Stêrk Mihemed
Di 27’ê Sibatê de Rêber Apo banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir, piştî vê bangê PKK bi li darxistina kongreya xwe ya 12’mîn de ku 5-7 Gulanê de li darxistibû biryara fesixkirina PKK’ê dan. Ev biryara fesixkirina PKK’ê li ser daxwaza Rêber Apo bû, PKK tevlîbûna xwe ji vê banga Rêber Apo re bi biryara fesixkirinê nîşan dan. Herwiha piştî vê biryarê di 11’ê Tîrmehê de bi pêşengtiya hevseroka (KCK) Besê Hozat û bi tevlîbûna komek ji gêrîlayên HPG’ê û YJA Star ku ji 30 kesan pêkdihat çek hatin şewtandin. Ev meresîm bi pêşengtiya jinê dest pê kir û wê bi pêşengtiya jinê ber bi cîhanek aştî û demokratîk ve biçe. Bi pêşengiya Besê Hozat di şexsê tevhî jinan de rola jin di pêkanîna aştiyê de diyar bû. Besê Hozat pêşengiya koma Aştî û Civaka Demokratîk kir, bi pêşentiya jin di wê demê de hat xuya kirin ku aştî û civaka demokratîk bi felsefeya Jin-Jiyan-Azadî wê pêkan bibe. Cîhana Aştî û Civaka Demokratîk wê bi meyzandin û rola jinê biserbikeve, ji ber ku jinê hertim cîhanek aştî û bi aramî dida pêş. Ji bo vê jî di serxistina pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk de rola jin roleke sereke û dagirtî ye. Di felsefeya jinê de wê demokratî bi serbikeve, ji ber ku bîrdoziya jinê li ser esasê wekhevî û aştiyê ye. Jin di felsefeya û zanista xwe de hemû nêrîn, zayend û reng qebûldike, lê bi meyzandinê jinê tê pêşkêş kirin. Ji bo vê jî û ji bo civakek aştî û demokratîk fikir û venêrîna jinê bingeheke ji pêşerojek aştî re ye. Jinê di her serdemekê de û di her şoreşekê de şoreşek ji demokrasiyê û azadiyê avakir herwiha bi pêşengtiya jinê şoreş bi serketin û mînaka herî zindî şoreşa Rojava ye. Herwiha wê jin têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê di vê pêvajoyê de berdewan bike. Rêber Apo bi banga xwe ya “Aştî û Civaka Demokratîk hebûn û rola jinê di avabûna aştiyê de piratîkî kir. Herwiha di 6-7 Kanûna 2025’an li Stenbolê konferansa Aştî û Civaka Demokratîk hat lidarxistin. Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi rêya zomê tevlî vê konferansê bû. Di wê demê de û bi tevlîbûna Îlham Ehmed re hat misogerkirin ku rola jinê di pêkanîna vê pêvajoyê de roleke sereke û bingehîne. Di wê de demê de û bi wê tevlîbûnê re hat xuyakirin ku eger rol û misyona jinê tune be ev pêvajo bisernakeve. Li seranserî cihê ji bo pêkanîna banga Aştî û
Civaka Demokratîk jin di warê siyasî û civakî de gelek xebatan didin meşandin. Li Ewropayê bi pêşengtiya jinên siyasetmedar gelek meş û daxuyanî hatin dayîn, herwiha li Bakur, Başûr û Rojava jî gelek meşên girseyî û çalakî bi pêşangtiya jinan hatin li darxistin. Jin di vê hêle de têkoşînên mezin ji bo pêkanîna aştî û civaka demokratîk didin meşandin. Herwiha jin di milê siyasî de jî têkoşîmêm mezin dide pêş li hemberî zihniyeta baviksalar têkoşînê dide meşandin di heman demê de ji bo ev pêvajo biserbikeve têkoşînên bêhempa dide meşandin. Îro di koma Dem-Partî de yê ku pêşengtiyê dikin û li ser pêkanîna vê banga Rêber Apo ya ji bo aştiyê bi israrin ku bi serbikeve jinin. Ev pêvajo dê bibe pêvajoya tekoşînê ji bo bidestxistina nasnameya jinan jî. Îro careke din jinan nîşanî her kesî da ku ew ê aştiyê biparêzin, banga “Aştî û Civaka Demokratîk” berpirsyariyên mezin danîne ser milê jinan di vê banga rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de peyamên girîng ji bo jinan hebûn. Li ser vê bingehê tevahî jin û bi taybet jinên Kurd têkoşîna xwe dimeşînin. Şer herî zêde zirarê dide bedena jinan. Ji ber vê yekê jin dê bibin pêşengên aştiyê. Jin dê di pêvajoya pêş de jî pêşengiyê bikin.






