Lîloz Hisên/Qamişlo
Berhema kartolan di nava berhemên çandiniyê yên herî girîng di Sûriyê de ye, çandina wan li piraniya herêman berbelave û ji bo cotkar û bazarên herêmî çavkaniyek girîng a xwarin û aboriyê ye.
Bi sedan cureyên kartolan hene, ku li seranserî cîhanê bi berfirehî têne çandin. Piraniya cureyên ku li herêmê di çandiniyê de têne bikar anîn cureyên Ewropî ne. Li Sûriyê hejmareke mezin ji van cureyantê çandin.
Armanca hejmareke mezin ji cureyên ku di çandiniyê de têne bikaranîn û cûr bi cûr çavkaniyên wan, ew e ji bo pêşîgirtina li monopola hilberînerek li ser hilberek taybetî ye herwiha ji pirsgirêkên ku dibe ku ji ber xwespartina hejmareke kêm ji cureyan di rewşa kêmbûna tovên wan de li bazaran derkevin holê, dûr bikeve.
Dîroka çandinê
Kartol li Sûriyê di sê werzên sereke de tên çandin:
Çandina biharê: Di navbera nîvê kanûnê û nîvê Sibatê de tê çandin, ku ev dem dema çêtirîn e ji bo çandinê li parêzgehên Laziqiyê, Tertûs, Hums, Hema (herêma Xab), Heleb (herêma Bab, Îzaz û Efrîn), Reqa, Dêra Zor, Heseke (hemû herêm).
Çandiniya havînê: Batata di navbera Adar û Nîsanê de (di rewşên kêm de heta dawiya Gulanê) têne çandin. Ev dema herî baş e ji bo çandina li herêmên sar, an jî yên ku bi kêmanî bi rojek germ û şevek sar têne diyar kirin: wekî herêma Qelemûn (Şam), herêma Qeryateyn (Hums), herêma Selemiyê (Hema) û herêmên çiyayî yên bilind ên wekî herêmên Nebk û Zebadanî (Şam), Cebel El-Hilû û Til Kelex (Hums) û herêma Misiyaf (Hema). Çandiniya havînê li Dûma – Xûta – Dêr Xebiya – Kiswê – El-Tel – Qetena li Parêzgeha Rîfa Şamê belav e.
Çandiniya payîzê: Batata di navbera nîvê Tîrmehê – nîvê Tebaxê de tên çandin, ku ev dem dema herî baş e ji bo çandinê wekî demsala duyemîn li deverên germ ên guncaw ji bo çandina payîzê.
Amadekirina xakê ji bo çandiniyê
Erd dema ku ax nerm û şil be ango dema ku di kapasîteya zeviyê de nêzîkî %50 şil be tê cotkirin, ji ber ku cotkirina erdê dema ku rêjeyek bilind a şilbûnê tê de hebe, dibe sedema zexmbûna axê, ji ber vê yekê bandorên xirab li ser berhema Betata dike. Erd heta kûrahiya 30-35 cm tê cotkirin, cotkirin du caran di du aliyên perpendîkular de tê kirin, bi baldarî tê dayîn ku bermayiyên nebatan baş bikevin nav axê. Erd du an sê rojan li ber tavê tê hiştin, paşê tê nermkirin û piştî wê li gorî dûrbûna çandiniyê ya xwestî tê nîşankirin.
Pilankirin û dûrbûna çandiniyê
Dûrahiya di navbera rêzan de û di navbera nebatan de di rêzê de bi van faktoran ve girêdayî ye: Mezinahiya perçeyên tovê, cûreya ku tê bikar anîn, hêza mezinbûna wê ya nebatî, dîroka gihîştina wê, armanca çandiniyê û berdariya axê. Batata di rêzên 60-70 cm fireh û di navbera çala de bi dûrahiya 25-30 cm têne çandin.
Kûrahiya çandinê: Kûrahiya çandina guncaw di navbera 8-10 cm de ye.
Rêbazên çandiniyê
Kartol li Sûriyê bi çend rêbazan tê çandin di nav de:
Çandina di çalan de: Erd bi xêzan bi dûrahiya 60-70 cm tê nîşankirin, paşê piştî nîşankirinê erd tê avdan û tê hiştin heya ku rûyê wê zuha bibe. Piştî vê yekê, tov di çalan de, li aliyê başûr an rojhilat (aliyê ku ji rojê re vekirî ye) bi dûrahiya 25-30 cm û bi kûrahiya 8-10 cm têne danîn.
Çandina mekanîkî: Ev yek ji baştirîn rêbazan e di nebûna hêza mirovî de, ji ber ku makîneyek çandina kartolan dikare rêzan saz bike, tovan biçîne û wan bigire.






