Lîloz Hisên/Qamişlo
Çavkaniyên aborî li Sûriyê diyar kirin ku hemû bankên giştî û taybet dê di 27’ê Kanûna 2025’an heta 2’ê Çileya 20215’an ji bo temamkirina proseya pevguherîna pereyên Sûirî werin girtin.
Di Tebaxa sala 2025’an de, çavkaniyan eşkere kirin ku hikûmeta Sûriyê ya demikî bi kampaniya çapkirina pereyan ya Rûsî “Goznak” re li hev kiriye da ku pereyên nû hilberîne û di salvegera yekem a rûxandina Esed de wan derxîne.
Çavkaniyên agahdar wê demê diyar kirin ku Sûriye dê banknotên nû derxe û du sifiran ji pereyê xwe derxe da ku qîmeta bi lîreyê vegerîne, ku nirxa wê bi awayekî berbiçav daketibû.
Ev gav qaşo armanc dike ku lîreya Sûriyê xurt bike, piştî kirîza ku 14 salan berdewam kir. Hêjayî gotinê ku lîreya Sûrî ji destpêka krîzê di sala 2011’an de ber bi hilweşînê ve çûye û rêjeya serfê gihiştiye nêzîkî 10,000 lîreyan ji bo her dolarekî, li gorî 50 lîreyan berî şer.
Daketina tûj a nirxa diravî, danûstandinên rojane û veguhestinên darayî dijwartir kiriye.
Malbat, dema kirîna pêdiviyên xwe yên heftane, bi gelemperî kîsikên plastîk ên reş hildigirin ku herî kêm nîv kîlogram banknotên 5000 lîreyî tê de hene, ku niha nirxa herî bilind e.
Li gorî belgeyeke ku Reuters girtiye, Banka Navendî ya Sûriyê di Tebaxê de bankayên taybet agahdar kiriye ku ew dixwaze pereyek nû derxe ku “sifir jê werin rakirin” da ku aramiya darayî baş bike.
Çapkirina pereyan li Rûsiya
Du banker û çavkaniyek din a Sûrî ku bi mijarê agahdar in ji Reuters re gotin ku Sûriyê bi kampaniya çapkirina pereyan a Rûsya “Goznak” re li hev kiriye ku pereyên nû derxîne.
Wan zêde kir ku rêkeftin di serdana şandeyeke payebilind a Sûrî ji bo Moskowê di dawiya Tîrmehê de pêk hat. Goznak, ku di bin serokatiya Esed de pereyên Sûrî çap dikir, bersiva daxwazên şîroveyê neda.
Veghuztineke siyasî
Di bin desthilatdariya El-Esed de, bikaranîna diravên biyanî qedexe bû, lê desthilatdariya demikî ya nû ev qeyd rakirin ji bo hêsankirina herkîna pereyan.
Di demekê de ku aborî bi awayekî lez ber bi dolar ve diçe, nirxên rêjeyên sirfa dolar ji pencereyên dikanan bigire heya stasyonan, li her derê ne, li welatekî ku binesaziyeke dravdanên dîjîtal a sînordar heye, fikar hene ku krîzeke lîkvîdîteyê ji bo lîreyê çêbibe.
Di heman demê de ev biryar giraniyek sembolîk jî hildigire, ku dawiya desthilatdariya malbata Esed, ku ji 50 salan zêdetir dom kiriye, nîşan dide. Rûyê Beşar El-Esed li ser banknota binefşî ya 2000 lîreyî xuya dike, lê li ser banknota kesk a 1000 lîre wêneyê bavê wî Hafiz Esed, heye.
Kerem Şear, aborînasekî navdar ê Sûrî û şêwirmendê Neteweyên Yekbûyî, got ku guhertina banknotên ku wêneya El-Esed li ser wan e, guhertinek siyasî ya pêwîst e. Lêbelê, wî hişyarî da ku ji nû ve nirxandina dirav dikare xerîdaran tevlihev bike.
Wekî din Şear ji Reuters re got, Sûriye dikare nirxên bilindtir ên heman diravî, wek banknotên 20,000’an 50,000 lîre derxîne, ku dê armancên wekhev di warê hêsantirkirina destgirtin û hilanîna pereyan de bi dest bixe.
Tu dîrokeke ji bo derxistina pereyê nû nehatiye diyarkirin
Banka Navendî ya Sûriyê piştrast kir ku hîn tu dîrokeke fermî ji bo destpêkirina derxistina pereyê neteweyî yê nû nehatiye destnîşankirin û îşaret kir ku ew ê hemî hûrguliyan di wextê xwe de ragihîne, piştî ku hemî amadekarî û rêziknameyên pêwîst temam bibin.
Banka Sûriyê di daxuyaniyekê de, di 18’ kanûnê de roja Pêncşemê raghand ku ji bilî malpera bankê, xwe nespêrin tu agahiyên din li ser diravê neteweyî yê nû û diyar kir ku hemû danûstandinên bankayî wekî her carê didomin, bêyî ku bandorê li ser xizmetên ku ji welatiyan û veberhêneran re têne peyda kirin, bike.
Bankê piştrast kir ku her ragihandinek têkildarî derxistina diravê nû an amûrên diravî û darayî li Sûriyê tenê ji hêla wê ve bi taybetî û bi fermî bi rêya kanalên wê yên pejirandî were derxistin û tekez kir li dû gotegot an nûçeyên ne rast û pêbawer ve hişyar bin.






