Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo zindîkirina DAIŞ`ê bikaranîna jin û ciwanan

28/12/2025
in Serbest
A A
Ji bo zindîkirina DAIŞ`ê bikaranîna jin û ciwanan
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Qamişlo

MÎTa Tirk ji bo têkbirina ewlehiya herêmê û pêkanîna pilanên xwe, li aliyekî jin û ciwanên Sûrî perwerde dike û wan wekî sîxur bi kar tîne, li aliyê din jî destekê dide jinên DAIŞ’î ku li ser tevahî cîhanî xetereke mezin in.

Perwerdeya îstixbaratê li kampa Rihayê tê dayîn

Dewleta Tirk di navbera salên 2014-2017’an de li kampên koçberên Sûriyê yên li Hawar Kilîs, Riha û Dîlok’ê bi sedan çeteyên DAIŞ’ê rêxistin kir û berê wa da axa Rojavayê Kurdistanê. Piştî têkçûna DAIŞ’ê li ser destê şervanên QSD’ê, dewleta Tirk dest bi stratejiyeke nû kir. Di demên derbasbûyî de li Rihayê bi destê MÎT’ê kampên perwerdeya îstixbaratê hatiye avakirin û heta niha ciwanên Sûrî tê de perwerdiya sîxurtiyê dibînin, piştre wan dişînin herêmên Sûriyê û bi taybetî herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk. Ev nêzîkatî û kiryarên dewleta Tirk, dide xuyakirin ku ew dixwaze di Sûriyê û bi taybetî  li herêma ku Rêveberiya Xweser tevliheviyê derxe û aramiyê têk bibe.

Sîxurê mala xwe

Niha jî navenda perwerdeya ciwanan a ku Tirkiyê li Kampa Rihayê ava kiriye, bûye qada ku ciwanên Sûriyê ji malbatên xwe tên veqetandin û rastî perwerdeya leşkerî û îstixbaratê tên. Ev pêkhate beşek ji plana zêdekirina bandora dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê û berfirehkirina tora xwe ya îstîxbaratê ya ji herêmên Rêveberiya Xweser e. Ciwanên ku anîne kampê ji malbatên xwe tên veqetandin, telefonên wan tên girtin û qeydên wan ên şexsî tên lêkolînkirin. Hesabên wan yên medya ya civakî û danûstandinên wan ên berê têne lêkolîn kirin. Destûr tê dayîn ku hefteyê carekê bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin, lê ev hevdîtin di bin kontrolên tund de pêk tên. Perwerdeya ku ji aliyê leşkerên Tirk ve tê dayîn, armanc dike ku bi HTŞ’ê re avahiyeke rêxistinkirî ava bike û li qadê kapasîteya îstîxbarata Tirkiyê zêde bike. Hat diyarkirin ku her kesê ku beşdarî pêvajoya perwerdeyê bûye, tevlî bernameya îstîxbarat û hizrînê bûne. Li vir sûcên ne mrovî tê kirin, pêwîst e ku di temenê ciwantiyê de ji bo pêşerojeke bi ewle bidin pêşiya wan û bibin xwedî avahiya civaka xwe ne xerabiya wê, lê di roja îro tê dîtin ku çawa dewleta Tirk ew pêşeroja wan ciwan e vediguherîne tarîtiyê û wan dike MÎT`ê mala xwe. Ji bilî vê jî êdî hewl didin ku jinên di kampê de jî derbasî xebatê Îstîxbaratî bikin, tê pêşbînîkirin ku jin bi rêya têkiliyên civakî ji bo berhevkirina agahiyan bên nirxandin.

Bi karanîna koçberan

kesên ku ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibin, di bin navê “qaçaxçîtîyê” de ji sînor tên derbaskirin, Bi vê rêbazê hat zanîn ku hin kesên li kampê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser hatine kirin û li gorî armancên MÎT’ê dixebitin. Dewleta Tirk koçberên Sûriyê pêşwazîkiriya, lê ne ji bo rewşekî mirovî wan di kampan de bi cih kirine. Dewleta Tirk ji bo ku koçberên Sûriyê li gor berjewandiyê xwe bikar bîne, wan pêşwazî dike. Ji destpêka şoreş û aloziya li Sûriyê, dewleta Tirk ciwanên ku koçberî tirkiyê bûne, wan di aliyê leşkerî û îstîxbaratî dide perwerde kirin, da ku wan bizîvirêne Sûriyê û bi taybetî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku wekî şaneyên terorê û MÎT`ê tevbigerin. Ev kiryar binpêkirnên mafê mirovan û sûçên şer in.

Armanca dewleta Tirk

Armanca sereke ya vê stratejiya Tirkiyê, piştgirîkirina hêzên leşkerî bi kapasîteya xwe ya istixbaratî û bidestxistina bandorê li herêmên cuda yên Sûriyê ye. Bi taybetî herêmên Rêveberiya Xweser di navenda vê planê de ne. Derdixe holê ku kampa Rihayê ne tenê bûye qada stargehê, di heman demê de bûye navenda polîtîkayên îstîxbaratî û bandorî yên Tirkiyê.

DAIŞ û rêxistinkirina jinan

girêdayê vê mijarê di sala 2013’an de derbasbûna DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbû. DAIŞ’ên ku derbasî herêmê dibûn ne tenê zilam bûn, di heman demê de jinên DAIŞ`î jî bi xwe re derbas kirin. Jinên ku ji berê de li ser zihniyet û îdeolojiya îslama radîkal ango DAIŞ`ê rêxistinkiribûn û ew perwerde kiribûn. Ji ber vê yekê jî di gelek aliyan de, bi taybet li cihê ku DAIŞ nedikarî kar bikin jin li gor wê yekê rêxistin dikirin û li gor cihê ku ew dixwazin xwe di nav de rêxistin bikin ew jin erkdar dikirin.

