Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yewnanistanê moşekên SPIKE li giravên Egeyê bi cih dike

21/12/2025
in CîHAN
A A
Yewnanistanê moşekên SPIKE li giravên Egeyê bi cih dike
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Yewnanistan moşekên ji Îsraîlê kirîn ên bi navê SPIKE li herêma Evros û giravên rojhilatê Egeyê bi cih dike. Çav li rê ye ku heta havîna pêşiya me pergala SPIKE bigihîje asta operasyonel.

Dubendî û rikeberiya di navbera Tirkiye û Yewnanistan-Qibrisê de bi tevlêbûna Îsraîlê derket asta herî jor. Tifaqa li Ege û rojhilatê Deryaya Egeyê di navbera Yewnanistan, Îsraîl û Qibrisê li ser çavkaniyên binav ên deryayî pêk hatî hindî diçe vedigere tifaqek leşkerî ya dijberî Tirkiyeyê. Di vê çarçoveyê de meha borî tifaqê ragihandibû ku di aliyê pergalên sektora şer de jî peymanên nû çêkirine û Yewnanistanê çekên parastin û êrîşê yên bi navê SPIKE kirîne. Piştî vê nûçeyê îro Yewnanistanê ragihand ku pergala SPIKE li herêma Evros û giravên rojhilatê Egeyê ku dikeve ser sînorê peravî yê Tirkiyeyê bi cih dike. Pergala moşekên SPIKE ku heta 30 kîlometre hikmê wê heye, li hemberî hemû hedefên zirhî yên bejahî, hedefên di asta helîkopterên naqliye û taarûzê, navendên biryargeh û lojîstîkê bi bandor e.

Yewnanistan kapasîteya leşkerî zêde dike

Rojnameya Kathîmerînî moşekên SPIKE di demek şerek de dikarin hêj keştiyên şer nêzîk peravê nebûyî ji holê rake. Her wiha hate daxuyandin ku perwerdehiya moşek û hemû alavên şer ên di çarçoveya pergala SPIKE de ji hêla Îsraîlê ve tê dayîn. Çav li rê ye ku ev pergal di demek kin de bi tedbîqatek berfireh bê ceribandin. Li gorî pisporên ewlehiyê Îsraîl hewil dide bi Yewnanistan û Qibrisê re li rojhilatê Deryaya Egeyê serweriya xwe bide avakirin û qabiliyeta tevgerê ya Tirkiyeyê bi sînor bike. Pispor dibêjin li gorî vê siyasetê bandora Tirkiyeyê ya li Sûriyê jî wê bi awayekê bê qels kirin.

Hêza leşkerî ya hevpar ava kirin

Li gorî Kan Newsê jî Yewnanistan, Qibris û Îsraîlê hevkariya xwe derxistiye asta avakirina hêzek hevpar a leşkerî. Hate daxuyandin ku bi navê Hêza Destwerdana Lezgîn a di asta tûgayê de hatiye avakirin. Li gorî nûçeyê tê payîn ku hejmara tûgayê 1000 ji Îsraîlê, hezar ji Yewnanistanê û 500 jî ji Qibrisê bi giştî yekîneyek ji 2 hezar 500 leşkeran pêk tê, bê avakirin. Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Çav li rê ye ku ev yekîne bikaribe binesaziya Hêzên Hewa û Deryayî yên li giravên Kerpe û Rodosê jî bikar bîne. Ev hêz di heman demê de dê xetên boriyên enerjiyê û qabloyên ceyranê yên binavê jî biparêze.

Rojihaltê Deryaya Spî û Ege vala nayê hiştin

Pisporê Îsraîlî Shaî Gal diyar kir ku ev hêz ne li dijî dewletê lê ji bo dagirtine valahiyel stratejîk hatiye avakirin. Gal anî ziman ku li deverek Tirkiye mîna, “Welatê Şîn” bi nav dike platform û boriyên enerjiyê, qabloyên ceyranê bêparastin in û ne ev yek tê qebûlkirin û ne jî destûr tê dayîn ku hind dewlet bi xerîteyên nû rojhilatê Deryaya Spî û Egeyê bi rê ve bibin. Di nûçeyê de hate daxuyandin ku Serfermandarê Hêzên Hewayî yê Îsraîlê Tomer Bar, rayedarên payebilind ên Yewnanistan û Qibrisê ji bo vê mijarê hatin cem hev û hevkarî nixandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.