Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘AKP’ê bi rengê ewlehî, ne qanûnî nêzî pêvajoyê dibe’

28/12/2025
in POLÎTÎKA
A A
‘AKP’ê bi rengê ewlehî, ne qanûnî nêzî pêvajoyê dibe’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa diyar kir ku însiyatîfa ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin ne tenê ji bo Tirkiyê, ji bo tevahî herêmê girîng e, lê mixabin rayadarên Tirk bi rengê ewlehî ne qanûnî nêzî pêvajoyê dibin û got, “Dewleta Tirk dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bê ewle û statu bike.”

Dewleta Tirk, partî û hevalbendên wê ji demên dûr û dirêj ve mudaxelên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nedaye rawestandin, zimanê şerê taybet bikar tînin û her dixwazin bi zextê planên xwe pêk bînin. Da ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê ewle û statu bikin. Ew hewl nadin pirsgirêkên xwe yên hundir çareser bikin, lê her dem bi der û dora xwe dihizirin ku çawa wê dagir bikin. Niha jî li Bakurê Kurdistanê Komîsyona Meclîsê ya ku di çerçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de hatiye avakirin, ji bo pêvajoya çêkirina qanûnan dest bi berhevkirina raporên partiyên siyasî kiriye. Di van raporan de nêzîkatiyên partiyên Erdogan tên xuyakirin, yek ji wan jî AKP’ê ye. Di rapora wê de ya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd ku ji 63 rûpelan pêk tê, “Mafê hêviyê”, rewşa girtiyên siyasî yên Kurd, daxwaz û mafên gelê Kurd cih negirt. Lê tiştê ku di raporê de cih girtiye ew e ku wê qanûn piştî hemû gerîla çek danîn û hezên QSD’ê li gorî Peymana 10’ Adarê tev li hikumeta Şamê bibe dê, bên çêkirin. AKP’ê bi vî awayî rewşa QSD’ê weke şertek di raporê de diyar kir. Lê mijara QSD’ê ne girêdayî AKP’ê ye ew mijarekî girêdayî QSD’ê ye.

Derbarê nêzîkatiyên dewleta Tirk û partiyên wê, bi taybetî AKP’ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ku girêdan nivîsandina qanûnê Tirkiyê bi tevlîbûna QSD’ê di nava artêşa Sûriyê de dike, Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa Mihemed ji Rojnameya me re axivî.

‘Rêber Apo rengê xebatê yê demê da guhertin’

Mihemed diyar kir ku pêwîst bû însiyatîfa ji aliyê Rêber Apo ve hat destpêkirin, bandorên xwe di aliyê siyasî ya Tirkiyê de hatiba kirin, lê mixabin nêzîkatiyên Erdogan û partiyên wî di aliyê ewlehî de ne û got: “Însiyatîfa ku ji aliyê Rêber Apo ve hat kirin, bi gelek şîroveyan hat şîrovekirin. Hinan hisbandin ku PKK’ê xwe teslîm kir û çeka xwe avêt in. Hinan jî gotin; Guhertineke di rengê xebatê de li gor guhertinên ku li derdora me û di hundirê Tirkiyê de, çêbûne. Em jî yek ji wan partiyên dîtin ku ev guhertineke di rengê xebatê de ye, ne teslîmkirine weke hatibû şîrovekirin ji aliyê dijminê tevgerê ve ku dixwestin van şîrovekirinan bi dê nê. Me wek Partiya Çep got; Ev guhertineke di siyasatê PKK’ê de ye ku di qonaxa tê de, li herêma Rojhilata Navîn û di Kurdistanê bi tevahî de, guhertineke gelekî mezin li ser asta rêxistinê, rêjîmên hikumdarî Kurdistanê ku piştî şerê cîhanê yê yekem û dabeşkirina vê herêmê û belavkirina li van dewletan, çêdibin.

Di demên dawî de jî qonaxek hat xulqandin, qonaxek bi hacetê ku gel piştgirî bê dê, lewra însiyatîfa Rêber Apo gelekî girîng bû. Ew însiyatîf rengê xebatê di vê demê de da diyar kirin ku got; “Dema çek û xwînê çû, îro dema siyasetê ye, em ê bi siyasetê proje, bername û xwestekên xwe weke gel û weke projeyeke demokratîk bixwazin, ne tenê di Tirkiyê de, lê li herêmê tevahî.” lê bingehê vê qonaxê tekez di hundirê Tirkiyê de ye û gelek gav hatin avêtin, wek şewtandina çekan, vekişandina ji sînorê Bakur û hwd… lê mixabin her dem AKP’ê partiya Erdogan bi taybetî bi rengekî ewlehî nêzî vê pêvajê dibe, ne rengekî siyasî.”

