Viyan Egîd/Qamişlo
Hikumeta Veguhêz a Sûriyê di 29`ê Kanûna 2025`an de forma nû ya lîreyê eşkere kir, herwiha semboleke dîrokî ya Tirkiyê ya kevnar e ku vedigere serdema Selçûqiyan li ser pereyên Sûriyê neqşandiye.
Di 29`ê Kanûna 2025`an de di merasîmekê de li Qesra Konferansê ya Şamê, Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyê Ehmed el-Şera û Serokê Banka Navendî ya Sûriyê, Ebdulqadir el-Hosriya, pereyê nû yê Sûrî eşkere kirin.
Guhertina pereyan nayê wateya başbûna aboriyê
Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyê Ehmed el-Şera got ku gelek têgeh hene ku divê di qonaxa pevguhertina diravan de werin zelalkirin, ya yekem ew e ku sererastkirina sifiran û derxistina du sifiran ji pereyê kevn ji bo ya nû nayê wateya başbûna aboriyê, lê belê ew bikaranîna diravê hêsantir dike. Herwiha serokê hikumeta veguhêz a Sûriyê Ehmed el-Şera diyar kir ku nasnameya pereyê nû balê dikişîne ser tevahiya erdnîgariya Sûriyê û tekez dike ku divê cih ji sektora taybet re were vekirin da ku geşbûna aborî xurt bike.
Cureyên pereyên Sûrî yên nû
Li gorî hikumeta veguhêz wê guherîna peryên kevin bi yên nû bi hêsanî û nermbûn pêk were, ev guherîn wê bi rêya 66 şîrket û hezar firotgehên taybet yên pereyan pêk were. Di heman demê de zincîra nû ya diravên Sûrî wê bi şeş lîreyan dest pê bike: 5, 10, 25, 50, 100 û 500 lîre, bi lîreyê nû re wekhevî sed lîreyên kevn e, dema ku 500 lîreyên nû wekhev e 50,000 lîreyên kevn e.
Sembolên li ser pereyên Sûriyê
Em dikarin di vê nûçeya xwe de kêmek dûrî nerxandinê hikumeta veguhêz a Sûriyê bikevin û em balê bikşînin li ser hin sembolên ku li ser pereyan hatine neqşandin.
Hikumeta veguhêz a Sûriyê dibêje pereyên nû yê Sûriyê nasnameya neteweyî îfade dike, herwiha dûrketina ji rêzgirtina kesan e, di heman demê de dozên sembolîk ên girêdayî rastiya Sûriyê hilbijart, ji ber ku mirov tên û diçin.
Çîroka Stêrka Selçûqî
Nîşaneya sembolîk a stêrka heşt goşe a ku yek ji sembolên Osmaniyan ne, li gor nerxandinê Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyê Ehmed el-Şera kiriye û gotiye ku ev sembolên li ser pereyên Sûrî hatiye neqşandin, ne rast tê dîtin. Tu têkiliya Osmaniyan bi çand û sembola pêkhateyên Sûriyê tune ye.
Çîroka Stêrka Selçûqî (an jî stêrka heşt goşe) semboleke dîrokî ya Tirkiyê ya kevnar e ku vedigere seredema Selçûqiyan. Tê bawerkirin ku ew ji Asyaya Navîn hatiye, herwiha hêz û serketinê temsîl dike. Li Anatoliyê wekî Stêrka Selçûqî tê naskirin û Selçûqiyan ew wek sembola yekîtî û serweriyê di rûbirûbûna pirsgirêkên siyasî û olî yên mîna Fatimiyan de pejirandin û belav kirin. Îro, ew bûye sembola Tirkiya nûjen, bi logo û alên cûrbecûr xuya dike, mîrasa wan a leşkerî û ruhî di parastina Îslama sunî ya li dijî şîîtiya siyasî de nîşan dide.
Kok û dîroka sembolê
Asyaya Navîn: Tê bawer kirin ku koka stêrka heşt goşe Asyaya Navîn e, ku li wir wekî Stêrka Tirkistanê tê zanîn.
Xwedîderketina ji aliyê Selçûqiyan ve: Selçûqiyan ev sembol pejirandin û li seranserê Rojhilata Navîn belav kirin û ew ji bo wan kir nîşaneke cuda.
Rûbirûbûna Fatimiyan: Di dema lawaziya Ebasiyan de, Selçûqî wekî hêzeke sunî ya bihêz derxistin holê ku li dijî bandora Fatimî ya Şî’î rû bi rû bimînin, stêrka Selçûqî beşek ji nasnameya wan a siyasî bû ji bo temsîlkariyê.
Ev yek bala gelek kesan kişand ku ev sembol gel û pêkhateyên Sûriyê temsîl nake, ev yek jî dide xuyakirin ku hikumeta veguhêz a Sûriyê xwe bi Tirkiyê re dike yek û dixwaze semblên Osmaniyan temsîl bike û li Sûriyê jî mayinde bike. Ev yek bû sedema ku hêrsa gelê Sûrî li hember hebûna stêrka heşt goşe ya Selçûqî li ser pereyê nû yê Sûriyê derkeve pêş.






