Dîlan Mulhim\Qamişlo
Ev demeke di navbera dewleta Nîjer û komên terorîst de şer derketiye, di heman demê de dewletê jî li hemberî terorîstan dest bi oprasyonên leşkerî kiriye.
Di demekê de dewleta Nîcer ji ber terorîzmê, sûcên revandin û tundiyê têkildarî pevçûnên herêmî bi pirsgirêkên ewlehiyê yên tevlihev re rû bi rû ye, operasyon li dijî komên terorîst û torên sûcdar ji aliyê dewleta Nîcer ve hatine destpêkirin. Gelek kes ji aliyê komên terorîst ve hatine revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar re.
Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Fermandariya Artêşê ji Ajansa Nûçeyan a Nîcerê re gotin ku hêzên artêşê di operasyonên hevrêzkirî de, 11 kesên ku ji aliyê terorîstan ve hatibûn revandin; rizgarkirin.
Di heman demê de, li gorî çavkaniyan piştrast kirin ku hewldan hene ku hin kesên din ên revandî werin rizgarkirin.
Di pêşketineke berbiçav de ku şiyanên mezinbûyî yên komên terorîst fermandariya artêşê ragihand ku hêzên wê di çarçoveya Operasyona bi navê “Hadîn Kay”de dixebitin, êrişeke bi dronan ku baregeha operasyonê ya li gundê Delwa li herêma Konduga ya Eyaleta Borno, ku cihê koma “Boko Haram” û DAIŞ’ê ya wîlayeta rojavayê Efrîqayê; têk birin.
Li gorî çavkaniyan, çekdaran çar dronên tijî teqemenî bi kar anîne, lê hêzên artêşê bi awayekî serkeftî ew bê bandor kirin. Lewma operasyonên paqijkirinê hîn jî berdewam dikin da ku xala destpêkirinê were destnîşankirin û sûcdarên êrişê werin girtin, di heman dema ku hêzên li sektorên duyemîn, sêyemîn û çaremîn operasyonên xwe yên êrişê di çarçoveya kampaniya “Dizart Saniti 4” didomînin.
Di çarçoveyeke têkildar de, hêzên operasyona ewlehiyê ya “Sif Hifin” li dijî kesên sûcdar û zeviyeke madenê ya neqanûnî pêk anîn, di encamê de sê terorîst hatin girtin û tifingeke destçêkirî, cebilxane, jeneratorek û alavên ku di madenê ya neqanûnî de têne bikar anîn, hatin desteserkirin.
Heta niha hejmara kuştiyan 12 kes in
Ev şer bi awayekî bi tund berdewam dike, ku herî kêm 12 kes di êrişeke komeke çekdar a nenas de li ser qadeke meydanê li herêma Ratuso Fan a Hikumeta herêmî ya Barkin Ladi li Dewleta Plateau hatin kuştin. Niştecihên xwecihî ragihandin ku 16’ê Kanûnê dema ku çekdaran êrişî cihê kar kirin, bêserûber gule barandin, di encamê de şer çêbû û hejmareke mezin ji karkeran reviyan. Rêxistina Perwerde û Çandî ya Berom diyar kir ku hîn jî çend kes jî winda ne.
Ev bûyer tevliheviya rewşa ewlehiyê li Nîcerê nîşan didin, hem metirsiyên terorê li bakur û rojhilat hem jî bi revandin û çalakiyên çeteyên çekdar li bakur û rojava tê kirin. Wekî din pevçûn û tundiya li herêmê yên girêdayî bi madenên neqanûnî li wîlayetên navîn.
Tevî serkeftinên leşkerî yên dubarekirî, çavdêr piştrast dikin ku derbaskirina pirsgirêkên dijwar ew e ku van destkeftiyan biparêzin û hevrêziya di navbera hewildanên leşkerî û pêşkeftina herêmî de xurt bikin. Da ku pirsgirkên aborî û civakî yên pevçûnê werin çareserkirin.
Artêşa Nîcerê kuştina serçeteyekî terorîstan ragihandin
Di pêşketineke din de artêşa Nîcerê kuştina serçeteyekî terorîstan, wênekêşê wî û hejmarek ji endamên din ên terorîst ragihand, di çarçoveya mîsyonên ku ji aliyê hêzên oprasyona “Hadîn Kay”ve li Eleyeta Brono, li bakur û rojhilatê Nîcerê hat kirin.
Di daxuyaniya 19’ê Kanûnê de hat ragihandin ku ji aliyê berpirsê agahdariya giştî yê Hêza Peywirê ya Hevbeş a Operasyona “Hadin Kay” ve hat dayîn ku di 18’ê kanûnê de terorîstek hat kuştin.
Daxuyaniya artêşê rave kir ku hêzan bi piştgiriya pergalên çavdêriyê yên pêşketî, tevgerên terorîstên ku ber bi herêmê ve diçûn tesbît kirin, ku bi dîsîplîna taktîkî û profesyonelîzma herî bilind, hêzan rê dan hêmanên terorîst ku bigihîjin qadeke şer a bi bandor.






