Esma Mistefa
Destûrên bingehîn ên nûjen jinan weke her ferdekî ji civakê dinasin ku tu ferq û cudatiya wê ji mêr nîne û xalên ji bo parastina mafên wan dihewînin, lê veguherîna ji nivîsê ber bi pêkanînê ve pêvajoyek ku hewldanên yasadanîn û cibcîanînê hewce dike û ji hêla çand û qanûnên serdest ve bandor dibe. Gelek welat hene ku kêm zêde mafê jin di destûran de çawa ku hatiye destnîşankirin di piratîka wê de jî pêk tînin, yanî tenê weke gotineke li ser kaxizê namîne, lê di gelek welatên din de jî ku ew yên zêde ne, mafê jin weke ku hatiye nivîsandin nayê dayîn, ji wan jî Rojhilata Navîn e.
Di Rojhilata Navîn de di sedsala 21’an de yekemîn Hevpeymana Civakî ya Jin tê xêzkirin. Ev hevpeyaman ne tenê nimûneya ji Rojhilata Navîn re, lê belê nimûneya yekemîn di cîhanê de ye ku Hevpeymaneke Civakî bi taybet ji bo hebûna jin di nava civakê de û parastina mafê xwe di hemû aliyan de hatiye pêşkêşkirin. Di hundir vê raporê de me hîn zêdetir ev xal vekirine.
Rola jinê di destûrên cîhanî de
Di destûrên piraniya welatan de, rola jinê wekî beşek bingehîn a civakê tê naskirin. Destûr ku qanûna herî bilind e, maf û erka jinan di jiyana siyasî, civakî, aborî û çandî de diyar dike. Ev rola bi gelemperî di çend bingehan de tê dîtin:
- Wekhevî û neferqkirin: Pir destûrên cîhanê destnîşan dikin ku hemû mirov, jin û mêr, li ber qanûnê wekhev in. Ferqkirina li ser bingehê zayendî (jin/mêr) qedexe ye û mafên bingehîn ji bo hemû kesan wekhev têne garantîkirin.
- Mafên siyasî: Di gelek destûran de, mafên jinan yên siyasî têne pejirandin, mafê dengdanê, mafê xwebijartin û bijartinê û beşdariya di hikumet û parlamentoyê de.
- Mafên civakî û aborî: Destûr mafê jinan bo xwendin, kar, şertên kar yên wekhev û parastina li dijî tundîtîyê dide destnîşan kirin. Herwiha, mafên dayikatiyê û parastina malbatê di hin destûran de bi taybetî têne qeyd kirin.
- Parastina li dijî tundîtî û xweparastinê: Hin destûr şertên parastinê ji bo jinan li dijî tundîtîya malbatî, cinsî û civakî destnîşan dikin, û dewlet bi erkdarî dike ku rêbaz û qanûnan derxîne ji bo parastina wan.
- Cûrbicûrbûna destûran di nav welatan de: Her çend bingehên giştî hene, lê di nav welatan de cudahî heye. Di hin welatan de mafên jinan di destûrê de bi rêz û zelal têne garantîkirin, lê li welatên din hîn jî şert û sînor hene ku li ser rola jinê bandor dikin.
Bi giştî, destûrên cîhanî rola jinê wekî rûmeta mirovî û beşdariya tam a civakê didin naskirin. Lê şert û mercên pêkanîna van mafan li gorî şertên siyasî, çandî û civakî yên her welatê cûda ne.
Hêjayê hevrûkirinê ye ku di vê derbarê de welatên weke Ewropayê û Amerîka Bakur di aliyê pêkanîna destûrî de hinekî xurte û li ser pêkanîna wê muhafezekar e.
Di Rojhilata Navîn de ango dewletên li Rojhilata Navîn piraniya destûrên wan mafê jin tê de hatine destnîşankirin, lê di pêkanîna pratîkî de lawazî heye, û ji welatekî heya ya din tê guhertin.
Nimûneyên welatên ku mafên jinan di destûrên xwe de bi awayekî xurt garantî dikin
Tevî zehmetiyên ku jin li çar aliyê cîhanê pê re rû bi rû dimînin, hin welatan di warê zelalkirin û bihêztirkirina mafên jinan di destûrên xwe de bi ser ketine, û wekheviya zayendî wekî stûnek bingehîn a edalet û pêşketina civakî dibînin.
