet, bextewar û ji xwe bawer hîs dike.
Parastina paqijiya jîngehê
Jîngeh tişta herî girîng di jiyanê de ye û ji bo ku jîngeh paqij û bedew bimîne, pêwîst e mirov gelek gavên berbiçav, girîng û birêkûpêk bavêje da ku jîngeha xwe saxlem û paqij bihêle.
Divê civak bi çanda paqijiyê bigihîje asteke pêşketî
Divê her kes paqijiya kolan, tax, gund û bajarê xwe bike. Ji ber ku civak bigihêje asteke pêşketî û bi çanda paqijyê re jiyan bike. Herwiha karê herî girîng û pîroz karê paqijiyê ye. Paqijî gelek girîng e, rê li pêşiya belavbûna nexweşiyan digre û dihêle ku şaristaniya bajêr were parastin.
Weke tê zanîn ku çanda paqijê di nava civakê de kêm e, welatî çopê davêjin kolan û parastina jîngehê nakin. Lewma welatî gazinan ji şaredariyê dikin û dibêjin ku bi erkê xwe ranabe. Di heman demê de, îro ne şaredarî tenê bi erkê xwe ranabe, ji ber ku di heman demê de xizmet û paqjiya kolan, tax, gund û bajêr erka her kesî ye. Lewma belavkirina çanda paqijiyê di nav gel de, bedewiya welat e. Di heman demê de, ajokar gemara xwe bêyî ku girîngiyê bidin malan an jî şêniyan davêjin kolanan û kesên ku avahiyan lêdikin kolanan qirêj dihêlin. Ji bo ku welatê me paqij bibe, Pêwîst e her kes li hemberî paqijya welatê xwe berpirsyar be.
Parastina paqijiya jîngeh û derdora me ji çend aliyan ve pêk tê. Ji perspektîfa mirovan e ku divê her ferdê vê civakê hewl bide ku jîngehek paqij û bê qirêjî ava bike. Hevkarî û dilsoziya kesan bi jîngeha xwe re, hewaya paqij, axa çandiniyê û ava vexwarinê tê bidestxistin. Divê her kes xwe ji bîr nekin û kesên derdora xwe bi qirêjiya bajêr û jîngehê sûcdar nekin, bi hev re, em dikarin jîngeha xwe biparêzin û bi erkên xwe yên li hember wê rabin û nepirsin ka kî berpirsiyar e. Eger her kes dora mala xwe paqij bike, wê her dever paqij bimîne. Paqijî xweşik e, lê çiqas mezin e gava ew di hişê me de be. Jiyana te bi qîmet e, wê qirêj neke û nexe xetereyê.
Parastina jîngehê di rastiya xwe erkekî girîng û sereke ye
Jîngeha ya herî girîng di vê jiyanê de ye, û ji bo ku ev jîngeh paqij û bedew bimîn e, pêwîst e ku her kes civaka parastina jîngehê bike. Herwiha yek ji xalên herî girîng ên paradîgmaya Rêber Apo û Şoreşa 19’ê Tîrmehê kar û xebatên parastina jîngehê bû. Ji ber ku beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê ji milê sîstema serdest ve tu guhdan ji bo xweza û jîngehê nedihatin kirin. Herwiha hemû sererd û binerdên xakê dihatin talankirin. Lê bi hatina Rêber Apo û Şoreşa Rojava, desteyek bi navê Jîngehê ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat avakirin bi erkê paqijiya derdorê û jîngehê radibe. Bi qasî ku mirov ji bo xwe nasname û çand diparêze û girîng dibînin. Divê ekolojiyê jî ji bo xwe wek nasname bibînin, ji ber ku ekolojî bingeha civakê ye. Gelek zindî li ser rûyê erdê hene û rojane jî jiyan dikin. Ekolojî girîngtirîn tiştên ku me ji ziraran diparêze û bandorê li hebûna zindewerên li ser rûyê erdê dike. Bandorek pir mezin li jiyanê dike. Ji ber vê yekê parastina jîngehê di rastiya xwe erkekî girîng û sereke ye.
