Lîloz Hisên
Lêkolîneke zansitî ya nû nîşan dide ku eger germbûna avhewayî bê domandin bêyî tu kontrolkirinekê, wê di dehsalên li pêş me de li cîhanê bi hezaran çemên qeşayî winda bibin.
Lêkolîneke zanistî ya nû eşkere kir ku di dehsalên pêş de bi îhtîmaleke mezin ku salan e wê bi hezaran çemên qeşayî winda bibin, tenê beşeke sînorkirî jê wê di dawiya sedsala heyî de bimîne eger germbûna avhewayî bê domandin bêyî tu kontrolkirinekê.
Lêkolînê zelal kir ku pêşeroja van çeman bi awayekî rasterast girêdayê asta guhertina avhewayî ye.
Li gorî encaman hat zanîn ku siyasetên avhewayî wê diyar bike eger cîhanê wê nêzî 2 hezar çemên qeyaşî winda bike, an bighêje çar hezar çem di nîvê sedsala heyî de.
Lêkolîneran destnîşan kirin ku kêmkirina germbûnê bi pileyên kêm dibe ku cudahiyeke mezin çêbike di navbera parastina nêzî nîvê çemên qeşayî di sala 2100’an, an jî vegera wê kêmî ji sedî 10 ji hejmara heyî.
Kovara “Nature Climate Change” encamên lêkolîna ku ji hêla pisporê cîhana qeşê Lander van Tricht ve hatiye birêvebirin weşand, piştrast kir ku daneyên zanistî yên hatine bidestxistin pêwîstiya lezgîn a pejirandina pabendbûna polîtîkayên avhewayê yên bêtir; destnîşan dikin.
Lêkolîner bi gelemperî li ser mezinahiya girseya qeşayê û rûbera giştî ya çemên qeşayên mezin ên cîhanê disekinin, lê Van Tricht û tîma wî ya lêkolînê rêbazek cûda girtin, bi texmînkirina hejmara çemên qeşayên takekesî yên ku dibe ku di vê sedsalê de salan e winda bibin.
Lêkolîneran diyar kirin ku her çend helîna çemên biçûk ji helîna çemên mezin kêmtir beşdarî bilindbûna asta deryayê dibe jî, windabûna wan dikare bandorên neyînî yên berfireh li ser geştiyariyê an jî çandên herêmî bike.
Van Tricht ji Peymangeha Teknolojiyê ya Federal a Swîsreyê li Zurîhê û Zanîngeha Azad a Brukselê, di daxuyaniyek çapemeniyê de got ku windabûna her çemeke qeşayê bi serê xwe dikare bandorên giring ên herêmî çêbike, her çend mîqdara ava ku ji helîna wê çêdibe sînordar be jî.
Zanyaran di lêkolînên xwe de xwe dispêrin analîzkirina daneyên ku 211 hezar û 490 çemên qeşayî dihewînin, ku ji wêneyên satelîtê yên di nav databasa gerdûnî de hatine derxistin, bi armanca destnîşankirina sala ku cîhan dê windabûna hejmareke mezin ji çemên qeşayî bibîne, ku wan ev yek wekî “lûtkeya tunebûna çemên qeşa” bi nav kir.
Tîmê modelên komputerê yên taybet bikar anîn da ku şert û mercên qeşayê di bin gelek sînaryoyên germbûnê de simul bikin, ji bilindbûna 1.5 pileya Celsius li gorî astên berî şoreşa pîşesaziyê bigire heya sînaryoyek bi bilindbûna 4 pileya Celsius.
Cîhan niha salane bi qasî 1000 çemên qeşayî winda dike, lê lêkolînê hişyarî da ku ev rêje di salên pêş de dê gelektir bibe. Li gorî encaman, hejmara çemên qeşayî ku salan e winda dibin dê heta sala 2041’an bigihêje dora 2000’an, her çend germbûn bi 1,5 pileya Celsius ve sînordar be jî, ev pileya ku welatan di çarçoveya Peymana Avhewayê ya Parîsê de soz dane pabendî wê bin.
Li gorî vê sînaryoyê, heta sala 2100’an li cîhanê dê bi qasî 95 hezar û 957 çemên qeşayî, kêmtir ji nîvê hejmara niha ye; binîme. Lêbelê, Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku rêça niha ya germbûna gerdûnî dikare di çend salên pêş de ji sînorê 1.5°C derbas bibe.
Li gorî texmînan germahî di bin polîtîkayên hikûmetê yên heyî de bi 2,7 pileya Celsius dê zêde bibe, di navbera salên 2040 û 2060’î de dibe ku salane nêzîkî 3,000 çemên qeşayî winda bibin.
Heta sala 2100’an, di cîhaneke ku germahiya wê 2,7°C zêde dibe de, ji her pênc çemên qeşayî tenê yek dê bimîne, bi qasî 43 hezar û 852 çemê di cîhanê de. Di sînaryoya herî xirab de, bi zêdebûna 4°C, heta nîvê salên 2050’î salane heta 4,000 çemê dibe ku winda bibin.
Li gorî lêkolînê heta dawiya sedsalê, tenê ji sedî 9 ji çemên qeşayên cîhanê wê bimînin, tenê 18 hezar û 288 çem dê bimîne.






