Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan li Qamişlo hat destpêkirin 

28/12/2025
in JIN
A A
Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan li Qamişlo hat destpêkirin 
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Yekîtiya Jinên Ciwan yê Kantona Qamişlo bi dirûşmeya “Kom bibe, bi manifesto re jiyana komînal ava bikin û Rêber Apo azad bike” Konferansek derbar jin û Rêbertî de lidar xistin.

Îro li navenda Çand û Hunrê yê Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo Yekîtiya Jinên Ciwan ên kantona Qamişlo bi dirûşmeya “Kom bibe, bi manifesto re jiyana komînal ava bikin û Rêber Apo azad bike” konferansa xwe yê girêdayî Rêbertî û manîfestoya Rêber Apo û Jinên Ciwan de lidar xist. Konferans bi beşdarbûna nêzî sed Jinên Ciwan ji yên xwendekar, komîteyên girêdayî Jinên Ciwan û ji qadan hate xemilandin.

Bernameya konferansê bi rawestandina kêliyek bêdeng li ser giyanên Şehîdan hate rawestandin, piştre dîwana rêvebiriba konferandê ku ji sê kesan pêk tê hate derketin. Her wiha Perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan yên derbarê jin hatin xwendin, axaftina destpêkê  li ser navê Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan ji aliyê Bêrîtan Roj ve hate kirin. Her wiha axaftin ji aliyê Akademiya Jineolojî ji aliyê Şarezad Osman ve hate kirin. Piştre sînevisyon hate pêşkêşkirin û pey wê re nirxandina pêvajoyê, girêdana jin bi Rêbertî re û erk û berpirisyartiyên li ser milê Jinên Ciwan wê werin nirxandin.

Bêrîtan Roj wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em bi germahiya dilê we silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo re rêdikin. Bi taybet bi vê dirûşmeyê re, girîngiya vê pêvajoiyê ji me re dide diyar kirin. Guhertin û veguhertinên ku hatine kirin bi pêşengtiya Rêber Apo re hate kirin. Geşadanên girîng li Sûriyê hatin qewimandin, tişta ku bi Rêber Apo re hatiye destpêkirin nexşerêya Sûriyê û yê hemû cîhanê guhert. Ji ber ev pêvajo û felsefeya ku hatiye destpêkirin, ji bo aştiya hemû gelên cîhanê bû. Di manîfestoyê de tişta herî girîng hatiye gotin, girîngiya hebûna jin di vê pêvajiyê de ye, ji ber wê erka ku xistiye li ser milê Ciwnan û Jinên Ciwan hîn zêdetir kir. Ger em xebat û rêxistinbûyîna xwe xurt nekin, em ê nikaribin layiqî vê erkê derkevin. Bi taybet dema Rêbertî girîngiyê dide avakirina komînan, em jî divê bi avakirina vê yekê re destpê bikin.”

‘Bi vê konferansê re em ê xwedî li erk û nameya Rêbertî derkevin’

Bêrîtan di domdariya axaftina xwe de ev bilêv kir: “Em bûn şahidê kiryarên li ser jinên Sûriyê hatine kirin bûn, ji bo ku em xwedî li van jinan derkevin em divê girîngiya pêvajiyê nas bikin û rêxistibûyîna xwe jî li ser esasê durî qetikirin û talankirina li ser jin hatiye kirin, ava bikin. mîrasê jina destpêkê Rêbertî dide diyar kirin û erka li ser milê jinê jî şîrove dike, ji lewra em ji pêvajoyê ne dur in, em ê bi wesîleya vê konferansê bibin bersiva name û erka ku Rêber Apo daye ser milê me û li hember êrişên li ser jin bisekirin. Em tekez dikin ku wê sala 2026 wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji ber em êdî qebûl nakin tu xebatekî me ji derveyî azadiya Rêbertî bê meşandin”.

‘Divê ciwanên me li durî pirtûk û perwerdeyên Rêbert Apo nemînin’

Her wiha ji Akademiya Jineolojî Şarezad Osman di gotinên xwe de bal kişand ser vê yekê: “Divê ji vir û şûn ve ciwanên me ji xwe re bêjin, em yek ciwanî tenê bê rêxistinbûyîn, bê perwerdekirin û li durî xwe nehêlin. Pergal gelek êriş û Şerê Taybet li ser ciwan û Jinên Ciwan dide bikar anîn. ji lewra divê em li durî pirtûk û perwerdeyên Rêbertî nemînin. Ger em dixwazin ji Rêbertî ve nêz bin, Rêbertê dibêje “Pirtûkên min li ku bin ez li wir im” li ser vê esasê em ê xwe di pirtûkên Rêber Apo de xurt bikin. Em ê bi van gavan nêrînên şaş û diyardeyên şaş yên ku li ser jin û ciwanan tên meşandin, rakin. Helbet ev yek jî wê bi avakirina komînên ciwan û gel bê avakirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.