Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Asmanê Welêt Têra Xewnên me Hemûyan Dike’

28/12/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Asmanê Welêt Têra Xewnên me Hemûyan Dike’
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Qamişlo

Endamên Komîteya Amedekar yên Festîvala Rojava ya Çand û Hunerê diyar kirin ku asta nivîskarên zimanê Kurdî pir baş li pêş ketiye, êdî her nivîskarek dikare bi awayekî rehet û azad binvîsîne.

Çalakiyên Festîvala Rojava ya Çand û Hunerê ya 11’emîn ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve li navenda hevgirtinê bi diruşma “Asmanê Welêt Têra Xewnên me Hemûyan Dike” tê lidarxistin. Di festîvalê de girseya rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, hunermend û helbestvan, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civaka sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jinan û endamên ENKSˊê amade bûn.

Di derbarê festîvalê û tevlîbûna wê de endama Komîteya Amedekar a Fesîvala Rojava ya Çand û Hunerê ya 11`emîn Şepal Yusif û Baqî Hemza ji rojnameya me re axivîn.

‘Jin cihê xwe li her derê girtiye’

Şepal Yusif di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku jin bingeha her tiştî ye û wiha anî ziman:  “Tevlîbûna jinan di festîvalê de gelek bi hêz e, dîse hate diyarkirin ku jin bingeha her tiştî ye û careke din berhema xwe da avakirin. Ev festîval ji bo jin bû armancek nû ku careke din cihê xwe bizane û erka xwe ya civakbûnê pêkbîne. Di heman wextî de roja dawî a festîvalê jî wê xelat werin belavkirin, dîse jî wê jin ji van xelatan bêpar nemîne.”

‘Ev sal deng û rengê jin gelekî bi hêz bû’

Endama Komîteya Amedekar a fesîvala Rojava ya Çand û Hunerê ya 11`emîn Şepal Yusif di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di vê sale de pirogram gelek bi hêz e û bi rolekî diyarker radibin. Bêguman di pirogramê de gelek kesê nivîskar, rewşembîr û wêjevan cihê xwe tê de digrin. Di heman demê de kesê ku pêşengtiyê dike jî jin e, kesê berdevktiyê dike jî dîse jin e ku jin di hemû aliyên civakî û zanînî de xwedî misyonekî sereke ye, jin xwe îsbat dike di nava civakê de. Ji xwe tevlîbûna jina bi herdû zimanan e hem Erebî û Kurdî, hemû mijarên ku di festîvalê de hatine pilankirin kesên ku beşdar bûne xwedî zanîn û tecrûbe ne. Bi taybet jin cihê xwe di hemû qadan de dide avakirin, dema ku em li naveroka van panêlan temaşe bikin em ê bibînin ku jin gelek gavên mezin avêtine bi taybet di hêla zanebûnê de jin bûye pêşenga sereke û ev ji nêz ve tê dîtin. Jin hem ji bo cîhanê û hem jî ji bo şoreşa xwe bûne nimûne, di vê festîvalê de hin beş hene wekî şano û mûzîk ango bi gotineke din stran jin cihê xwe di van beşan de jî digre. Bêguman ev sal ne wekî sala derbasbûyî bû, ev sal deng û rengê jinê gelekî bi hêz bû.”

‘Em dixwazin her kes xwe bi xwendin û nivîsandinê ve kilît bike’

di heman çarçoveyê de endamê Komîteya Amedkar Baqî Hemza bal kişand ser asta fetîvalê ya vê salê û wiha pê de çû: “Di rastî de her sal dema ku em festîvalê li dar dixin, ji salên borî baştir û aktîvtir e, asta nivîskarên zimanê Kurdî pir baş pêş ketiye, êdî her nivîskarek dikare bi awayekî rehet û azad binvîsêne. Herwiha festîvala Rojava ya Çand û Huner ji bo her kesî ye, em dixwazin ciwan, jin û her kes ji nivîs û xwendinê dûr nekeve, pêwîst e xwendin û nivîsandin beşeke bingihîn a jiyana me be. Ji ber ku di jiyanê de nivîs ya herî xweş û mirov dikare hest, êş, azar, berxwedan û tekoşînkirin bi awayekî çîrok, roman û helbest bide nivîsandin û ji tevahî cîhanê re parve bike. Em kêfxweş in ku di roja me ye îro de festîvalekî bi vî rengî tê lidarxistin û asta zimanê Kurdî bilind dibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.