Sîxurtiyên jinên DAIŞ`ê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, belavbûna zihniyet û îdeolojiya DAIŞ`ê ne tenê bi şer û êrişan li herêman tê belavkirin, her wiha bi riya sîxurtiyê jî xwe rêxistin dikin û îdeolojiya xwe belav dikin. Ji bo vê jî hevjînên DAIŞ`yan ji aliyê DAIŞ`ê û MÎT`ê ve tên rêxistin kirin, ew jin bê sîxurtiyê qebûl dikin û rêxistinkirina kîjan herêmê ji wan tê xwestin, diçin û karê xwe bi awayekî pir veşartî dikin. Lê belê, bi taybet jinên ku li gor wan herî xweşik ji bo sîxurtiyê tên hilbijartin, ji bo beden û cinsiyeta xwe bikarbînin ku bikarin xwe nêzî kesan bikin û wan bixin bin bandora xwe. Gelek caran ew jin diçin herêmekê û bi kesekî din re dizewice û bi vî rengî yên derdora xwe rêxistin dike û serbest di herêmê de digere, di heman demê de wekî toreyekî di nava civakê de didin avakirin. Li ser bingeha ku ew jin di bin navê îslamê de zihniyeta DAIŞ`ê li herêma xwe bidin belavkirin. Yanî ji wan re dibêjin: “Hîcab deyne serê xwe, cilên dirêj li xwe bike, li zilamê xwe guhdar bike û tenê li gor wî tevbigere, li derve kar neke û karê te tenê yê malê ye.” Bi vî awayî, li hemberî felsefeya Neteweya Demokratîk û pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derdikevin û dixwaze ev projeya Netewa Demokratîk têk biçe.

Jinên DAIŞ`î û Kampa Hol

Di kampa Holê de bi giştî hejmara zarok û jinan dighîje nêzî 50 hezar zarok ji 62 welatên cûda ne. Hevjînên DAIŞ’yan mîna ku DAIŞ çawa şer bikin, çawa çek bikarbînin hatine perwerdekirin, hemî jinên li derdora xwe û zarokên xwe jî bi heman zihniyetê didin meşandin. Li gorî agahiyam ku jinên di kampa Holê de ji bo ku xwe zêde bikin û deha zêdetir nesil û hebûna xwe biparêzin, bi zarokên xwe re yên ku di temenê 10-11 salî de ne, dikevin têkiliyên cinsî û bi wî awayî ducanî dibin. Jinên DAIŞ`î dibêjin: “Ji bo ku em nesil û hebûna xwe biparêzin, ne guneh û ne heram e ku em bi zarokên xwe re bikevin têkiliyên cinsî.” Ev rêbazê bikaranîna wan yê ji bo xwezêdekirinê, li derveyî qanûn û li derveyî ola îslamê bi giştî ye, di pirtûka pîroz ya `Quranê` de ev yek qet nayê qebûl kirin. Ji bo vê jî di zihniyeta wan ya radîkal de diyar dibe ku ji wan re îdeolojiya Quranê girîng nîn e, ji wan re îdeolojiya ku DAIŞ`ê ew li ser perwerdekirine girîng û pîroz e. Eger ku îdeolojiya Quranê ji wan re girîngbûya, rêbazên bê exlaqî û ji derveyî nirxê mirovahiyê bikar nedianîn.

Xeteriya Jinên DAIŞ`ê di kampa Holê de

Di vê qampê de gelek zarok û jin ji aliyê jinên DAIŞ`ê bi xwe ve hatine kuştin û gelek jî ji bo kuştinê hatine tehdîd kirin. Di heman demê de. Bi vê wehşiyetê her ku diçe nefret û kîn di hundirê jinên DAIŞ`î de zêde dibe û ev yek jî dihêle zêdetir xwe xurt bikin û kuştin di nava wan bi xwe de çêbibe. Heya gelek jin bi destê xwe zarokên xwe jî dikujin. Ev yek bi xwe re ne tenê xeteriyê di hundirê Kampê de dide avakirin, xeteriya wê li derveyî kampê jî tê çêkirin. Ji ber ku jinên di kampê de li derve jî xwe rêxistin dikin. Lewra mînakên vê yekê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine jiyankirin.

Herwiha, ne tenê bandora wan di aliyê guhertina zihniyet û ji nû ve vejînkirina ola radîkal û zihniyeta DAIŞ`ye, di heman demê de bandora wan li ser felsefeya Neteweya Demokratîk ya ku jinê bingeh digire heye, ji ber ku ew bi dehan jinan li ser zihniyeta xwe ya radîkal perwerde dikin, ew jin ji Felsefeya Neteweya Demokratîk qut dibin û zarokên xwe jî ji her tiştê girêdayî azadiyê û rastiyê qut dikin û wan jî li ser bingehê wê fikrê perwerde dikin. Ji bo vê jî eger ku zarok û ciwan jî li ser zihniyeta wan a radîkal werin perwerdekirin, îhtîmala dirêjkirina temenê DAIŞ`ê û ji nû ve zindîkirina wê zêdetir dibe. Lê belê, mîna ku çawa dewletên kapîtalîzim jin, zarok û ciwanan dike qurbanî û ji her alî de asîmîle dike, bi heman şêwazî û jê qirêjtir jî DAIŞ`î li ser jin, zarok û ciwanan bikartîne. Ji ber van sedeman jî bandor û tehlûkeya jin û zarokên DAIŞ`î yên ku di Qampa Holê û li derve ne di asteke bê hempa û pir bilind de heye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.