Hemza Sêvo/ Qamişlo
Bi daxuyaniyekê HRRK’ê Xelata Afrandinê ya 2025’an da eşkerekirin. Xelat jî bû ji nesîbê nivîskar û wêjevan Ebas Ismaîl û Dilawer Zengî.
Îro Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê xelata xwe ya rewşenbîrî ya Afrandinê eşkere kir.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî bû û naveroka wê jî wiha bû:
“Di sala 2016’an de di pêncemîn Kongreya xwe de ku li Qamîşloyê li dar ket, HRRKê biryar girt ku xelatekê bi navê (Xelata HRRKê ya Afirandinê) damezrîne, û her salekê vê xelatê pêşkêş kir û afirênerekî kurd bike
Nirxê xelatê 1000 dolarê Amerîkî ye, ev xelat serê 8 salan e bi sponsorî û alîkariya welatparêz û karsazên Kurd berdewam dike
Xelata HRRK’ê ji bo kesên afrêner û kesên ku bandorek li derûdora xwe û li cîhana nivîsandin û hunerê dikin. Her wisa ev xelat ji boyî piştîgirî û geşepêdana qada çapemenî û weşangerî û saziyên rewşênbîrî ye û bi giştî hewldanek da ku asoyên çand, ziman, wêje û hunera Kurdî xweşkirin û berfirehkirin bike
Pîvanên hilbijartina xelatgiran xwe dispêrin ezmûneya kesan a takekesane û rola wan kesan a taybetmend û cihwaz û şopa wan di vekirina asoyên nû de û hişmendiyên teze yên kulturî û di warê rewşenbîrî de ji xwe dispêrin ked û westan û xebata wan kesan, da ku tiştek nû û hêja ji civat û mirovan re bêjin. Îsal jî di sala2025’ê de, Komîteya Kargêr a HRRK’ê piştî gengeşeyên berfireh û dûvdirêj du kedkarên çand û wêjeya kurdî hêjayî vê xelatê dît Du xebatên qada afirandin û dahênana bê rawestandin û bê rojava ku mijarên xwe ji boyî berfirehkirina asoyên hunera resen û veditina kêlîkên weşandî yên bîrdank û hişyar û bîr û şopên talanbûyî yên hest û nestan terxan kirine. Du siwarên peyv û dhênanê û du serkêşên germaneya Kurdî, ku bi dehan sal di koşeyên tarî de, li gencînên veşartî digerin û hewl didin ku pêşiyê me û nifşên nû bikin.
Komîteya Kargêr bi navê hemû endamên HRRK’ê herdû xelatgirên (XELATA HRRK’ê YA AFIRANDINÊ) ya sala 2025’ê; nivîskar û wêjevan Ebas Ismaîl û Dilawerê Zengî ji dil û dikare pîroz bike, serkeftin û berdewamiya berhemdayîn û afirandina ji wan re dixwaze.
Her wisa Komîteya Kargêr û hemû endamên HRRK’ê spasiyên xwe yên germ û dilsozî pêşkêşkirina xelata sala 2025’ê Dr. Şêrîn Gemo dixwaze serkeftin û jiyana xweş ji wê û malbata wê re dixwaze.”