Li Ewropayê, welatên wek Swêd, Almanya û Fransa wekî modelên pêşketî têne hesibandin, ji ber ku destûrên wan bi awayekî eşkere wekheviya tam di navbera mêr û jinan de destnîşan dikin. Ew her cure cudakariya li ser bingeha zayendî qedexe dike, û dewlet pabend e ku jinan di warê kar û jiyana siyasî de biparêze.
Li Amerîkayê, Destûra Bingehîn a Kanadayê wekî yek ji destûrên herî piştgirîker ên mafên jinan derdikeve pêş, ji ber ku ew wekheviya tevahî li ber qanûnê garantî dike. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, mafên jinan, ji bilî qanûnên federal ên hişk, bi rêya bendên destûrî û guhertinên qanûnî yên piştgir têne parastin.
Li ser asta welatên pêşketî, destûra bingehîn a Afrîqaya Başûr mînakek pêşeng e, ji ber ku ew cudakariya zayendî qedexe dike û parastinek berfireh li dijî tundûtûjiyê peyda dike. Destûra Ruandayê jî ceribandineke ber bi çave ji ber ku beşdariya siyasî ya bêhempa ji bo jinan garantî kir û ew kir piraniya parlamentoyê.
Pisporên mafên mirovan tekez dikin ku hebûna metnên destûrî yên bihêz bi tena serê xwe têrê nake, divê ew bi pêkanînek bibandor û îradeyek siyasî ya rastîn re were. Lêbelê, ev welat hîn jî delîl in ku destûrek dikare bibe amûrek bi bandor di parastina mafên jinan û baştirkirina statuya wan di civakê de. Lê helbet bi derketina Hevpeymaneke Civakî taybet bi jinê, pratîkirin û bihêzkirina rola jin di nava destûrên van welatan de jî, kêm dimîne.
Çima di Rojhilata Navîn de rola jin di destûrê de paşguhkirî ye
Tevî ku bi dehsalan li ser pejirandina destûrên nûjen re li gelek welatên Rojhilata Navîn re derbas bûne, jin hîn jî bi sînorkirinên eşkere li ser rol û mafên xwe yên destûrî re rû bi rû ne, hem di metnên qanûnî de bi xwe û hem jî di mekanîzmayên pêkanîna wan de li ser erdê. Ev biçûkbûn ne ji ber yek sedemê ye, lê belê encama faktorên siyasî, civakî û çandî yên bi hev ve girêdayî ye. Em dikarin wan jî wiha rave bikin:
Metnên destûrî yên bê cîbicîkirin, Serdestiya çanda zilamperest, Bikaranîna ol di siyasetê de, Adet ji qanûnê bihêztir e, Kêmbûna temsîliyeta jinan di biryardanê de, Şer û bêîstîqrarî.
Xulase; Marjînalîzekirina jinan di destûrên Rojhilata Navîn de ne tenê ji ber nebûna metnan e. Belê, ew ji ber nebûna îradeya siyasî ya ji bo bicîhanîna wê, serdestiya adetan, bikaranîna olê, û beşdariya qels a jinan di rêveberiyê de ye.
Hêzdarkirina jinan a di destûrê de bi reformên rastîn ên qanûnî û guhertinek çandî ya kûr ve girêdayî ye ku wekheviyê dixe cewherê dewlet û civakê.
Mafê jinê di hilbijartinê de
Di sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de, mirovan ji bo mafê dengdana jinan dest bi xwepêşandanan kirin. Di sala 1893’an de, Zelanda Nû (New Zealand) bû welatê yekem ku mafê dengdana neteweyî da jinan. Ev tevger li seranserê cîhanê mezin bûye û belav bûye, û îro mafê dengdana jinan mafek e ku di Peymana Têkbirina Hemû Cureyên Cudakariya li dijî Jinan, SEDAW (1979) de hatiye destnîşankirin.
