Esmihan Gedro/Reqa
Li reqayê civîna salane ya meclisa Edaleta Civakî bi sernavê “xurtkirina jinê bingeha edaleta civakî û civaka demokratîk” hat lidarxistin.
Civîn li hola Akademiya şehîd Şernas a li Reqayê hat çêkirin. Di civînê de endamên meclîsa jin, ya her du kantonan û endamên jin ên Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbya, hevseroka Meclîsa Gel a kantona Reqa amade bûn.
Endama Meclîsa Jinan a dadmendiya Civakî ya Reqa û Tebqayê Amîra Hemo Perspektîfên Rêber Apo ya ku li ser Modernîteya demokratîk divê xwezaya jinan û tevgera rizgariyê wekî yek ji hêzên xwe yên bingehîn nas bike, û hem pêşveçûna wan û hem jî avakirina hevpeymanan wekî erkên xwe yên sereke di hewldanên xwe yên ji nû ve avakirinê de bihesibîne. Heta ku xwezaya jinan tarî bimîne, xwezaya civakê bi tevahî de ronî nabe.

Piştî perspektîf bidawî bû ji aliyê Rêvberiya Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya Mizgîn Cutkar ve Rewşa siyasî hat nirxandin.
Mizgîn Cutkar Rewşa siyasî a li herêmê wiha nirxand, di navbera neheqî, zilm û şerên berdewam yên li sûriyê hiştiye ku jin bibe qurbaniyên sereke yên van pevçûnan û got:”ku jin di encama pevçûnan de du qatên berdêl didin, çi bi tundûtûjiya raste rast be an jî marjînalkirin û dûrxistina ji helwestên biryardanê be.”
Mizgîn Rewşa siyasî wiha berdewam kir “şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de mînakek rastîn a rizgariyê danî, ku jinan tevî hemû zehmetiyan jî şiyana xwe ya rêxistinkirina xwe û bilindkirina civakê îspat kirine.”
Piştre senevîzyon li ser kar û xebatên ku di salê de hatine kirin hat tameşekirin.
Her wiha ji aliyê endama Meclîsa Dadmendiya Civakî ya Jinan Nisrîn Cemûs ve rewşa civakî hat xwendin û destnîşan kir ku jin di tevahiya dîrokê de di tevna civakan de xwedî eksanek bingehîn bûn û hîn jî hene, lê rolên wan ji ber berhevkirinên dîrokî û serdestiya zihniyeta mêr a ku gelek awayên tundûtûjî û îstismarê bi cih kiriye, rastî dûrxistin û bêparkirinê hatine. Tiştê ku jin pê re rû bi rû dimînin ne çarenûsek xwezayî ye an jî qanûnek civakî ye, lê belê berhema pergalên civakî û siyasî yên li ser dûrxistinê hatine avakirin e.”Nisrîn tekez kir ku “dad û mafên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê mijareke femînîst e, lê belê mijareke civakî ye”, jin li kantonên Reqa û Tebqayê ji ber normên civakî, hişmendiya baviksalar, zextên aborî û nebûna aramiya siyasî bi dijwarîyên girîng re rû bi rû dimînin”, ku bûye sedema zêdebûna tundûtûjî, sûc, xwekuştin û bêparhiştina ji mafên bingehîn e.
Jin di heman demê de beşdarî avakirina baweriya raya giştî bi saziyên dadweriyê dibin, çi bi rêya rolên xwe yên civakî an jî wekî parêzvanên mafên mirovan, nemaze di qonaxên avakirina aştî û ji nû ve avakirinê de. Ev yekîtiya beşdarbûna wan ji bo bidestxistina dadweriya civakî ya berfireh û domdar girîng dike.
Rapora rêxistinî destnîşan kir ku Encûmena Jinan a Edaleta Civakî li Reqa û Tebqayê di çarçoveya rêxistinî ya damezrandî de erkên xwe didomîne. Encûmena Edaleta Jinan ji 8 endaman pêk tê ku li seranserê komîteyên Encûmena Edaleta Civakî hatine belavkirin, di heman demê de hejmara dadwerên jin gihîştiye 13’ ê kesan, ku di nav dezgehên dadweriya civakî yên li Reqa û Tebqayê de hatine belavkirin. Wekî din, 49’ rêveberên jin di Ofîsa Edaleta Civakî ya li Kantona Reqqayê de dixebitin.
Piştre Encamên Civînê hatin aşkerekirin
– Zêdekirina hişmendiya civakê li ser pirsgirêkên jinan û piştgiriya qanûnan bi rêya semîner, kampanyayên hişyarkirinê û çalakiyên civakî, bikaranîna rola jinan û komîteyên lihevhatinê.
– Tekezkirina piştgiriya beşdariya jinan di pergala dadweriyê de û xurtkirina rola wan a profesyonel li gorî rêziknameyên derbasdar.
-Ramankirina girîngiya hêzdarkirina jêhatîbûna jinan û bikaranîna pisporiya wan di warên cûrbecûr ên xebata dadwerî de.
– Pêwîstiya peydakirina hawîrdorek xebatê ya piştgirî û motîvasyonê ji bo jinan di nav dadweriyê de.
– Pêşkêşkirina pêşniyaran ji bo rayedarên peywendîdar ji bo çareserkirina pirsgirêk û zehmetiyên ku jin di warê dadweriyê de pê re rû bi rû dimînin.
– Zêdekirina asta hevrêziyê. Hevpar ji bo hemî encumen û saziyên ku bi karûbarên jinan re eleqedar in.






