Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Peyamên piştgiriyê ji bo pêvajoya Aşîtî û Civaka demokratîk berdewam in

28/12/2025
in CîHAN
A A
Peyamên piştgiriyê ji bo pêvajoya Aşîtî û Civaka demokratîk berdewam in
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Peyamên piştgiriyê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, berdewam in. Li ser vî bingehê gelek kesaetên navdar li ser asta cîhanî piştgiriya xwe ji bo pêvejoya Aşîtî û Civaka Demokratîk dan nîşandin.

Rêber Apo piştî berxwedanî û têkoşîna 27 salan, di 27’ê Sibatê de banga Aşîtî û Civaka Demokratîk kir. Ev bang li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê deng ve da, gelek azadîxwazên cîhanê piştgirtiya xwe ji vê bangê re kirin. Di heman demê de, li ser vê bangê Tevgera Azadiyê PKK’ê kongrê xwe yên 12 emîn li darxist. Herwiha li ser banga Rêber Apo a bi dawî kirina şerê çekdarî komek ji PKK’ê bi merasîmeke sembolîk çekên xwe şewitandin, ev yek jî weke nameyekê bû ji bo tevahî cîhanê û hêzên dijber ku em şerê çekdarî radiwesînin û ji bo doza gelê Kurd û Kurdistanê derbasî qonaxa siyasî û qanûnî dibin. Herwiha gelek kesan li ser seranserî cîhanê piştgiriya xwe ji bo pêvejoya Aşîtî û Civaka demokratîk dan nîşandin.

Piştgiriya rewşenbîr, nivîskar, fîlozof, akademîsyen, dîroknas û gelek derdorên cuda yên ji seranserî cîhanê ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin didome. Helbestvan, nivîskar, wergêrê lîteraturê Jorge Riechmann ku li Zanîngeha Xweser a Madrîdê profesorê Felsefeya Exlaqê ye, têkildarî pêvajoyê peyamek şand. Di peyama xwe de got ku têkiliyeke wan a zêde ji bo pêvajoyê heye. Di heman demê de, Fîlozofê Amerîkî Todd May ku peyamek şand, diyar kir ku divê ev pêvajoya ku ji hêla Abdullah Ocalan û muxatabên wê ve hatiye destpêkirin, baş were bikaranîn. Herwiha Profesorê Zanista Siyasetê Sumantra Bose jî peyamek piştgiriyê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re şand, der barê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Ocalan de ku di 27’ê Sibatê de kir. Herwiha Akademisyenê Ugandî Mehmûd Mamdanî peyamek ji bo piştgiriya pêvejoya aşîtî û civaka demokratîk şanid. Lewma Dîroknasê îtalî Franco Cardini peyam ji bo piştgiya pêvjoyê şanid.

Di sala 2025’an de gelek gav hatin avêtin

Peyama Riechmann wiha ye: “Bêguman gavên di sala 2025’an de ji hêla Abdullah Ocalan û PKK’ê ve hatine avêtin ku nûnertiya beşeke girîng a Kurdan dikin, di mijara demokratîkbûna Tirikyeyê û ji bo pêkvejiyaneke aştiyane ya li herêmê rêyên nû vekir. Em vê pêvajoyê li Spanyayê bi eleqeyeke mezin dişopînin. Dixwazim bînim ziman ku piştgiriyê didim vê hewldana wêrek. Hêvî ew  ku hikumeta Tirk jî bi awayekî guncav bersiva vê rewşê bide. Di serdemeke ku li gelek deverên cîhanê leşkerîbûn zêde dibe de hewceye lêgerîna rêyên aştiyê hedefa me ya ewil be. Ji we re silavên xwe dişînim.”

Jorge Riechman kî ye?

Jorge Riechman, di 24’ê Adara 1962’yan de li Madrîd a Spanyayê ji dayik bû. Helbestvan, wergêrê lîteratûrê û li Zanîngea Xweser a Madrîdê jî profesorê Felsefeya Exlaqê ye. Di qadên wêje û felsefeyê de xebatên xwe didomîne û bi taybet jî li ser mijarên etîk, ekolojî û felsefeya siyasetê ya “kesk” disekine. Berhemên wî yên helbest, ceribandin û akademîk hatine weşandin. Herwiha li zanîngehên cuda xebitî û xebatên xwe yên akademîk domand.

‘Pêwîst e hemû alî ji vê derfetê sûd werbigirin’

Fîlozofê Amerîkî Todd May, di peyama xwe de wiha dibêje: “Ev pêvajoya ku ji hêla Abdullah Ocalan û muxatabên wê ve hatiye destpêkirin, deriyê pêşerojeke demokratîktir ji bo gelê Tirkiyeyê vedike; divê hemû alî ji vê derfetê sûd werbigirin.”

Peyama Todd May wiha ye: “Ez ji welatekî ku demeke dirêj e di bin desthilatdariya otorîter de ye dinivîsim; Ez dixwazim piştgiriyê bidim û teşwîq bikim ku pêvajoya aştiya demokratîk a di navbera Tirkiye û gelê Kurd de çêbibe. Ji bo demeke pir dirêj, gelê Kurd li Tirkiye û deverên din bi neheqî û vederkirinê re rû bi rû maye û ji beşdariya demokratîk bêpar maye. Ev pêvajoya ku ji hêla Abdullah Ocalan û hevpîşeyên wî ve hatiye destpêkirin, deriyê pêşerojeke demokratîktir ji bo gelê Tirkiyeyê vedike; divê hemû alî ji vê derfetê sûd werbigirin. Ez ji we re serkeftinê dixwazim di avakirina pergaleke demokratîktir û berhevkirina fêkiryên wê de.”

