Hemza Sêvo/ Hesekê
Endamê NRLS’ê Ehmed Sîno da zanîn ku eger hikumeta veguhêz di terzê xwe de neyê guhertin wê cezayên Qeyser dîsa werin ferzkirin û got, “Desthilata Sûriyê ya nû wê di bin çavdêriya navdewletî de be, pêwîst e peymana 10’ê Adarê pêkbîne û kiryaran li dijî gelên Sûriyê rawestîne.”
Di 11’ê meha Berfanbarê de cezayên Qeyser ji hêla Meclisa Rûspyên Amerîkî ve li ser Sûriyê hat rahiştin. Ev yek jî li gel berdewamiya kiryarên hikumeta veguhêz li ser gelên Sûriyê, li Siwêdayê, Beravê û herêma Rêveberiya Xweser. Derbarê heman mijarê endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Ehmed Sîno bersiva pirsên rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû:

Hûn rakirina cezayên Qeyser li ser Sûriyê tevî ku hikumeta veguhêz kiriyaran derheqê gelên Sûriyê dike, çawa dinirxînin?
Berî her tiştî hêja ye ku em Ehmed Elşeri, desthilatdariya nû û HTŞ’ê, hem jî erkdariya wê bidin naskirin. Wekî tê zanîn ev desthilatdariya nû bi serweriya Ehmed Elşeri serokê Desteya Rizgarkirina Şamê ye. Bi destê Birîtaniya, Amerîka û Israîlê ev hikumet hatiye ser desthilatdariya Sûriyê. Erka Colanî ya sereke ew e ku peymana Ibraham bi Israîlê re îmze bike û qonaxeke nû ya aştiyane bi Israîlê re dest pê bike. A din eger Îran û Hizbullah hewil da ku êrişî Israîl bike, hikumeta veguhêz li hemberî wê derkeve. Rakirina cezayên Qeyserê di bingehê de gerek e ji bo parastina gelên Sûriyê ye, lê wê ev zagon demildest encaman bi xwe re neyînê, ji ber ku hikumeta veguhêz gelek şaşîtiyan dike. Ew hîna jî li dijî Elewî û Durziyan, hem jî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiryarên xerab dike û êrişên xwe didomîne. Rabûna van cezayan li ser Sûriyê wê xwedî sûdmendiyeke mezin be li gelên Sûriyê, lê hikumeta Sûriyê xwe neguherîne wê dîsa ceza werin ferzkirin. Ceza bi biryareke navdewletî hate rahiştin, lê ji 3 heya şeş mehan hikumeta veguhêz di bin çavdêriyê de be. Eger hikumeta veguhêz terzê xwe neguherîne ew ê dîse ceza vegerin li ser Sûriyê û sînor di warê siyasî de li hemberî wê werin danîn. Li hêla din wekî tê zanîn peymana 10’ê Adarê di navbera hikumeta veguhêz û QSD’ê de çêbû, heya niha vê hikumetê tiştek li ser rûyê erdê pêkneaniye, ew di bin bandora dewleta Tirk de ye, dewleta Tirk jî naxwaze ewlehî, aramî û pêşketin di Sûriyê de çêbibe. Pêkanîana peymana 10’ê Adarê ji bo tevahiya gelên Sûrî serkeftineke, da ku rewşa vî welatî aram bibe, were avakirin û li pêş bikeve, divê peyman were pêkanîn.
-Gelo li ser çi pîvan û mercan ev ceza hatine rahiştin û ev yek wê çiqasî ji bo berjewendiyên hikumeta veguhêz be?
Ji bo rakirina cezayên Qeyser dibe ku hikumeta veguhêz soz daya ji Amerîka û tevahiya civaka navdewletî re. Dibe ku ev soza hatibe dayîn armanc jê ew be ku hikumeta veguhêz desthilatdariya xwe bidomîne. Lê tekez e ku pêkanîna biryara rahiştina cezayan bi peymanan ji hêla Amerîk, Ferens û Birîtaniyayê ve hatiye dayîn. Ev hêzên navdewletî li Sûriyê bi cih dibin, rewşa Sûriyê dişopînin. Rahiştina cezayan di rewşeke nezelal de hatiye pêkanîn, hîna li ser rûyê erdê tu gavên wiha bi cidî nehatine avêtin. Armanc jê ew e ku were zanîn wê rewşa hikumeta veguhêz çawa be, ya rast divê gav bi rengekî zelal wexarin avêtin. Heta niha gav bi zelalî nehatine avêtin, divê ev yek pêkwere da ku baweriya gelên Sûriyê bi hikumeta veguhêz were. Di serî de divê qonaxa veguhêz bi rengekî dadwer were veguheztin, herwiha ev hikumet were cezakirin li ser van komkujiyên ku li Beravê û li Durziyan kirin. Di heman demê de divê kiryarên hikumeta veguhêz derheqê gelan li tevahiya Sûriyê werin rawistandin.
– Wê rakirina cezayan li ser hikumeta veguhêz çi gavên erênî ji bo gelên Sûriyê bi xwe re bîne?
Rakirina cezayên Qeyser gaveke baş e ji bo Sûriyê, wê rewşa gelan baştir bibe, lê eger kiryar li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Dêrhafirê berdewam kirin em ê nikaribin li ser aramî, avakirin û pêşketina Sûriyê bikin. Eger şer, tevlîhevî û kiryar berdewam bikin, wê avasazî çênebe, kargeh û kompanî venebin, zanîngeh, dibistan û peymangeh neyên avakirin herwiha jiyana gelên Sûriyê xweş nebe. Jiyana gelên Sûriyê xweş dibe, dema ku lihevhatineke siyasî, ewlehî û serbazî çêbibe, bi taybet jî divê hikumeta veguhêz vê lihevhatinê bi Rêveberiya Xweser, QSD û MSD, Durzî û Elewiyan re pêkbîne. Di serî de divê kongreyeke niştîmanî were lidarxistin, destûreke nû were derxistin û navê Sûriyê were guhertin bibe Komara Sûriyê. Herwiha entegrasyona QSD’ê çêbibe, Sûriyê bibe yekparçe, mafê gelê Kurd ê siyasî, çandî û hwd… tê de misoger, zelal û parastî be. Li aliyekî din jî sîstemeke nenavendî were avakirin, her herêmek xwedî serxwebûnekê be di hemû waran de û di hin mijaran de girêdayî hikumetê be. Hem jî hikumeteke nû ku nûnertiya hemû gelên Sûriyê bike, bê avakirin. Ya girîng ew e ku dewleta Tirk destwerdana xwe ji Sûriyê rawestîne, hikumeta veguhêz ji bin bandora çete û istixbaratên xwe derxîne, da ku gelên Sûriyê bi aramî bi hev re li bijîn û bi zelalî li hev bikin. Dema ku ev merc û ev xal pêkan bibin em ê bikaribin li ser avakirina Sûriyê, aştî û pêşketina wê biaxivin.






