Stêrk Mihemed/Qamişlo
Jîneolojî di xebatên xwe yên salekê de, kurkirin û xurtkirina zanisa jin di civakê de him li ser asta herêmê û him jî bandora wê li ser asta cîhanê, dengvedanek ava kir. Jineolojî îsal di şîrovekirina rewşa jinan, hişmendiya zayendperest û baviksalar de dibe hêza jin .
Ji bo redkirina zihniyeta baviksalar ku li ser jinê tê meşandin, hişmendiya zayendperest ku jinê dike qurbana zihniyeta zilamtî û desthilatdariyê herwiha ji bo bidestxistina mafê jinan, neqebûlkirina tundî, redkirina destdirêjiya ku li ser jinê tê meşandin û têkoşîna li hemberî hişmendiya bindestiya jinê zanist û tevgerek derket ku bibe dengê mafê jinan ew jî Jineolojî ye. Jineolojî yekem car di sala 2008’an de ji aliyê Rêber Apo ve di pirtûka sosyolojiya azadî de hat pêşniyarkirin.
Rêber Apo bi vê zanistê diyar dike ku heta jin azad nebin civak jî azad nabe herwiha diyar dike ku azadiya jinan asta azadiya civakê diyar dike. Jineolojî cara yekem di sala 2011’an de rêxistinbûna xwe li çiyayên azad ava dike. Her wiha yekem car konferansa xwe di sala 2015’an de bi tevlibûna 140 delegeyan pêk tîne. Di konferansê de biryar hatibû girtin ku jineolojî şaxên xwe belavî tevahî cîhanê bike û xwe bigihîjîne tevahî jinên cîhanê.
Navenda lêkolînên Jineolojî şîrovekirina rewşa jinan e
Navenda Lêkolînê ya Jineolojî, weke zanist di nava civakê de tê nasîn. Tişta herî girîng ew e ku rengê navenda lêkolînê û şêwazên civakî bi civaka bidin naskirin. Gava yekemîn ku Jineolojî di nava civaka Rojavayê Kurdistanê de avêt, naskirina nakokiyên di nava civakê de û hişyarkirina civakê li ser wê şêwazê bû. Dema saziya jineolojî xwe bi rêxistin kir di gava yekem de pirsgirêka ku civak dijîn wê nas kirin. Herwiha danasîna Jineolojiyê di nava civakê de kir. Piştî wê navendên xwe li hemû bajaran ava kir û ji wan yek jî li Qamişloyê ava bû. Di 14’ê Îlona 2017’an de navenda lêkolîn û perwerdeya Jineolojî li bajarê Dêrîkê ava kir. Niha jî navendên jineolijî tên ava kirin û bi taybetî rewşa civakê di vê navendê de tên nirxandin. Herwiha şêwaz û rengê jinê di vê navendê de tên nirxandin. Di gava destpêkê de bi 5 kesan Navenda Lêkolîn û Pewerdeya Jinelojiyê hat vekir. Navenda jineolojî bi rengên cuda hat nasîn, bi taybetî rêbazên lêkolînê bi rengê jinan dike. Armanca jineolojî bi vekirina vê navendê ew e ku rewşa jinan şîrove bikin. Her wiha pirsgirêka civaka xwe çareser bikin. Bi demê re navendên lêkolînê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin vekirin.
Li hemberî hişmendiya zayendperest û baviksalar jineolojî dibe hêza jin
Jîneolojî zanista jin û jiyanê ye, zanista jiyana komînal a azad e, zanista paradîgmaya neteweya demokratîk e û zanista şoreşa jinan e. Ev zanist, ku alternatîfek ji bo zanistên pozîtîvîst ên pêşketî yên bi hişmendiya baviksalar û zihniyeyta wan ku jin û civak bi rêya wan têne kolekirin temsîl dike, hewlidide ku şûna hişemendiya baviksalar û modernîteya kapîtalîst bigire, jiyana ku em dijîn ji nû ve şekil dide da ku jiyanek komînal a azad bi dest bixe. Hêjayî gotinê ye ku her tişt di qonaxa destpêkê de mijara înkar û hewldanên tasfiyekirinê ye, çi bi hedefgirtina pêşengên wê be, çi jî bi biçûkxistina xebat û lêkolînên ku di nav de têne kirin be. Di rojên destpêkê yên navendên lêkolînê yên Jineolojiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi karanîna ajanên girêdayî hişmendiya faşîst û dewletnetewan, Malda Kusa, endama navenda lêkolînê ya Jineolojiyê li Hesekê, di sala 2019’an de û rojnamevan û çalakvan Nagihan Akarsal jî di sala 2022’an de hatin hedefgirtin. Zihniyeta desthilatdaran bi çi rengî be dixwaze vîn û îradeyê jinê bişkîne û bike hedefa xwe ji ber ku qebûlnake jin bibe xwedî îrade û hêz.
