Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Leyla Zana; Kî ye, li hember wê çi hat kirin û piştgiriya ku hatiye raberkirin

21/12/2025
in JIN
A A
Leyla Zana; Kî ye, li hember wê çi hat kirin û piştgiriya ku hatiye raberkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Di maça Somaspor û Bursasporê de li dijî Siyasetmedara Kurd Leyla Zana heqaretên giran hatibûn kirin. Ev yek bertek, nerazîbûn û piştgiriya Tevgerên Jin û Siyasetmedarên Kurd derxist pêş.

Leyla Zana kî ye

Leyla Zana di 3’ê Gulana 1961’an de li Sîlvanê ji dayik bûye. Ew çalakvana siyasî û welatiya Tirkiyeyê ya bi eslê xwe kurd e. Leyla Zana yek ji pêşengên neteweperwerên Kurd e û endama Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê bû.

Dema Leyla Zana bû çardeh salî, wê bi Mehdî Zana re zewicî ​​ku bi eslê xwe Kurd bû û şaredarê Amedê bû û kurê yek ji malbatên navdar ên herêmê bû. Leyla Zana li Amedê jiyan dikir. Di 12’ê Îlona 1980’an de, Mehdî Zana piştî darbeyê hate girtin û çardeh salan ceza xwer. Di wê demê de Leyla Zana perwerde û xwendina xwe didît.

Di hilbijartinên giştî yên sala 1991’an de li Tirkiyeyê ku wê piştgiriyek mezin ji jinên herêmê wergirt, Leyla Zana bû parlamentera Meclîsa Mezin ya Bajarê Amedê û di lîsteya Partiya Sosyal Demokrat de. Di 6’ê Mijdara 1991’an de, Leyla Zana di merasîma sondxwarina ji bo dewra nozdehemîn a yasadanînê ya Parlamentoyê de rastî gelek bertekan hat. Ji ber ku wê axaftina xwe ya li hola parlementoyê bi gotina “Ez sond dixwim ku ez berpirsiyarê biratiya gelên Tirk û Kurd im” bi dawî kir. Wê sond bi Tirkî dest pê kir û dû re bi Kurdî, bi şaleke bi rengên ala Kurd li xwe kiribû, sond xwar. Di 3’ê Adara 1994’an de, parêzbendiya parlamenteriyê ya Leyla Zana bi dengdana Lijneya Giştî ya Parlamentoyê li ser hate rakirin.

Di 17’ê Adara 1994’an de, Leyla Zana ligel çend hevkarên xwe, di nav wan de Hatip Digel, Selim Sadik û Orhan Dogan, hatin girtin. Di 8ê Kanûna Pêşîn a 1994’an de, Leyla Zana bi tohmeta endamtiya rêxistineke neqanûnî hat mehkûmkirin û bi panzdeh sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Leyla Zana di girtîgehê de ji hin Rojnameyan re nivîs û gotar dinivsandin û weke nivîskarekê hat zanîn.

Di salên xwe yên di girtîgehê de, Leyla Zana piştgiriyek û eleqeyek girîng ji rêxistinên aştî û mafên mirovan ên navneteweyî wergirt. Leyla Zana û hevalên wê bi saya hewldanên zêde yên Yekîtiya Ewropayê û biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê careke din hatin darizandin û cezayên wan ên panzdeh sal zîndanê, ku di destpêkê de deh sal berê hatibûn dayîn, hatin piştrastkirin. Lê belê, di 8’ê Hezîrana 2004’an de, ew ji binçavkirinê û ji girtîgeha girtî ya Enqerê serbest hat berdan.

Li hember siyasetmedara Kurd Leyla Zana çi hat kirin?

Di Lîga 2’yemîn a Koma Sor a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de roja 16’ê Kanûnê Somaspor û Bursaspor hatin hemberî hev. Maç li navçeya Somayê ya Manîsayê pêk hat. Alîgirên Bursosporê ku bi nijadperestî û êrişkariya xwe tên zanîn, di trîbûnên stadê de çêr û heqaretên giran li siyasetmedara Kurd Leyla Zana kirin. Dîmenên ev heqaaret û çêrên giran piştî li ser medyaya dîjîtal belav bûn, li dijî alîgirên Bursasporê û klûba wê nerazîbûn û hersek mezin hat nîşandan.

Vê bûyerê hêrsa tevgerên jin li hember nijadperestan raber kir

Vê bûyerê hêrs û berteka gelek aliyên Kurd û yên aştîxwez derxist holê. Bi taybet rêxistinên jin yên Bakurê Kurdistanê û hin deverên din ji Kurdistanê hatin derketin. Di vê derbarê de gelek daxuyaniyên piştgiriya jina Kurd Leyla Zana ku heqareta li ser wê hatiye kirin, li ser hemû gelê Kurd e. Her wiha di şexsê Leyla Zana de gelê Kurd hedef digrin û bi dirûşmeyên “Leyla Zana rûmeta me ye” derketin pêş.

Bertek, nerazîbûn û piştgiriyên ku ji bo Leyla Zana hatine raberkirin

Koordînasyona KJKê êrişên nijadperestî û zayendîperestî yên li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana şermezar kir û got: “Êrişek li dijî rûmeta gelê me û jinan hemûyan e.”

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi tundî heqareta li dijî Leyla Zana şermezar kir û got: “Ev heqaret êrişeke organîze û plankirî ye ku rasterast gelê Kurd, nasnameya jinan û têkoşîna azadiyê dike armanc. Leyla Zana sembola berxwedanê ye.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê têkildarî, zimandirêjiya alîgirên Bûrsasporê yên derbarê Leyla Zana de daxuyanî da û got: “Êrîşa li ser Leyla Zana nîşaneyek aşkere ya hem nefretkirina ji jinan û hem jî hestên dijî kurd e.”

Her wiha di daxuyaniya wan de ev hatibû ziman “li Tirkiyeyê, meydanên werzîşê, bi taybetî stadyûmên futbolê, ji demên berê ve ne tenê qadên pêşbirkên werzîşî di heman demê de veguheriye qadên siyasî ku tê de îdeolojiyên nijadperest, şovenîst, zayendperest û cudakar têne hilberandin. Fîgen Çolakoglû destnîşan kir ku ev veguherîn ne jixweber e, ew encama rasterast a polîtîkayên înkarkirinê yên bi salan, pratîkên bêcezatiyê û zimanekî siyasî ye ku polarîzasyona civakî kûrtir dike.”

Her wiha Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk nerazîbûn nîşanî alîgirên Bursasporê ku heqaret li Leyla Zana kirin da û got: “Ev heqaret li dijî me hemûyan e. Ev heqaret li dijî gelê Kurd e. Bi vê heqaretê nijadperestiyê careke din xwe nîşan da.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.