Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca me rêxistinkirin û aktîvkirina aboriya ciwanan e’

28/12/2025
in Aborî û ekolojî
A A
‘Armanca me rêxistinkirin û aktîvkirina aboriya ciwanan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo 

Endamê Mecilsa Ciwanên Şoreşger ê kantona Cizîrê Hogir Alî diyar kir ku kar û xebatên Tevgera Aboriya Ciwanan heta asteke baş tên meşandin û got, “Armanca me rêxistinkirin û aktîvkirina aboriya ciwanan di nava civakê de ye.”

Tevgera Aboriya Ciwanan a kantona Cizîrê di sala 2024’an de, piştî şerê Bendava Tişrînê bi armanca rêxistibûna û aktîvkirina ciwanan di civakê de hat avakirin. Niha xebatên tevgera Aboriya Ciwanan li bajarê Qamişlo û Hesekê hatine destpêkirin, wê di demên pêş de li hebû bajarên din xebatên bi vî rengî werin meşandin.

Di derbarê xebat û projeyên Tevgera Aboriya Ciwanan a kantona Cizîrê de Endamê Mecilsa Ciwanên Şoreşger ê kantona Cizîrê Hogir Alî ji Rojnemeya me re axivî.

Xebatên Tevgera Aboriya Ciwanan

Hogir Alî anî ziman ku Tevgera Aboriya Ciwanan piştî berxwedana Bendava Tişrînê bi armanca rêxistinabûn aktîv û ciwanan hat avakirin û wiha got: “Piştî şerê Bendava Tişrînê xebatên Tevgera Aboriya Ciwanan li ser asta kantona Cizîrê, herwiha Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat destpêkirin. Di destpêkê de ev xebat ne baş bûn û tu aborî di nava destê me tune bû, lê bi demê re xebatên me pêşketin. Di heman demê de, me hinek proje dan destpêkirin, ev proje jî weke vekirina kişik, stadiyom û nangeh bû. Tevgera Aboriya Ciwanan ji bo ciwanên bê kar derfet e, herwiha gelek ciwan hene tiştên ne baş dikin. Weke bi karanîna meşrûb û madeyên hişbir, di heman demê de da ku ciwanan di jiyana xwe de dest dirêjiyê nekin hat avakirin. Gelek ciwan di kargehên gel û rêxistinê de kar dikin, herwiha hinek ciwanan di bazarê de jî kar dikin. Pir ciwanan hene di aliyê kêmbûna nûçeyan de zirarê dibînin. Ji ber vê yekê me pêwîstî dît ku xebatekî aborî çêbikin û ciwanan di nav de kar bikin.”

Proje

Alî da zanîn ku ew hewl didin ku li tevahiya bajaran komîteyên aborî yên ciwanan aktîv bikin, li ser bingeha xurtkirina xebat û projeyên ciwanan û  wiha pê de çû: “Xebatên Tevgera Aboriya Ciwanan heta asteke baş tê meşandin û em hewldanên xwe dikin ku xebatên xwe hîn xurtir li qadan bi din meşandin. Niha divê demê de xebatên me yên Tevgera Ciwan li bajarê Qamişlo û Hesekê hatine destpêkirin, em hewil didin ku xebatên xwe li tevahiya bajarên din bidin meşandin. Me li çerxeriya Yûsiv Gilo û li aliyê barfirgeha bajarê Qamişlo kişik avakirin. Di van kişikan de her sê û çar ciwanan bixebitin, di heman demê de niha me dest bi projeyê vekirina Nangihekê li bajarê Qamişlo kirî ye. Di vê Nangihê de wê nêzî çar anjî pênc ciwanan kar bikin. Lewma em ê li bajarê Dirbêsiyê projeyê çandina kemûnê bidin destpêkirin. Li bajarê Hesekê em ê projeyekî avjeniyê ava bikin. Lê belê ev projeyên bi vî rengî wê li hebû bajaran werin destpêkirin.

Em dixwazin ku xebat û projeyên xwe berferh bikin, mîna weke çandiya erdan, Atoleya dirûtinê û hwd. Da ku ciwanan di vî alî de jî  bixebitin. Herwiha ev seleke ku xebatên Tevgera Aboriya Ciwan hatiye destpêkirin û heta niha xebat bi rengekî serkeftî tên birêvebirin. Di vê demê de, li bajarê Qamişlo Erbeh Şewarh Nangihek hatiye avakirin û pêwîst e di van rojên pêşiya me de were vekirin. Di demên pêş de wê li Sînahe dikan werin çêkirin, da ku ciwanan tê de fêr bibin û bixebitin. Di heman demê de, em hewl didin ku projeyên xwe yên bi vî rengî li hebû bajaran bidin destpêkirin.”

Endamê Mecilsa Ciwanên Şoreşger ê kantona Cizîrê Hogir Alî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga min ew ku her ciwanek cihê xwe di nava komînan de bigrin. Di heman demê de, komîteyên ciwan di nava komîna de hene, di nav de jî komîteyên aborî yên ciwanan hene. Herwiha ciwanan dikarin ku bi riya van komîteyan rêxistibûna xwe ya aborî bidin meşendin û projeyên xwe pêşkêş bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.