Xebata Akademiya Jineolojiyê xebatekî serbixwe ye
Xebata Akademiya Jineolojiyê bi saziyek an navendek taybetî ve ne girêdayî ye berovajî vê ew têgeha hebûn, xwe û zanînê xurt dike. Bi rêya vê yekê, ew hewldidin ku têkiliyên saxlem di navbera beşên cûda yên civakê de ava bikin û şêweyên tundûtûjiya li dijî jinan, çi li dijî wan be çi jî ji hêla kesên li dora wan ve, kêm bikin. Ji bo avakirina jiyanek bi rastî hevpar, divê hemû jin li Jineolojiyê kûr bibin û wê belav bikin. Ev berpirsiyariyeke ku li ser milên hemû jinên ku hesreta azadî û wekheviyê dikin e.
Kar û xebatên Jîneolojî yên sala 2025’an ku hatine meşandin
-Ji bo salvegera şeşemîn a şehadeta Malda Kusa dewreyeke perwerdê ya sê rojan ji Helebê heya Kantona Cizîrê hat vekirin, di dewreyê de jiyan şehîd, têgehên jineolojî û jiyana komînal hat dayîn. Encûman, sazî û rêxistin beşdarî vê perwerdeyê bûn.
-Di sêyemîn salvegera şehadeta Nagihan Akarsal de, çalakiyek rojên Jineolojiyê ji bo rûmeta hat li dar xist di çalekiyê de wane, semîner, çalakiyên çandî û hunerî hatin dayîn.
-Li hemû akademiyên leşkerî û sivîlî de waneyên du rojan li ser Jineolojiyê û jiyana civakî hat dayîn. Di van waneyan de nîqaş li ser pirsgirêkên civakî û çareseriyên wan ên guncaw hat kirin.
-Di navenda jineolojî de mijarên sosyolojîk, çandî, siyasî û hunerî tên lêkolîn kirin da ku bigihîjin koka pirsgirêkê û bigihîjin çareseriya herî guncaw.
-Li gundê Jinwarê ji bo zarokan darîngeh û navendek ji bo keçan hat vekirin da ku çalakiyên wan ên rêxistinî hêsan bike.
-Yek ji çalakiyên akademiya jineolojî yên herî girîng organîzekirina du waneyên li ser dîroka Suryanî û dîroka felsefeyê bû. Jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryanî beşdarî van waneyê bûn.
-Her wiha care sêyemîna ku akademiya jineolojî li pey hev beşdarî pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herkol bû. Weşanên Akademiya Jineolojiyê beşek taybet bû ku neh pirtûk tê de hatin pêşkêş kirin, di nav wan de ev hene:
“Bingeha Dîrokî û Pêşeroja Şoreşa Jinan “ji hêla Şervîn Nodem ve.”
“Nîşeyên li ser waneyên Jineolojiyê” ji hêla Zozan Sîma ve.”
“Dîroka Femînîzmê” ji hêla Heja Zeryan ve
“Nirxandinek Nasnameya Mêr ji Perspektîfa Jineolojiyê” ji hêla Şehîd Mahir Atakan ve.”
-Pirtûka helbestan ya Şehîd Nagihan Akarsal.”
-Bernameyên Konferansa Duyemîn a Jineolojiyê bi sê zimanan: Kurdî, Erebî û Tirkî bûn
-pirtûk li ser perspektîfa jinê hatine nivîsandin û behsa Şoreşa Rojava dikin.
-Beşdarbûna Akademiya Jineolojiyê di pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî de rolek erênî di belavkirina ramana Jineolojiyê di nav xwendevanan de lîst. Gotara jineolojî ya li pêşengehê, li ser peyama ku Rêber Ocalan ji akademiya jineolojî re şandibû, jî bi awayekî erênî deng veda.
-Herwiha, hejmareke mazin ji xwendekarên jin ya başa jineolojî ji zanîngeha Rojava derçû û cihê xwe di sazî û navendê lêkolînên jineolojî de girtin.
-Vekirina Beşa Jineolojiyê li Zanîngeha Kobaniyê, li ser daxwaza civaka herêmî û mamosteyan, hestek berpirsiyarî û berdewamiyê ya xurttir û kûrtir di akademiya jineolojî de çandin.
-Di derbarê çalakiyên 25’ê Mijdarê, roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de, li seranserî herêmê deng vedan. Berî vê di dîrokê de, li ser çar tebeqeyên prensîbên rizgariya jinan û çar çandên ku ji hêla çanda Dayika Xwedawend, çanda jinên qesrê, çanda Satî û çanda jina azad ve têne temsîl kirin lêkolîn kir.
-Bi boneya 25’ê Mijdarê, akademiya jineolojî semîner û panêl li ser van mijaran li dar xistin û bi jinan re li ser wan nîqaş kirin. Ya herî berbiçav ev e ku ev xebat bandorek rasterast û nerasterast li ser pêşkeftina kesane ya jinan û xurtkirina hesta wan a xwe dikin, ku ew bi xwe yek ji armancên Akademiya Jineolojiyê ye.






