Hêvî Keleş/ Qamişlo
Bi dirûşmeya “Hunera şêwekariyê piran di navbera gelan de ava dike” Pêşangeha Hunerên şêwekariyê li bajarê Qamişlo bi beşdariya 72 Şêwekaran ji Qamişlo piştî 3 rojan hate bi dawî kirin.
Pêşengeha Hunerên Şêwekariyê li bajarê Qamişloyê bi dawî bû, piştî sê rojên li pey hev ji çalakiyên hunerî û çandî, ku komeke ji Şêwekaran ji pêkhateyên cuda yên Qamişlo anî cem hev, di nav beşdariyeke berbiçav a kesên ku bi huner û çandê re eleqedar bûn. Di pêşengehê de 72 şêwekar bi tabloyên xwe beşdar bûn.
Di sê rojên pêşengê de, gelek mêvanan temaşe kirin û ecbandina xwe, ji bo asta hunerî ya berhemên pêşangehê anîn ziman, ji ber ku pêşengeh cihekî girîng e ji bo hevdîtina hunermend û gel û derfetek e ji bo nasîna tecrubeyên hunerî yên ciwan li kêleka navên navdar ên di qada hunerê de.

‘Huner amûrek mirovî ye ku dikare rastiyê belge bike’
Pêşengeh bi armanca piştgiriya tevgera hunerên bedew û balkişandina ser rola hunerê wekî amûrek ji bo derbirîna pirsgirêkên civakî hate destpêkirin. Pêşangeh bi dehan tabloyên ku dibistan û şêwazên wan di navbera berhemên ku li ser mîrat, nasname û êşa mirovan di bin ronahiya krîzan de ne, dihewîne. Girêdayî armanca pêşegehê yek ji endamê komîteya amadekar Elî Ebdulah wiha got: “Armanca me ji lidarxistina pêşengeha Hunerên şêwekariyê li Qamişlo ew e ku em piştgirî bidin şêwekarên ên herêmî, cihek azad ji bo derbirîna hunerî biafirînin, çanda hunerî di civakê de pêşve bibin, herwiha peyama ku huner amûrek mirovî ye ku dikare rastiyê belge bike û pirên ragihandinê di navbera pêkhateyên cûda yên civakê de ava bike, bidin nasîn.”
Pêşengeh bi xelatkirina hejmarek şêwekarên beşdar bi dawî bû
Çalakiyên pêşengehê rûniştinên diyalogê di navbera şêwekaran û mêvanan de dihewîne, ku di wan de li ser rastiya hunera dîtbarî, dijwariyên ku şêwekar pê re rû bi rû dimînin, di heman demê de rola saziyên çandî di piştgirîkirina afirîneriya hunerî û zêdekirina hebûna wê di civakê de nîqaş kirin.
Di roja dawiya pêşengehê de, beşdaran tekez kirin ku ev çalakî di çarçoveya hewildanên ji bo vejandina tevgera çandî û hunerî li Qamişloyê û afirandina hawîrdorek ku afirîneriyê teşwîq dike de tê, wan destnîşan kirin ku hunera dîtbarî zimanek mirovî ye ku dikare bîra kolektîf belge bike û rastiyê bi awayên dîtbarî yên bi bandor veguhezîne.
Hunermendên beşdar jî kêfxweşiya xwe ji ber beşdarbûna di pêşengehê de anîn ziman û girîngiya berdewamiya çalakiyên bi vî rengî, ji ber rola wan di danûstandina tecrubeyan, ronîkirina jêhatiyên hunerî yên herêmî û vekirina asoyên nû ji bo hunermendên ciwan, destnîşan kirin.
Pêşengeh bi xekatkirina hejmarek şêwekarên beşdar bi dawî bû, di heman demê de bangên ji bo berdewamiya li darxistina pêşengehên hunerî yên bi heman rengî hatin kirin ku beşdarî xurtkirina çanda hunerî dibin û li Qamişloyê wekî navendeke afirînerî û çandê zêde dikin.






