Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li gel xebata hunerî, TEV-ÇAND’ê 20 kilîp îsal amade kirin

28/12/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Li gel xebata hunerî, TEV-ÇAND’ê 20 kilîp îsal amade kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

TEV-ÇAND a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2025’an de xebateke girse di warê hunerî de kir, herwiha zêdeyî 20 berheman amade kirin. Sumeya Mihemed diyar kir ku armanca wan a sereke ji xebatên TEV-ÇAND’ê perwerdekirina endaman di milê hunerî û çandî de ye, herwiha  xwedî derketina û pêşxistina ciwanan e.

Komên ku cihên xwe di TEV-ÇAND’ê de digrin 26 kom in ji wan komên Ereb, Kurd, Suryan, komên zarokan û hin komên taybet bi jinê jî hene. Di heman demê de TEV- ÇAND di sala 2025’an de 20 kilîpên cûr bi cûr çêkirin û Hunergeha welat bi alîkariya TEV-ÇAND’ê  12 kilîp amade kirin.

Di derbarê kar û xebatên TEV-ÇAND’ê ya sala 2025’an de Hevseroka TEV-ÇAND a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sumeya Mihemed ji rojnameya me re axivî.

 Xebatên TEV-ÇAND di sala 2025’an de?

Sumeya Mihemed da zanîn ku  îsal li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekarî ji bo 5 festîvalan hat kirin û wiha got: “Di 27’ê Adarê de Festîvala Şano ya Şehîd Yekta li dar ket û 4 rojan berdewam kir, Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî di 15’ê Îlonê de li dar ket û sê rojan berdewam kir, festîvala Sînema di 13’ê Mijdarê de li dar ket û gelek nivîskar û derhêner ji Bakurê Kurdistanê,  Rojhilatê Kurdistanê û yên entirnasyonal jî tevlî festîvalê bûn, ev festîval 7 rojan berdewam kir û festîvala Mozîkê ya Orkêş di meha Berfanbarê de li dar ket sê rojan berdewam kir. Di heman demê de festîvala Çanda Netewa Demokratîk li ser asta Kantona Cezîrê hat lidarxistin. Li kêlek lidarxistina festîvalan TEV-ÇAND’ê perwerdeyên xwe jî berdewam dikir, 3 perwerdeyên bîrdozî yên girtî yek bi Erebî û du bi Kurdî hatin lidarxistin. Herwiha di xebatên TEV-ÇAND’ê de komînên hunerî jî hene wek Komîna Şano, Sînema, Mozîk, Govend û Wênesazî, Komîna Muzîkê ji bo piştgiriya QSD’ê li 7 bajaran 7 Konsert li dar xistin, Hunergeha Welat di pêşengtiya TEV-ÇAND’ê de 3 konsert li dar xistin li Kobanê, Qamişlo û li Silêmaniyê. Li navendan zarok tê perwerdekirin li ser amûrên mozîkê, şano û govend û ji bo wan festîval hat lidarxistin. Di bin sîwana TEV- ÇAND’ê de Peymangeha Bilind A Hunerê li Bajarê Dêrikê hat vekirin û bi awayekî serkeftî derbasî sala duyem bû. Di heman demê de endamên Çand û hunerê li Bendava Tişrînê gelek şano û stran li ser rewşa wir pêşkêş kirin gav bi gav ji derdorê re nîşan didin ku tevî hemû şert û mercên heyî jî lê ew dest ji çand û mîrasa xwe bernadin.”

Astengiyên ku di sala 2025’an de derketin?

Sumeya Mihemed axaftinên xwe berdewam kirin û wiha got: “Tu kar bê astengî nîne bi taybet karê hunerê ji ber ku dijminê me hertim dixwest wê zihniyetê bide meşandin û gel ji çand û hunera wî dûr bixe, lewma heya ku bingehek xurt were danîn pêwîstî bi kedeke mezin heye. Di heman demê de êrişên dagirkeriyê li ser herêma me ji bo me astengî derdixistin û bandor li karê me dikir, gelek caran me çalakî pilan dikirin sedema êrişan pilana me ne diçû serî. Lê tevî wiha jî me hemû hewildanên xwe kirin ku em saleke dagirtî kar û xebat û serkeftin derbas bikin. Di heman demê de di salên derbas bûyî de çiqasî dibistan, navend û peymangehên me hebûn jî lê di milê mamosteyan de me astengî didîtin, lê îsal me karî vê yekê derbas bikin û valehiyên heyî dagirin.”

Kilîpên ku TEV- ÇAND di sala 2025’an de derxistin?

Sumeya Mihemed diyar kir ku ev sal saleke dagirtî ked û berxwedanî bû, TEV- ÇAND  20 kilîp çêkirin navên wan wiha ne:  Ş. Ezîz Ereb, Çivîkê, Zarok, Zeryê, Til Temirê, Ş.zîlan, Ji bo Bîranîna Leyla Agirî, Ji bo Bîranîna Rêheval Cîhan Bîlgî û Nazim Daştan, Rêwiyên Garzanê, Stranên Folklorên Kobanê, Roj Roja Me, Gozelê, Bendava Lehengan, Em Arin Em Agirin, Berxwedana QSD, Şengal, QSD, QSD Heqîqete, Cenga Gelan e, QSD Hêviya Gelan e, Garanê (Gelêrî).

Di heman demê de Hunergeha Welat jî bi alîkariya TEV-ÇAND 12 kilîp çêkirin û navên wan ev in: Welato – Koma Agirî, Gujje Çemê Me, Li Binxetê Şer Giran e, Bendava Me Ye, Sûryayê bixemlînin, Sera Malan – Selah Ibrahîm, Ya Ebar Elsefîne- ji Firatê, Kilîta Cih – Kawa Kalê, Şopa Evîneka Nepenî – Hizret Gur, Evîna Derwêş û Edûlê, Karwan-Sîdar Ibrahîm, Vê Carê Rastê .

Pirojeyên sala 2026’an

Hevseroka TEV-ÇAND a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sumeya Mihemed axaftinên xwe bidawî kirin û wiha got: “TEV-ÇAND hertim di nav kar û xebatan deye, ji bo sala nû amadekarî tê kirin dibistanên hunerî li navendan werin vekirin û xwendekar wê li wir amadekariyên xwe bikin da ku bingeha wan di milê şano, mozîk û govendê de çêbibe û ji bo derbasbûna Peymangehê hazir bin. Di heman demê de di milê bîrdozî, çandî û hunerî de wê hertim perwerde berdewam bin. Herwiha li ser asta kantonan wê festîvalên hunerî werin lidarxistin, li kêlek wê amadekarî tên kirin ji bo 8’ê Adarê, 21’ê Adarê, 15’ê Tebaxê, 4’ê Nîsanê û 27’ê Mijdarê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.