Stêrk Mihemed/Qamişlo
Parêzvanên mafê mirovan yên jin bûne yek ji hedefên zihniyeta zayendperest û baviksalarî. Di asta navnetewî de jinên ku dibin dengê jinan û parastina mafên wan dikin, rastî tundî û gefan tên.
Rapora 2025’an ya rêxistina civaka sivîl CIVICUS’ê raghand ku azadiya sivîla navnetewî teng bûye û parêzvanên mafên mirovan ên jinan (WHRD) bûne yek ji hedefên sereke yên zext û tundiyê. Li gorî raporê, beşeke girîng a nifûsa cîhanê li wan welatan e ku mafê azadiya fikrî, rêxistinî, kombûna aştiyane bi rêk û pêk lê têne binpêkirin.
Li 83’ê welatan mafê azadiyê sivîlan tê astengkirin
Di rapora 2025’an a CIVICUS’ê de hate ragihandin ku li 83’ê welatan mirov ji azadiya sivîl a bingehîn bêpar hatine hiştin. Ev hejmar di sala 2020’an de 67 welat bûn. Li gorî raporê ji sedî 13’ê nifûsa cîhanê di sala 2020’an de li wan welatan diman ku azadiya sivîl di asteke girîng de dihate parastin. Ev rêje îro daketiye ji sedî 7’an. Di nava binpêkirinên mafên mirovan de yên sala 2025’an hatin bi belgekirin, binçavkirina kêfî ya parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan û çalakgerên şermezarkirinê hebûn. Herî zêde jî parêzvanên mafên jinan bûn hedef.
Parêzvanên mafên jinan bi taybet tên hedef girtin
Di raporê de hate ragihandin ku parêzvanên mafên mirovan ên jinan ne tenê ji ber karê xwe herwiha ji ber nasnameya xwe ya zayendî ya civakî li cihêkariyê û rastî êrîşan tên. Tê gotin, di serî de rojnamevanên jin gelek aktîvîstên jin li ser înternetê bûn hedefa kampanyayên gefxwarin, destdirejî û têkbirina fotoyan. Hate ragihandin ku pêwendiya vê yekê bi bilindbûna populîzm, olperestî û rêveberiyên otorîter re heye.
Di rapora CIVICUS’ê de hate destnîşankirin ku torên li dijî karên edaleta zayendiya civakî û mafên jinan xurtir bûne. Ev torên ku ji aliyê siyasetmedarên popîlîst û komên olî yên fûndamentalîst ve têne birêvebirin, mafên jinan weke gefek li ser nirxên kevneşop û ewlehiya neteweyî, zarok û malbatan dibînin û kampanyayên dezenformasyonê dimeşînin.
Di raporê de binpêkirinên giran ên ku parêzvanên mafên mirovan ên jin lê rast tên, têne belgekirin. Di raporê de hate ragihandin ku li Îranê Paxşan Azîzî, Şerîfe Mihemadî û Werîşe Mûradî bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne, Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî jî gelek caran hate girtin. Hate ragihandin ku li Hong Kong, Belarus, Meksika û Misrê gelek aktîvıstên jin bi kêfî hatin girtin.
Bi rêya medya dîjîtal tundiyê li ser jinê dikin
Li herêmekê ku modernîzasyon û avahiyên kevneşopî li hev dikevin, tundiya dîjîtal, nemaze li dijî jinên ku mafên mirovan diparêzin, êdî tenê bûyerek nîne. Berovajî wê, bûye qadeke ku teknolojî wek amûrek ji bo bêdengkirin, biçûkxistin û bêrûmetkirinê tê bikaranîn.
Her çiqas veguherîna dîjîtal li welatên din ên Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn bi lez pêşve diçe jî, ev guhertin ji hêla rêziknameyên zagonî yên têr an mekanîzmayên parastinê ve nayê destekkirin da ku ewlehiya jinan di hawîrdora dîjîtal de mîsoger bike. Platformên medyaya dîjîtal ku divê bibin cihên ku jin dikarin dengê xwe bi azadî bidin bihîstin, niha bûne şûrek dudevî. Dema ku jin ramanên xwe diyar dikin, ew gelek caran bi amûrên wekî ol, kevneşopî û heta siyasetê têne bêdengkirin.
