Esmehan Gedro/Reqa
Hêza Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqayê bi hevkariya Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêza Parastina Jîngehê ava kir.
Endamên Hêza Parastina Jîngehê ji bo bi erka xwe rabin, li ser qanûna parastina jîngehê hatin perwerdekirin.
Basim El-Têf derbarê parastina jîngehê wiha axivî: “Parastina jîngeha bajêr divê her tim baqij be jîngeh di her demê de pêwistiya xwe bi paqijiyê heye. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî gelek êrîşan hatin, di van êrîşan de jîngeh jî zerarê dibîne. Dema ku em dibêjin jîngeh, ne tenê behsa daran dikin, lê divê em hemî jîngeha bajarên xwe ji qirêjiyê biparêzin û nehilên zerar bigihe jîngeha welatê me. Em weke Hêza Parastina Jîngehê bi erka xwe ya jîngeha bajaran radibin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jîngehê ji êriş û qirêjiyê zerar dîtiye, em jî weke parastina jîngehê heta ku em dikarin em ê welatê xwe û jîngeha xwe ji qirêjî û gemara li derdora daran tê çêkirin, biparêzin û paqij bikin.”
Hevserokê Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ibrahîm Esed jî li ser parastina jîngehê ji Rojnameya me re axivî: “Girîngiya parastina jîngehê ji bo xwedî derketina li paradîgmeya ekolojî xwedî pîvaneke sereke ye ku em karibin vê parîdkmeya ekolojî biparêzin. Pêwîstî bi avakirina hişmendiya ekolojî di nava civakê de heye ku bê belav kirin.”
Ibrahîm wiha domand: “Hêzên parastina jîngehê wê rolekî sereke di vê aliyê de kar bikin û zirarên ku li ser jîngehê tê kirin, weke hêza parastina jîngehê bilez em karibin jîngeha xwe ya ku li beramberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîş tên çêkirin ji vê êrîşan parastina jîngeha xwe bikin. Divê ne tenê em parastina civaka xwe bikin di her wextê de divê em parastina jîngeha xwe jî bikin û ji qirêjiyê biparêzin.”
Ibrahîm Esed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em weke civak piştgirya Hêza Parastina Jîngehê bikin û em karîbin va jîngeha xwe pak bikin û ji qirêjiyê biparêzin. Herwiha zengînbûna jîngehê wisa dest pêdike çiqasî welatê me paqij be ewqas jî em karibin di welatê xwe de jiyan bikin.”