Lêbelê, tevî van pêşketinan, hîn jî gelek cih hene ku bikaranîna vî mafî ji bo jinan pir zehmet e. Nimûne Sûriye; jin bi awayekî bandorker ji beşdarbûna siyasî hatin durxistin, bi taybet di vê pêvajoya nû ya ku diviyabû ber bi guhertineke bingehîn de biherikî bûye, çawa ku hikumeta heyî weke pêvajoya aştiyê pênase dike.
Li Pakistanê, her çend dengdan mafekî destûrî be jî, li hin deveran jin ji dengdanê hatin astengkirin ji ber ku kesayetên bi bandor ên di civakên wan de normên baviksalar ên herêmî bi kar tînin da ku wan nehêlin biçin ser sindoqan.
Li Afganistanê, rayedaran vê dawiyê biryar dan ku li navendên dengdanê sîstemek wênekêşana mecbûrî bikar bînin. Ev yek ji bo jinan di pêvajoya dengdanê de li deverên muhafezekar pirsgirêkek çêkir, ji ber ku piraniya jinan li cihên giştî rûyên xwe vedişêrin.
Yekemîn Hevpeymana Civakî ya Jin di cîhanê de
Tu peymanekî civakî taybet ya jin di cîhanê de tune ye, her tim li gorî şert û mercan jin bûne beşek ji hevpeymanên civakî. Lê belê yekemîn hevpeymana civakî yak u bi temamî ji bo jin hatiye pişniyarkirin û organîzekirin, ew jî bi felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pejirandin. Ev înîsiyatîf li ser vexwendina Rêber Abdullah Ocalan di sala 2001’an de hate destpêkirin, û bang li jinan kir ku peymana xwe ya civakî pêş bixin ku bi peymana civakî ya klasîk re paralel be lê li ser rizgariya jinan bisekine.
Yekemîn civîn di 7’ê Tîrmeha 2024’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdarbûna 130 jinên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin, tê de Komîteyek ji 30’î jinî dihat pêk anîn derket da ku reşnivîsa Hevpeymana Civakî ya Jin ku dibe yekemîn hevpeymana civakî ya jin di cîhanê de hate nîqşkirin.
Ji pirtûka (Jin di destûrên cîhanê de) ya bi edîtortiya Eza Kamêl di sala 2012’an de hatiye amadekirin wiha dibêje: “Rola jin di nivîsanidna destûra welat de… Piştî demên veguhêzê de ku tê de destûrên nû têne nivîsandin, derfet ji bo jinan çêdibe ku temsîliyeta xwe di organên qanûndanînê û beşdariya xwe di beşdariya siyasî de zêde bikin. Li Afrîkaya Başûr, jinan karibûn bandorê li nivîsandina destûrê bikin. Di sala 1991’an de, jinên ku ji sirgûnê vegeriyan, jinên karker, û kom û rêxistinên jinan hêzên xwe kirin yek û “Yekgirtina Jinên Neteweyî” ava kirin ku zldetirî sed kom, rêxistinên jinan û nûnerên ji hemî partiyên siyasî yên sereke pêk dihatin.
Vê yekgirtinê “Destûra Jinan” amade kir ku yek ji armancên wê yên sereke ew bû ku di destûrê de wekheviyê pêş bixe û ji bo avakirina “Komîteya Şêwirmendiya Zayendî ya Civakî” di nava dezgeha ku li ser veguhertin û destûra nû nîqaş dike de, zaxtekê ava bike. Di encama vê xebata bêwestan û têkoşîna bênavber a jinan li Afrîqaya Başûr de, destûr mifteyên herî berfireh ên wekheviya destûrî li tevahiya cîhanê hewand.
Bi heman awayî, li Namibyayê (welatekî li rojavayê başûrê Afrîqayê ye) di sala 1989’an de, şeş endamên jin ên Meclîsa Damezrîner bi baldarî û dilsozî xebitîn da ku destûrek pêşverû ji bo welêt amade bikin, destûrek ku cudakariya li ser bingeha zayend, nijad, an ol qedexe dike Her wiha û behsa cudakariya ku jinan di demên berê de kişandiye û hewcedariya rûbirûbûna wê bi çalakiyek biryardar nîşan da.”






