Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Fêsel Yûsif: Divê demildest lêvegera Kurdî ava bibe

31/12/2025
in POLÎTÎKA
A A
Fêsel Yûsif: Divê demildest lêvegera Kurdî ava bibe
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/Qamişlo

Endamê Desteya Serokatiya ENKS’ê Fêsel Yûsif da zanîn ku astengiya pêşiya şandeyê ew e ku hikumeta veguhêz pêşwaziya şandê nake û lêvegerke Kurdî ava nabe û got, “Divê demildest lêvegerke Kurdî ava bibe ji ber ku ew ê rê li ber xebata şandeyê û çûyîna Şamê veke.”

Di 26’ê Nîsanê de Konferansa Yekhelwestiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya tevahiya pariyên Kurdî li Rojava li dar ket. Herwiha piştî vê konfer şandeyek li gorî xalên wê ku nûnertiya gelê Kurd bike û diyalogê bi hikumeta veguhêz re pêkbîne.  Ji wê demê heya roja îro êdî hewldanên diyalogê tên kirin, lê hîna jî şande hevdîtin bi hikumeta veguhêz a Sûriyê re pêkneaniye. Derbarê heman mijaran, endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Fêsel Yûsif ji rojnameya me re axivî.

‘Xebata şandeyê û peywendiyên partiyan bi hev re baş in’

Yûsif destnîşan kir ku xebata şandeyê û têkiliyên partiyên Kurdî bi hev re di asteke baş de ne û wiha bi lêv kir: “Piştî lidarxistina Konferansa Yekhelwestiya Kurdî heta roja îro şandeyek hate avakirin da ku danûstandinan bi hikumeta veguhêz ve bike. Di destpêka meha 6’an de ev şande hat avakirin, ew xwedî nerîna yekhelwesiya Kurdî ye ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî di Sûriyê de. Xebata wê ew e ku diyalogê bi hikumeta veguhêz re bike û bigihêje encaman di warê bidestxistina mafê gelê Kurd, aramiya Sûriyê û demokrasiya wê. Ev şeş meh li ser avakirina şandeyê derbas bûn, me ji destpêkê ve agahiya çûyîna Şamê ji hikumeta veguhêz re gotiye, lê heta niha bersiv ji aliyê hikumeta veguhêz ve nehatiye. Niha şanda Kurdî civata li dar dixe, herwiha têkliyên di navbera partiyan baş tên meşandin. Da ku lihevkirineke di navbera nerînên hemû aliyan de çêbibe, nerîna partiyên Kurdî gotûbêj dibe, ev xebat jî gaveke baş e.”

‘Em amade ye ji bo avakirina lêvegereke Kurdî’

Fêsel Yûsif da zanîn ku ENKS’ê amade ye ji bo avakirina lêvegereke Kurdî û wiha got: “Wekî tê zanîn ji bo hevrêziya Kurdî konferansek hat lidarxistin, ji wê bi şûn de me xwest ku hin gavên din werin avêtin. Pêwîstî êdî bi lêvegereke Kurdî çêbû, ji bo pêkanîna nerîneke hevbeş a xwedî biryar. Ne tenê ji bo konferans û şandeyê, lê belê ji bo hemû awayan pêdivî hebû ku lêvegereke giştî derencama konferans de ava bibe. Ji aliyê me weke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî projeyek girêdayî avabûna lêvegereke Kurdî pêşinyarî PYD’ê û hemû partiyên siyasî kiriye. Di heman demê de jî me ev proje ji genêral Mezlûm Ebdî şandiye da ku lêvegereke Kurdî li Rojavayê Kurdisatên çêbibe, lê hîna ev yek bi cih nehatiye Ev lêveger jî eger ava bibe tekez divê li gorî belgenameya Konferansa Yekhelwestiya Kurdî be. Ev belgenameya ku ji salên piştî 2012’an ve cihê nîqaşê bû, lihevkirin li ser nedihat kirin, di dawiyê de jî her ev belgename ji bo doza gelê Kurd maye. Ew lêveger bibe berpirs ji bo gelê Kurd li tevahiya herêm û bajarên Kurdî û hemû alî bi hev re bibin xwedî erk di warê rêvebirinê. Avakirina lêvegerê hêsan bûye piştî lidarxistina konferansa Kurdî.”

‘Astengî; Şam pêşwaziya şandê nake û lêvegera Kurdî ava nabe’

Yûsif diyar kir ku astengiya li pêşiya şandeya Kurdî ew e ku hikumeta veguhêz erêkirin li ser vexwendina ji bo hevdîtinan nekiriye, li aliyekî din lêvegerke Kurdî ava nebûye û wiha domand: “Yek ji astengiyên ku derdikevin pêşiya hevrêziya Kurdî û şandeyê ew e ku hîna lêvegereke Kurdî ava nebûye. Eger lêvegerke were avakirin wê rê li ber pêşiya şandeya Kurdî vebe û dibe ku hevdîtinan bi hikumeta veguhêz re çêbike. Ew ê bibe berbirs di çarenivîsa gelê Kurd de ji aliyê siyasî, ewlehî, berevanî û hwd… herwiha wê xebata lêvegera Kurdî berfirehtir be ji karê şandeyê.  Lêvegera Kurdî gelekî girîng e, divê lêvegereke ku ne tenê ji bo mijara şandê bi hikumeta veguhêz xebatê bike, lê belê ew lêveger xwediya biryarê be, bikaribe ofîs û komîteyan çêbike hem têkliyan bi hemû alyan re ava bike û dengê gelê Kurd bigihîne derdorê. Astengiya din jî hikumeta veguhêz heta roja îro pêşwaziya şandeyê nekiriye, hîna vê hikumetê daxwaz nekiriye ku şande biçe Şamê. Êdî em dibêjin dem hatiye ku şande were vexwendin ji hêla hikumeta veguhêz û here Şamê.”

‘Eger Kurd di qonaxa nû ya Sûriyê de bin wê serkeftî be’

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Fêsel Yûsif tekez kir ku eger gelê Kurd di qûnaxa nû de be wê ev qonax serkeftî be û wisa got: “Ji roja ku Sûriyê bûye gelek pêkhate tê de dijîn. Di Sûriyê de gelê Kurd, Ereb, Suriyan û hwd… hene, divê mafê hemû netewan di destûr de misoger bibe, piştre mijara rêvebirinê û mijarên siyasî werin nîqaşkirin. Eger hikumeta veguhêz ji dil dixwaze mafê pêkhateya Kurd bide, wê projeyên înkar û tunekirinê yên ku ji hêla hikumeta Baas ve dihat meşandin, bi dawî bike. Divê gelê Kurd şirîka sereke di hemû waran de li Sûriyê bi taybet qonaxa nû. Sîstema navendî di serdema Baas de hişt ku Sûriyê bigihêje asta wêraniyê. Piştî hatina hikumeta Sûriyê êdî heta niha tiştek nehatiye guhertin, vegera li sîstema navendîbûnê jî wê me vegerîne wê serdema xerab a rêjîma Baas.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.