‘Pêwîst bû beramberî însiyatîfa Rêber Apo guhertinên destûrî û qanînî bihata kirin’

Mihemed anî ziman ku pêvajoyê bandoreke erênî li tevahê herêmê kir û wiha domand: “Di baweriya me de bandora pêvajoyê di hundirê Tirkiyê, li herêmê û cîhanî tevahî de, erênî bû. Bi taybet di hundirê Tirkiyê de rewşeke nû hat xulqandin, Tevgera Azadiyê jî bi erênî nêzî pêvajoyê bû. Lê Erdogan û AKP’ê her dem bi rêya daxuyaniyan û sembolên xwe, heger wezîrê derve an jî parêzer be û heta Erdogan bi xwe jî, nêzîkatiyên wan ji pêvajoyê re ewlehî bû, ne nêzîkbûnek siyasî bû. Ji ber vê yekê jî ew şert û mercên pêwîst bû ku Erdogan wek desthilatekî AKP’ê di hundirê Tirkiyê de, mijara guhertinê ya destûrî û qanûnî beramberî vê însiyatîvê, cî bi cî bike. Lê mixabin heta niha tiştek nebûye, ev jî bûye sedemê pevçûneke mezin di nava partî û raya giştî ya Tirkî de, ji ber Erdogan her tim ji hêla ewlehî li pêvajoyê dinêre ku PKK’ê xwe teslîm bike, çeka xwe bavêje û hwd… ev jî di ne hîsabatê PKK’ê de ye.”

‘Rêber Apo û PKK’ê projeya aştiyê dimeşîn in’

Mihemed eşkere kir ku îro PKK’ê projeyekî aştiyê li ser daxwaz û banga Rêber Apo dimeşîne û wiha anî ziman: “Dema PKK’ê îro projeyekî aştiyê dimeşîne, nabe Erdogan bihizre PKK’ê çeka xwe û xwe teslîm bike û li gorî kêfa wî ev mijar bên meşandin. Dema PKK’ê însiyatîf kir, pêwîst e Erdogan û partiya xwe AKP’ê jî li hemberî wê tiştekî erênî bidin xuyakirin mîna guhertinên destûrî û zagonî, lê mixabin gavekî bi vî rengî heta niha neavêtiye. Ji bilî vê jî, rola Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Rojavayê Kurdistanê bi taybetî de, rolekî gelekî xerabe, bi taybet di mijara ku QSD’ê xwe çareser bike de û tevlî artêşa Colanî bibe. Em jî dizanin Colanî berxikê Erdogan e, Erdogan dixwaze projeyên xwe bi rêya wî re bimeşîne, da ku destwerdaneke weke berê di hundirê Sûriyê de kiriye, niha jî bike. Lê ev yek çênabe, ji ber erdnîgariyeke cuda ye.”

‘Nabe Erdogan û Colanî şertan deyînin’

Mihemed tekez kir ku Kurd tevahî bi hurmet û rêzgirtin nêz xebat û têkoşîna PKK’ê dibe û wiha got: “Însiyatîfa ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin û PKK’ê îro dixwaze bimeşîne,

Kurdên welatparêz û niştîmanperwer bi qedir, qîmet û rêzgirtin li vê însiyatîvê dinere, ji ber rengekî nû ji xebatê ye. Lê dema Erdogan û Colanî bikin şert ku divê QSD’ê xwe çareser bike û PKK’ê xwe teslîm bike û hwd… tekez ev tişt wê nebe. Herwiha bi dehê cara jî Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û sembolên QSD’ê daxuyanî dan û tê de gotin; “Em bi rêzgirtin li însiyatîfa Rêber Apo dinêre, lê rewşa me rewşekî cuda ye ku Sûriyê sînor û erdnigariyeke wê heye, em ê rewşa xwe deyînin ka em tevlî bibin bi rengê Colanî dixwaze yan na.” Mijara entegrasyonê rengê wê zêdeyî rengê heye. QSD’ê her gotiye em ji entegrasyonê re amade ku em weke girop entegre bikin, pirsgirêk tuneye. Lê em ê ewlehiya xwe ya hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Rojavayê Kurdistanê de, biparêzin. Em a wek ew dixwazin ku QSD’ê tek tek ji hêzên ewlehiyê û bervaniyê, bên tevlî artêşa bibin, artêşa ku bermayê DAIŞ’ê û hêzên tendrew ên ji derva hatin e, ev çi artêşe ya ku navê wê dikin Artêşa Sûrî û çawa wê QSD’ê tevlî wê bibe, tekez ev nayê qebûlkirin.”

‘Erdogan dixwaze projeyên xwe di rêya hevlbendên xwe pêk bîne’

Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Statuya ku bandora wê li ser rewşa Bakur hebe û yekser li ser sînorê Tirkiyê ye, tekez Ergoan û partiyên xwe wê qebûl nekin. Ev sedemên ku dewleta Tirk dixwaze destwerdanê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, giştî Sûriyê bike û projeyên xwe di rêya hevlbend, dostên xwe û yên ku bi îradeya wî dimeşin, pêk bîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.