Em dikarin bibêjin ku di destpêka mirovahiyê de li kokên vê pirsgirêkê bigerin. Bi zêdebûna desthiladariyên di nav civakê de mirov ji hevdû dûrketin û di heman demê de mirov ji xwezayê jî dûr bûn. Mirov dikare bîne ser ziman ku civak di cewherê xwe de rastiyeke ekolojîk e. Mebest ji ekolojiyê ew e ku bi ruhekî pak, civakê zindî bike. Ders û encama em dikarin ji vê bigirin, ew e ku mirov nikare di bin desthiladariyê de bijî. Ji ber wê jî pêwîst e her kes ekolojiyê biparêzin û cihekî ekolojîk taybet di jiyana xwe de ava bikin.
Civak û ekolojî wek goşt û neynûk in
Civak û ekolojî wek goşt û neynûk in, tu car nikarin ji hev dûr bikevin, ji ber ku ekolojî û civak hev temam dikin. Bi vê armancê jî eger em daxwaza civakek pak û xweşî bikin mijara destpêkê em li ser bisekinin dibe ku ekolojî be. Dikare bê gotin ji despêka ku mirovên sereke hîmên xwe avêtiye li ser vê axê heya roja me ya îro rolek girîngî daye her tiştên hewîrdora xwe. Yanî xweza bi awayek zindî dîtiye û pênase kiriye. Di heman demê de, hemû bûyerên ku di xwezayê de rû didin, di hêla mirov de pêhesîn dide avakirin. Ev jî tê wateya ku mirov çiqasî bi ekolojiyê bandor dibe. Herwiha di sîstema me de ekolojiya herêmê bi qasî demokrasiyê girîng e. Ji ber ku ekolojî lingekî bingehî yê Neteweya Demokratîk e. Mirov bê xwzayê nikare bi tu awayî bijî. Xweza her tişta jiyanê di nava xwe de dihewîne. Ji bo wê jî pir girîng e ku em vê xwezayê biparêzin. Parastin jîngeh bikin, lewra parastina jîngehê parastina jiyanê ye.
Paqijî jî girêdayî hişmendiya mirovan e
Paqijî jî girêdayî hişmendiya mirovan e, pêwîstî bi guhertina hişmendiyê heye. Dema her kes xwe berpirsyar bibîne mal û taxa xwe paqij bike dê bajar paqij bimîne. Paqijî exlaq û çanda civakê ye. Çawa ku welatî parastina paqijiya malên xwe dikin, divê di heman demê de parastina kolanên bajarê xwe jî bikin. Lewra çareseriya paqijiyê di hevkariya gel de ye. Şaredarî çiqas paqijiyê bike jî, eger gel ne alîkar be û çanda paqijiyê di nava civakê de nebe, paqij nabe û wê diyardeya avêtina çopê dewam bike.
Gelên paqij ew gelên ku rêzdarî ji xwe û gelê xwe re digrin, dixwaze wêneyek xweşik ji yên din re nîşan bide, ji ber ku paqijî cûreyek ji exlaqê ye. Di heman demê de, parastina paqijiya bejahiyê erkeke divê her kes beşdar bibe, ji ber ku gelek mirov tê de jiyan dikin, herwiha paqijî mîna neynikekê pêşketina welat nîşan dide. Her çiqas ku gel parastina paqijiya bajarê xwe bike, wê ew bajar an welat pêş bikeve.
Pêwîst e mirov derdora xwe paqij bike
Pêwîst e mirov welatê xwe qirêj neke, herwiha divê her kes derdora mala xwe û taxa xwe biparêze û paqij bike, çopê navêje nava kolanan û bixe cihên taybet yên ji bona çopê hatine bi cih kirin û bi şaredariyê re di vî warî de alîkariyê bike û hevdû temam bikin û bi dilsozî kar û xebata xwe pêkbînin. Da ku her tim welatê me xweşik û paqij be.






