Dîlan Mulhim\Qamişlo
Nivîskar Xeyrî Garzan her sal di meha berfandarê de darên berû li Gorstanên Şehîdan yên Rojavayê Kurdistanê diçîne. Xeyrî Garzan diyar ku kir ku armanca wî ji çandina darên berû, bo bîranîna şehîdan û xweşikirina jîngeha Rojava ye.
Di nava civakên Rojhilta Navîn de dara berû darek xwedî wate ye. Dema behsa dara berû tê kirin, hêz û jiyan tê bîra mirov. Ji ber ku di nava civakên kevnar de ew sembola hêz, jiyan û berxwedanê ye ku her tim xwe nû dike û diafirîne.
Yek ji hezkerên çandina darên berû jî, nivîskar Xeyrî Garzan, ew her sal di vê demê de darên berû li Rojavayê Kurdistan li goristanên Şehîdan diçîne. Gerzan ev heşt sal in ku daran li Goristanên Şehîdan yên Rojavayê Kurdistanê diçîne. Hewiha îsal wî di meha Kanûnê de dest bi çandina darên berû kiriye û heta meha Gulanê wê bi dawî bibe.
Di derbarê hezkirin û çandina darên berû bi taybet li goristanên Şehîdan nivîskar Xeyrî Garzan ji Rojnameya me re axivî.

‘Di meha Kanûnê de, ez dest bi çandina darên berû dikim’
Xeyrî Garzan anî ziman ku ew her sal darên berû li Goristanên Şehîdan yên li Rojavayê Kurdistanê diçîne û wiha got:“Di meha Kanûnê de, ez dest bi çandina darên berû dikim, heta meha Gulanê dirêj dike. Ji ber ku piştî meha Gulanê dar nema çêdibin, herwiha dema ku avhewaya herêmê jî piştî meha Gulanê gelekî gerim dibe dar êdî ne ma li herêmê çêdibin. Ev heşt salin min dest bi çandiya daran kirî ye, di heman demê de ez her sal nêzî sed anjî hezar darî li Rojavayê Kurdistanê li Goristanê şehîdan diçînim. Ez bi tena xwe darên berû li Rojava diçînim, ji ber ku ev darên berû zû bi zû li herêmê çênabim. Di erdinîgariya Rojavayê Kurdistanê de darên berû lê nayên çandin û bê berhemin. Ji ber vê yekê sazî di aliyê çandiya darên berû de têkildar nabin, lê ez bi xwe darên berû diçînim.
Di demên berê de min berû ji çiyayên Kurdistanê û Şengal tanînim, herwiha min li Rojava di çandin û li saziyan belav dikirin. Min dît ku ev dar li Rojavayê Kurdistanê jî tên çandin, êdî ji wê demê ve min dest bi çandina darên berû li Rojavayê Kurdistanê kir. Darên berû di dîrokê de û berî hezarê salin weke sabola gelê Kurd hatiye naskirin. Ji ber ku dema darên çam werin şewtandin êdî nema çêdibin, lê darên berû berovajî vê yekê ne çêdibin. Darên berû li Rojava zû mezin nabe û heta sê anjî çar salin dirêj dike heta ku mezin dibin, her ku diçe rayên xwe ber dide nav axê. Piştî ku rayên xwe di nava erdê de bi cih kir, êdî ew dar nema tê winda kirin. Sûdeke mezin a darên berû hene, ji ber ku cihê ku darên berû lê hebin, kaniyên bin erd tên çêkirin. Di heman demê de, dar berû avhewaya paqij û oksîjênê dibe. Lê belê cihê ku darên berû lê hebin, berif û baran lê dibar e û lawir jî jê sûd werdigir e. Dara berû dareke kurdistanî ye. Hem koka wê axê baş digire, hem jî ava bin axê paqij dikin. Kokê wê zexm in û emrê wê pir dirêj e.”
‘Projeyê min ji Hesekê heta Dêrikê berdewam dike’
Xeyrî Garzan da zanîn ku ew gelekî ji darên berû hez dike û wiha pê de çû: “Armanc ji çandina darên berû ji bo bîranîna hevalên şehîd yên ku ji çiyayê Kurdistanê hatine û li Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn e. Sûdeke mezin a darên berû di aliyê pêşesazî de jî heye. Rêber Apo jî dibêje yên ku ji min hezdikin bila darên berû biçînin. Di dîrokê de jî çanda gelê Kurd weke çanda xulikkariyê tê bi navkirin. Di Kurdistanê de dijmin ji bo taybetmeniya gelê Kurd ji holê rake, çanda çandiyê tune kirî ye. Herwiha têkilyên mirov û axê ji hev qut dike, li Rojavayê Kurdistanê rêjîma Baas dar çandin qedexe kiribû. Dema ku dar çandin nebe, wê demê têkilya mirov û xwezayê ji hev du qut dibe, di encamê de welatparêzî kêm dibe. hem jî ji ber ku dara berû sembola Kurda ye, hem jî çanda Kurd a bi sedê salan e ku êriş li ser tên kirin. Da ku were tune kirin, ji ber vê em dixwazin bi çandina darên berû zindî bikin.
Projeyê min yê çandina darên berû li Goristanên Şehîdan, ji bajarê Hesekê heta Dêrikê berdewam dike. Îsal wê li Goristana Şehîdî Dijwar a bajarê Hesekê 20 dar werin çandin, li Goristanên Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo 50 darî werin çandin. Di heman demê de, li Girkê Legê Goristana şehîd Sîpan 50 dar werin çandin, li Goristana Şehîd Xebat a bajarê Dêrik 100 darî werin çandin. Piştî ku min çandina daran li goristanên şehîdan bi dawî kir, ez dest bi çandina daran li saziyan jî bikim.”






