Reşo Mihemed
Birîtaniyayê piştî salekê ji rûxandina rêjîma Baas nû cezayên xwe li ser serkirdeyên komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirk, herwiha çend kesên girêdayî rêjîma têkçûyî birîn.
Wezareta Derve ya Brîtanî di 19’ê Berfanbarê de li ser çar serkirdeyên komên çete ku beşdarî kiryarên hovane yên kirîza Sûriyê, herwiha komkujiyên Berava Sûriyê bûbûn, biryara cezakirinê da. Di sizayên Brîtanî de karsazê Sûrî-Rûsî Madloul Elxûrî û Îmad Elxûrî hatiye bibîrxistin û ev kes bi sedema alîkariya rejîma Baas di warê gendeliya aborî de dê bên cezakirin.
Malpera fermî ya hikûmeta Brîtanî daxuyaniyek weşand û ragihand ku ceza li ser du serkirdeyên berê yê rêjîma Baas yê bi navê ‘Ghiath Dalla’ û fermandarê berê yê rejîmê Muqdad Fataha jî tê pêkanîn. Bi vê yekê û di demeke wiha dereng de biryara Birîtaniyayê dibe cihê pirsê, pirseke wiha ku çima berî niha û di dema pêkanîna komkujiyan de ceza li ser van komên çete û serkirdeyên wan nedihatin birîn. Dema ku komkujî li Efrînê, Girê Spî, Serêkaniyê, Başûrê Sûriyê, Beravê û hwd… an jî dema ku alîgirên rêjîma Baas kiryarên herî xerab derheqê Sûriyê de dikirin, çima demildest ceza ji hêla Birîtaniya û hêzên navdewletî ve nedihatin ferzkirin. Li vê derê ceza û biryarên ku tên girtin li gorî berjewendiyên siyasî yên Birîtaniya, Amerîka û hêzên din de tên pêkanîn. Ew ne xemxurên xwîna gelên Sûriyê ne, ew li gorî xwe di dema ku ew bixwazin cezayan li gorî siyaseta xwe dibirin û radikin, ev yek jî dibe binpêkirinek derheqê zagonên mafên mirovan.
Di cezayên Brîtanî de Muhammed Elcasim (Ebû Emşa), fermandarê Lîwaya 25’an ku di artêşa Sûriyê ya niha de cih digire û fermandarê Lîwaya Siltan Silêman Şah, li gel fermandarê Lîwaya 76’an û Lîwaya ‘Hemzat’, Seyfeddîn Bolad hatine bibîrxistin û ceza li wan hatiye birîn.
Wekî tê zanîn ev serkirdeyên çete weke Ebû Emşa û Seyfeddîn Bolad, herwiha komên wan yên çete bi dirêjahiya kirîza Sûriyê ji hêla istixbarata dewleta Tirk a dagirker ve hatin perwerdekirin û rêvebirin. Bûn alav di destê dewleta Tirk û kiryarên herî xirab derheqê gelên Sûriyê de pêkanîn. Piştî rûxandina rêjîma Baas jî cihê xwe di artêşa Sûriyê de girtin, lê dîsa bi fermanên dagirkeriya Tirk tevdigerin û komkujiyan li dijî gelan pêktînin. Demek divê berpirsên van koman weke hikumeta veguhêz û dewleta Tirk jî werin cezakirin. Lê pirs ew e ku gelo Birîtaniyayê dikare sezayên dijwar û tund di warê piratîkî de bi rengekî bilez li ser komên çete û piştgirên wan bide meşandin?
Wezîra Derve ya Brîtanî Îvet Coper got: “Zêdetirî salekê piştî rizgarkirina ji rejîma hovane ya Baas, Birîtaniya berdewam e ji bo piştgiriya gelê Sûriyê û destekê dide hikûmeta veguhêz di warê bidestxistina veguhestineke siyasî ya berfireh. Berpirsyarî û dadmendî ji bo hemû Sûriyeyiyan girîng e ji bo misogerkirina çareseriyeke siyasî ya serkeftî û domdar li Sûriyê.”
Komkujî di derheqê gelên Sûriyê bi destê hikumeta Tirk, kesên girêdayî rêjîma Baas, komên çete û dewleta Tirk hatin pêkanîn, istixbarata Birîtanî her tiştî dizane, dizane çiqas kiryarên xerab bi destê van aliyan pêkhatin, dizanin wê çi kiryar bên domandin dema ku ev kes bi azadî tevbigerin.
Lewma eger derdê Birîtaniyayê pêkanîna dadweriyê ye li Sûriyê pêwîst e ew hin gavan bavêje. Tevî ceza bi derengî çêbû, lê divê demildest di warê piratîkî de gavan bavêje. Di serî de divê zexteke navdewletî bide avakirin da ku dewleta Tirk were dadgehkirin, ji axa Sûriyê bi temamî were derxistin. Herwiha dozeke fermî derxe ji bo dîlgirtina hemû komên çete, di serî de Ebû Emşa û hemû komên din, hem jî hemû kesên ku cihê xwe di nava artêşa Sûriyê de digirin û komkujî li Beravê û Siwêdayê kirine, werin cezakirin. Li hêla din jî eger Birîtaniyayê daxwaza guhertineke siyasî ya wekehev û avakirina Sûriyeke hevbeş bike, bila li sîstema Rêveberiya Xwser binere, ji ber ev sîstem riya guncav e ji bo çareserkirina pirsgirêka gelên Sûriyê.






