Esma Mistefa
Fata Reş di dîroka jinên Kurd de cihekî girîng digire. Ew seroka eşîrekê ji Mereşê bû ku li Rewanduzê dijiya. Di dema Şerê Qirimê de di sedsala 19’an de, wê 300 siwaran ber bi Stenbolê ve bir, bi Qesra Osmanî re hevdîtin kir û amadebûna xwe ya ji bo şerkirina li dijî Rûsan ragihand.
Fata Reş, ku wekî Amazona Kurd tê nasîn, her çiqas roja ji dayîkbûna wê tam ne diyarbe jî tê payîn ku di destpêka salên 1880’an de li Navçeya Rewanduzê ya Hikumeta Herêma Federal a Kurdistana Iraqê ji dayik bû. Ew yek ji jinên Kurd ên navdar e, û cesaret, mêrxasî, bi otorîte û sekna wê di medyaya Brîtanî, Fransî, Almanî û Osmanî de hatiye nîşandan, ji aliyê herkesê ve pesnê wê hatiye dayîn. Fata Reş di dîroka jinên Kurd de cihekî girîng digire. Ew seroka eşîrekê ji Mereşê bû ku li Rewanduzê dijiya. Di dema Şerê Qirimê de di sedsala 19’an de, wê 300 siwaran ber bi Stenbolê ve bir, bi Qesra Osmanî re hevdîtin kir û amadebûna xwe ya ji bo şerkirina li dijî Rûsan ragihand.
Bala tevahiya Geştiyaran kêşa
Fermandareke leşkerî ya jin a Osmanî û siwarên wê ji hêla sultan ve li qesrê hatin pêşwazîkirina wan eleqeya li ser Fata Reş bêtir zêde kir. Hatina Fata Reş li Stenbolê bi siwarên xwe re bala herkesî kişand. Nivîskar, rojnamevan û rêwiyên Amerîkî, Fransî û Brîtanî yên ku demek kurt berî Şerê Qirimê gihîştin Stenbolê ji rêveçûna şer zêdetir Fata Reş balawan dikêşe. Fata Reş ku gelek tabûyên Osmanî bi xwe şikand, têgihîştina Rojavayî ya li ser romantîzm û jinan hilweşand.
Hatina wê ya Stenbolê bi siwarîyên wê re tê xêzkirin
Yek ji hunermendên bêhejmar ên ku bi wêrekî û qehremaniya Fata Reş bandor bûne, dîroknasê hunerî yê navdar ê Fransî Gusieppe Fossati bû ku wê demê Ayasofya nûjen dikir. Fossati hatina Fata Reş a Stenbolê bi siwarîtiya xwe re di gravurekê de xêz kir ku di 15’ê Nîsana 1854’an de li Fransayê di “L’lustration Journal Universel” de hate weşandin. Gravur “Kara Fatima, l’héroine du Kurdistan, a’ Constantinople” an “Fata Reş, lehenga Kurdistanê, li Stenbolê” nivîsandiye. Her çend roja rastîn a mirina Fata Reş wekê Roja ji dayikbûna wê nayê zanîn jî, tê texmînkirin ku ew di destpêka salên 1800’î de çûye ser dilovaniya xwe .






