Stêrk Mihemed/Qamişlo
Her welat û netewek xwedî sirûdeke neteweyî ye, gelê Kurd jî xwedî sirûda netewî ya bi navê ‘Ey Reqîb’ e. Piştî bi dehan sal ji zordarî û bindestiyê, gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê bi serfirazî sirûda xwe ya netewî dibêje.
Di sala 1945’an de, Partiya Demokrat a Kurdistanê di bin serokatiya Qazî Mihemed de hate damezrandin, bi armanca sereke ya bidestxistina xweseriya Kurdistanê bûye. Di 22’ê Kanûna duyemîn a sala 1946’an de, Qazî Mihemed bi fermî li meydana Çarçira ya bajarê Mihabadê ya Rojhilatê Kurdistanê bi amadebûna deh hezaran kesan ji hemû çîn û texên Kurdistanê bi fermî damezrandina Komara Kurdistanê ragihand. Ev bûyer bû cejnek neteweyî ya mezin. Ji bo cara yekem di dîroka nûjen de, Kurd karîbûn bibin xwedî hebûnek siyasî ya serbixwe bi ala xwe û sirûda xwe ya neteweyî, artêş û hikûmeta xwe. Herwiha hilbijartina sirûda “Ey Reqîb” wekî sirûda neteweyî yek ji biryarên sembolîk ên komarê bû. Komara Kurdistanê li Mihabadê û çawaniya hilbijartina sirûda “Ey Reqîb” wekî sirûda neteweyî, yek ji bûyerên herî girîng ên dîroka hemdemî a Kurd bû. Ew bûyere nîşaneya gihêştina xebata netewî a Kurd e bi qonaxekî nû ya siyasî û ferhengî.
Ey Reqîb Helbesta helbestvanê navdar ê kurd (Dildar) e ku di sala 1938’an de li zindanê hatiye nivîsandin, di demek kurt de di nav çalakvanên siyasî û xwendekarên li hemû beşên Kurdistanê de belav bû. Wezîrê Rewşenbîrî ya komara Kurdistanê (Menaf Kerîmî) û çend rewşenbîrên din pêşniyar kirin ku “Ey Reqîb” bibe sirûda fermî ya Komara Kurdistanê. Ev pêşniyar ji aliyê Qazî Mihemed û endamên hikûmetê ve bi germî hate pejirandin. Sirûd bi zelalî behsa mayîndebûna neteweya Kurd dike. Zimanê xwe sade û ji hêla her kesî ve hêsan bû ku were jiberkirin û gotin. Ew bi awazek bicoş û şoreşgerî hate danîn ku moral bilind dikir. Helbest berhema têkoşîna nifşek nû ya rewşenbîr û têkoşerên Kurd bû, ku li gorî ruhê komarê bû.
Yûnis Reûf, ku bi navê (Dildar) jî tê nasîn sala 1918`an li bajarê Koyê ya Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye û di 20’ê Cotmeha 1948 li Hewlêrê helbestvan, parêzer û çalakvanekî siyasî yê Kurd koça dawî kir. Sirûda Ey Reqîb di temenê xwe ya 28 saliyê de li zîndanê çêkiribû her wiha bi 2 sal berya mirina wî wekû sirûda nîştimanî ya komara Mihabadê hat pejirandin û heya roja îro li her çar aliyê Kurdistanê bi zaravayê Soranî û Kurmancî ji aliyê Kurdan ve bi sirûda nîştimanî tê naskirin.
Sirûda niştîmanî a Kurdistanê
Ey reqîb her maye qewmê Kurd ziman
Naşikê û danayê bi topê zeman
Naşikê û danayê bi topê zeman
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê Ala Kurdan
Em xortên Mîdya û Keyxusrewîn
Dîn îman û ayîman her niştîman
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê Ala Kurdan
Xortê Kurd tev hazir û amade ne
Canfîdane canfîdane her canfîda
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê Ala Kurdan
Di vê çarçoveyê de Rêveber û xwendekarên dibistana amadehî ya Şehîd Omîd ji Rojnameya me re axivîn.
‘Sirûda netewî ji nifşekî derbasî nifşên din bibe’

Rêvebera dibistanê Rohat Sîdo diyar kir ku di heftê de du caran Sirûdê Netewî tê xwendin û wiha got: “Li dibistana Şehîd Omîd di hefteyê de du caran roja yekşem û pêçşemê Sirûda Netewî “Ey Reqîb” tê xwendin. 500 xwendekar di vê dibistanê de hene bi serbilidî, hezkirin û welatparêziyekî pir mezin, vê Sirûdê dixwînin, ji ber ku di xewn û xeyala me de bû ku em rojekê bi sirûda xwe ya netewî bixwînin. Ev gavek welatparêzî û netewî ye. Armanca me ku xwendekar hîs bikin ev sirûd bi xwîna Şehîdan û bi keda hevalên zindana derketiye pêş û bûye sirûda netewa Kurd. Ev sirûd di zindanê de hatibû çêkirin, ku xewn û xeyala wî bû ku bi sirûda xwe ya Kurdî bixwîne û em ê vê xewna wî ji nifşekê derbasî nifşekê din bikin.”
‘Em bi serfirazî Sûrida xwe ya Kurdî dixwînin’

Xwendekarê bi navê Mihemed El Omer destnîşan kir ku di dema dubarekirina Sirûda Netewî de ew heyecan digirin û wiha pê de çû: “Ez refa 12’emîn wêjeyî dixwînim, dema ku em vê Sirûda Kurdî dixwînin em hêz û heyecanê digirin. Ji ber ku ev sirûd li ser xwîna Şehîdan hatiye avakirin, di dema Rêjîma Baas de zarokên Kurd diçûn dibistanê Rêjîmê, bi erebî dixwendin û sirûdê rêjîmê digotin, lê niha û piştî Şoreşa Rojava ev sîstem hat guhertin em bûn xwedî dibistanê Kurdî û me bi serfirazî sirûda xwe ya netewî xwend û bi serbilindiyek mezin vegot. Dema ku em vê sirûdê dubare dikin em kêfxweş dibin, em ê her û her bi vê sirûdê xwe ya Kurdî berdewam bikin.”
‘Wê hertin saza sirûda netewî bilindtir bibe’

Xwendekara bi navê Arye Kirat da zanîn ku ew keçeke Kurd bi Sirûda xwe ya netewî serbilinde û wiha got: “Ez refa 12’emîn zanistî dixwînim, ez keçeke Kurdim ku dema em Sirûdê netewî dixwînim em bi kêfxwaşî û serbilindiyek mezin dibêjin. Çiqas hewilbidin ziman û sirûda me tune bikin, emê li hemberî wê dengê saza sirûda Kurdî bilindtir bikin. Herwiha dema ku em vê Sirûdê dixwînin em bi hesta azadiyê hîs dikin. Dema ku em sirûda netewî dibêjin em bi azadiya bajêr hîs dikin.”