Dixwazin mafê jinê binpêbikin
Li Îtalyayê, parêzvana mafên mirovan a Mexribî Tria Bouksibi tenê ji ber ku piştgirî da du jinên koçber ên Mexribî yên ku rastî tundiya navmalî hatibûn, rastî kampanyayeke reşkirinê ya dîjîtal a tund hat. Hevgirtina wê veguheriye êrîşên rêxistinkirî li ser jiyana wê ya taybet û malbata wê. Piştgiriya qurbaniyan divê nebe sedemek ji bo lînçkirinê. Lê ew bi pratîkî li ber çavên xelkê hatin darvekirin. Êrîş bi rexneyan neman, lê bi gef, heqaret û destwerdana di jiyana wê ya taybet de berdewam kirin. Vê rewşê bi zelalî nîşan da ku baviksalarî di hawîrdora dîjîtal de çiqas xeternak bûye.
Jinên ku bihêz dibin tên cezakirin
Pir girîng bû ku mirov nîşan bide ku jinên Mexribî, nemaze yên ku li derveyî welêt dijîn, ne hedefên hêsanin û qanûn jî wan diparêze. Gelek jinên mîna Tria tenê ji ber parastina mafên jinan rastî êrîşên bi vî rengî tên. Di civakan de, ji jinan tê hêviya bihêzbûnê tê kirin, lê gava ew bihêz bin, tên cezakirin. Serkeftina jinê hin kesan aciz dike, ji ber vê yekê ew serî li çekê û gumanê didin.
‘Beden û nasnameyên jinan dibin amûrên êrîşê’
Ev tundiya dîjîtal li dijî parêzvanên mafên mirovan ên jin zêde dibe. Ev êrîş ne tenê ramanan hedef digirin, lê belê di heman demê de jiyana taybet, navûdengê pîşeyî, dayîktî û jinbûnê jî hedef digirin. Tundiya dîjîtal bi taybetî ji bo parêzvanên mafên jinan wêranker e. Ev êrîş carinan dibin amûrek ji bo tolhildana kesane an hesabpirsîna siyasî, zirarê didin rûmet û jêhatîbûnên wan ên pîşeyî. Nayê qebûlkirin ku jinên şervan di civakekê îdîa dike ku mafên mirovan diparêze de werin şermezarkirin. Tundiya dîjîtal cihê jinan di qada giştî de wenda dike û pêşî li pêşveçûna têkoşîna ji bo wekheviyê digre. Parêzvanên mafên jinan ji ber stereotîpên baviksalar ên kûr rastî zordestiya du alî tên. Laş û nasnameya jinê vediguhere amûrek êrîşê.
Jin çawa dikarin ji tundiya dîjîtal werin parastin?
Di têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal de nêzîkatiyek piralî girîng e. Divê ev şer ne tenê bi rêziknameyên zagonî, di heman demê de bi polîtîkayên giştî yên ku bi hesasiyeta zayendî di warên wekî perwerde, medya û tenduristiyê de hatine teşekirin jî were destekkirin. Divê heqaretên dîjîtal, nemaze ger ku jin û parêzvanên mafan hedef digirin, bi tundî werin cezakirin. Lê pirsgirêk ne tenê li ser qanûnan e. Guhertinên li ser bingeha wekheviyê di polîtîkayên perwerde, medya û tenduristiyê de ji bo veguherînek rastîn a civakî pêwîst in.
‘Hebûna parêzvanên jin a di qada giştî de jî didize’
Ger em dixwazin civatek ava bikin ku mafên mirovan diparêze, divê em feraseta ku jinan biçûk dibîne û jinên ku têdikoşin bêrûmet dike jî, biguherînin. Tundiya dîjîtal ne tenê baweriyê dikuje, lê ew hebûna parêzvanên jin a di qada giştî de jî didize. Di encamê de, têkoşîna ji bo wekheviyê paşve diçe û guhertin divê xebata hevbeş a gel be.