‘Pêvejoyê pêşerojeke demokratîktir ji bo gelê Tirkiyê vedike’

Bose wiha di peyama xwe de dibêje: “Îşaret bi pêwîstiya çareseriyeke dadperwerane ji bo pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê kir. Ez ji salên xwendina xwe ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve bi kûrahî beşdarî têkoşîna Kurdan a ji bo maf û azadiyê bû me. Ji wê demê ve, min rêça dijwar û aloz a vê têkoşînê ji nêz ve şopand. Carinan pêşketinên dilxweşker çêbûn, lê di heman demê de demên bêhêvîtiyê yên kûr jî çêbûn. Îro, çareseriyeke demokratîk û bikêrhatî ji bo vê pevçûna demdirêj li ber çavan e. Ez hêvî û dua dikim ku ev ne xeyal be.”

‘Li ser pêvejoya Aşîtî û civaka Demokratîk dixebitim’

Bose di peyama xwe de wiha domand: “Wekî akademîsyenekî ku li ser pêvajoyên Aşîtî û Civaka Demokratîk dixebite, ez dizanim ku rêya aştiya mayînde û berbiçav dê ne hêsan be. Lêbelê, ez ji hemû aliyan dixwazim ku vê kêliya hêviyê binirxînin. Encameke serketî ne tenê dê li çaraliyê cîhanê were pesinandin, dê navên mîmarên vê serkeftinê jî di rûpelên rûmetê yên dîrokê de werin nivîsandin. Ev herêm ku ev pevçûn lê derketiye û pir caran bi tundûtûjiyê ve hatiye bibîranîn, dê ne şer, dê mînaka aştiyê berpêş bike. Di salên pêş de, ez hêvî dikim ku ez karibim ji xwendekarên xwe re rave bikim, ku ev serkeftin çawa tevî hemû zehmetiyan û barên giran ên rabirdûya nêzîk hat bidestxistin. Ez silavên xwe yên biratî û daxwazên xwe yên germ pêşkêşî gelê we dikim ku demeke dirêj e ji bo dozeke adil êş û zehmetiyên mezin kişandiye.”

Peyama Goran Therborn wiha ye: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di demeke qêrîna ji bo şer li cîhanê bilind dibe de banga aştiyê kir. Tu guman nînin ku Ocalan Mandelayê serdema me ye. Heke ev pêvajo bi ser keve, ev tê wê wateyê ku Ocalan Xelata Aştiyê ya Nobelê heq dike. Gelê Kurd, ji ber ku xwedî lîderekî wiha ye, serfiraz e. Bi qasî hîn bûme, komîsyona li TBMM’ê hatiye avakirin dê di rojên pêş de bi Ocalan re hevdîtinê bike. Ev ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo hemû cîhanê kêliyeke dîrokî ye. Ez heta dawiyê piştgiriyê didim Ocalan ku çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd weke parçeyeke têkoşîna sosyalîst a navneteweyî dibîne.”

‘Aştîya ku li Tirkiyeyê pêk bê dê destkeftiyeke herêmî û cîhanî be’

Akademisyenê Ugandî Mehmûd Mamdanî, di peyama xwe ya piştgiriyê de ya ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan got: “Aştîya ku li Tirkiyeyê pêk bê dê destkeftiyeke herêmî û cîhanî be.”

Akademisyen, dîroknas û teorîsyenê siyasetê yê Ugandayî Profesor Mahmood Mamdani, di peyama de ku ji Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) re şand, pistgiriya xwe ji bo Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihand.

‘Ez piştgirtiyê didim têkoîna ji bo aşîtî û civaka demkratîk’

Peyama Memdanî wiha ye: “Çareseriyeke aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd dê hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelê Tirk destkeftiyeke mezin be. Gava di vî warî de bê nirxandin, redkirina têkoşîna çekdarî ji aliyê rêberê Kurd Abdullah Ocalan ve û parêzvaniya danûstandinên demokratîk ji bo herêmê derfetek e. Aştiya ku li Tirkiyeyê pêk were dê destkeftiyeke herêmî û cîhanî be. Ez bi tevahî piştgiriyê didim têkoşîna we ya ji bo aştî û demokrasiyê.”

‘Ez piştgiriyê didim pêvajoyê’

Peyama Dîroknasê îtalî Franco Cardini de wiha hate gotin: “Ez piştgiriyê didim pêvajoya aştiyê ya naskirina mafên ziman, çandî û siyasî armanc dike. Herwiha Di vê serdema krîtîk de dixwazim bi aşkerayî û zelal destnîşan bikim ku bi parastina diyalog, tevlibûna demokratîk û parastina mafên sereke yên hemû kesên li welat dijîn re me. Ez piştgiriyê didim pêvajoya aştiyê ya naskirina mafên ziman, çandî û siyasî armanc dike. Jinûveavakirina baweriyê, pêçandina birînên raborî û avakirina pêşerojeke hevpar tenê bi vî awayî dikare bibe.”

 Dîroknasê îtalî Franco Cardini kî ye?

Dîroknasê îtalî, nivîskar û akademîsyen Franco Cardini, di 5’ê Tebaxa 1940’ê de li Floransayê ji dayik bû. Bi xebatên xwe yên têkildarî dîroka Serdema Navîn, Seferên Xaçparêzan, Têkiliyên Xiristiyanî-Îslamiyetê û dîroka çanda Ewropayê tê naskirin. Li Zanîngeha Floransayê jî weke profesorê Dîroka Serdema Navîn xebitî bû. Cardini, ne tenê bi berhemên xwe yên akademîk lê di heman demê de bi gotar û pirtûkên xwe yên li ser dîroka populer jî xwe gihand gelek kesan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.