Lîloz Hisên
Raporeke Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku DAIŞ – Xurasanê nêzîkî 2 hezar çekdarên xwe li Efxanistanê dihêle, zarokên di bin temenê 14 salî de perwerde dike û bi êrişên terorîstî yên berdewam dibe gef li ser ewlehiya herêmê.
DAIŞ şaxê Xurasanê, şaxeke sereke yê DAIŞ’ê li Başûrê Asyayê ye, tê texmînkirin ku nêzîkî 6 hezar çete dihewîne, ew wekî yek ji komên cîhadîst ên herî êrişkar û xeternak li ser asta cîhanê derketiye holê. Wê êrişên xwe li derveyî Efxanistanê berfireh kiriye, çekdaran ji welatên Asyaya Navîn ên wekî Tacîkistan û Ozbekistanê di nav xwe de digire û li ser asta navneteweyî êrişên mezin pêk tîne.
Tîma Çavdêriya Piştgiriya Analîtîk û Cezayan a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di destpêka 2025’an de ew şaxekî girêdayî DAIŞ’ê destnîşan kir û wekî mezintirîn gefa terorîstî bi nav kir.
Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî hat diyarkirin ku rêxistina DAIŞ-Xurasan, derdora 2 hezar çekdaran li Efxanistanê dihêle û perwerdeyên îdyolojî dide zarokên di bin 14 salan de, ku bi êrişên terorîstî ewlehiya herêmê dixe metirsiyê de.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, di rapora xwe ya dawî ya li ser Efxanistanê de, hejmara giştî ya çekdarên şaxê DAIŞ’ê li parêzgeha Xurasanê dora 2 hezaran texmîn kir.
Armanca rêxistinê pêkanîna êrişan li ser asta cîhanî ye
Di raporê de hat diyarkirin ku serkirdeyên rêxistinê hîn jî di destê welatiyên Efxanî yên ji Peştûn de ye, lê beşek mezin ji çeteyên wê welatiyên Asyaya Navîn in.
Raporê destnîşan kir ku armanca sereke ya DAIŞ-Xurasanê ew e ku li seranserî cîhanê êrişên mezin pêk bîne û şiyana xwe ya peydakirina çeteyên nû û kişandina fînansmanê nîşan bide.
Zêdetirî 20 rêxistinên terorîst li Efxanistanê çalak in
Li gorî raporê û li gorî agahiyên ku ji aliyê welatên endam ên Konseya Ewlekariyê ve hatine dayîn, çend kom li Efxanistanê çalak in, di nav wan de DAIŞ-Xurasan, Tevgera Talîbana Pakistanî, El Qaîde, Tevgera Îslamî ya Tirkistana Rojhilat, Koma Ensarullah û Yekîtiya Mucahîdên Pakistanî û komên din hene.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku zêdetirî 20 rêxistinên terorîst ên navneteweyî û herêmî niha li Efxanistanê çalak in.
Komîteya çavdêriya cezayan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku gelek welat bi berdewamî çalakiyên berdewam ên komên terorîst di nav welêt de piştrast dikin.
Raporê zelal kir ku Talîbana Pakistanî gelek êriş ji axa Efxanistanê li dijî Pakistanê pêk anîne.
DAIŞ-Xurasan zarokan li ser îdeolojiya tundrew perwerde dike
Di mijareke têkildar de, diyar kir ku DAIŞ-Xurasan li hin deverên Efxanistanê dibistanan ava dike da ku zarokan bi taybetî yên di bin 14 salî de, di operasyonên xwekujiyê de perwerde bikin û wan bi îdeolojiya tundrew perwerde bikin. Konseya Ewlekariyê vê pêşketinê wekî “xeternak” bi nav kir.
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, DAIŞ-Xurasan dibistanên olî li bakurê Efxanistanê û deverên nêzîkî sînorê Pakistanê bikar tîne da ku bandorê li zarokan bike û perwerdeyên taybetî ji bo perwerdekirina zarokên temenbiçûk ji bo pêkanîna êrişên xwekujî ava kiriye.






