Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Heta hişmendiya faşist û inkarê bi dawî nebe Tirkiyeke demokratîk ava nabe

31/12/2025
in POLÎTÎKA
A A
Heta hişmendiya faşist û inkarê bi dawî nebe Tirkiyeke demokratîk ava nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed

Zêdeyî salekê ye ku Bahçelî destê aştiyê dirêjî  Rêber Apo û gelê Kurd kir. Rêber Apo jî di 27’ê Sibatê de banga destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ji wê demê heta roja îro gavên bi nirx ên aştîxwaziyê ji hêla PKK’ê ve hatine avêtin. Êdî Rêber Apo bi nameyên xwe ji hemû warî ve ji bo Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heyanî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane. Lê hikumeta Tirkiyê hertim bi rola xerab û ya dijber li dijî pêvajoya aştiyê lîstiye, hem li Sûriyê û hem jî Tirkiyê. Dewleta Tirk di warê gavavêtina hiqûqî de hîna gavên aştiyê û rêveçûna wê neavêtine. Gava ku avêt û hinek erênî pêkanî jî avakirina komîsyonê bû, destpêkê jî xwestin navê Tirkiya Bêteror li wê komîsyonê bikin, lê ev yek nehate qebûlkirin. Ruxmî peyva terorê li ser lêvên dewleta Tirk û rayedarên wê nedihat bikaranîn jî, lê dilê wan dagirtî bû, hîna jî dagirtî ye. Hakan Fîdan Yaşar Guler û Îbrahîm Kalin çûn Sûriyê. Wê rojê li Helebê, li ser taxa Şêxmeqsûdê êriş hatin kirin. Ji bo bicihanîna Peymana 10’ê Adarê gelek derdor hewl didin. Me dît ku ev çûyîn çi encam bi xwe re anîn. Serdana Tirkiyê ji Şamê re tenê ji bo dosya QSD’ê bû, tenê ji bo hikumeta veguhêz, alîgirên wê û çeteyên ku di bin baskê xwe de gur bike li dijî QSD’ê. Me ev yek bi çavan dît dema ku di heman rojê de êrîş li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêbûn, hinceta derew jî ew bû ku (QSD) êrîş kir, wekî tê zanîn Hêzên Sûriyaya Demokratîk ji 1’ê Nîsana 2025’an ve ji herdu taxan derketine. Êriş û binpêkirin li ser herdu taxan berdewam in, her car gurtir dibin dema ku Tirkiyê diaxive. Piştî wê Hakan Fîdan li ser ragihandina Tirkiyê derket da ku dîsa bêje Tirkiyeke bêteror. Hemû kes dizanin ku wateya terorê rêxistina ku tirsê dike dilê sivîlan, şer li şûna aramiyê diçîne, nefretê û kîndariyê diafirîne, hem jî kuştin û komkujiyan li ser gelan de çêdike. Tu caran PKK xebateke wiha ji destpêka damezirandina xwe ve heya roja îro pêkneanîne. Berovajî vê yekê, wê li Şengalê, Mexmûr, Başûrê Kurdistinê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê DAIŞ’ê kir, herwiha gelên herêmê ji kirîzeke bêdawî ya terorê parast. Di necamê de jî bi dehan şoreşger ji refên PKK’ê di qada serbazî, siyasî, civakî û hwd… li ser destê DAIŞ û dewleta Tirk hatin şehîdxsitin. Lewma divê ku Tirkiyê baş bizanibe û qebûl bike ku PKK’ê tevgereke û ew xwedî dozek a pêkanîn û parastina mafê gelê Kurd û gelên herêmê ye. Hem jî divê AKP û MHP’ê baş bizanibin heta hişmendiya faştî û inkarê bi dawî nebe Tirkiyeke bêteror ava nabe. Ji ber ku teror ne di hişmendiya PKK’ê de ye, teror di hişmendiya tarî ya inkarkirin û faşistiyê de ye. Kilîda çareseriyê li pêş her kesî xuya ye,  kilîda wê, demokrasî ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.